Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê tê ragirtin, nêzî 3 sal in agahî nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dest bi grevên birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê 23 roj in berdewam dike. Li aliyê din jî bi heman daxwazê li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene û Stenbolê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” Nobedên Edaletê hatin destpêkirin.
6 berxwedêrên jin Şîlan Yilmaz, Gulî Daşçi, Gulan Elma, Melek Evren, Selma Yilmaz, Perîhan Karaman û Fîlîz Işik ên di Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê de ne, ji rêxistinên civakî yên sivîl re name şandin. Nameya berxwedêran wiha ye:
“Weke hemû girtiyên siyasî em jî di karê we de serkeftinê dixwazin. Weke hûn jî dizanin Gelê Kurd têkoşîneke bê hempa dimeşîne û bi salan e em bedelên çareseriya mafên xwe yên wekhevî û azadiyê didin. Polîtîkayên çaresernekirina pirsgirêka kurd ku îro çavkaniya hemû pirsgirêkên li hundir û derve yên Tirkiyeyê ye welat ber bi karesateke cidî ya civakî, siyasî, aborî û ekolojîk ve biriye.
Îro tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ku di navbera salên 2013-2015’an de pêşniyar û projeyên xwe yên çareseriyê yên rasteqîne û maqûl ên ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên din bi taybet pirsgirêka kurd bi rayedarên dewlet û hikûmetê re parve kir.
Pêvajoya çareseriya Demokratîk ew qas bi qîmet û girîng bû ku divî ew pêvajo qurbanî nakokî û şerê desthilata navxweyî ya dewletê nehatiba kirin. Lê mixabin ev pêvajo pişt re bi dawî bû û dîsa rê li ber pêvajoyeke bi xwîn û pevçûn vekir. Mafê jiyana bi aştî û însanî ya hemwelatiyên Tirkiyeyê ji dest hatiye girtin.
Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin êdî li hemû welat û civakê belav bûye. Ne bi tenê Birêz Ocalan di bin vê tecrîda mûtleq de ye, her wiha demokrasî, aştî û hiqûqa vî welatî jî di bin tecrîdê de ye. Li hemberî vê tecrîdê civak bê deng hatiye hiştin.
Meclîsa ku di 1920’î de hat avakirin û Mustafa Kemal her çiqas di vê demê de got ew ê mafên kurdan bidin jî dema em li vê 100 sala li dû xwe dinêrin, em dibînin ku ev pirsgirêk nehatiye çarserkirin. Dewsa çareseriyê hîn bêtir veguherî pirsgirêkeke kûr. Birêz Abdullah Ocalan û Gelê Kurd ku bi bedelên ku dane her tim alîgirê aştiyê ye, hê jî vê berxwedana bi israr didomînin. Ji ber vê yekê bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku îro li hemû girtîgehan dest pê kiriye û bi daxwaza gel a çareseriya pirsgirêkê û aştiyê em ketin pêvajoyeke nû.
Çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Em hêvî dikin ku hûn jî weke rêxistinên civakî yên sivîl bi hemû erk û berpirsyariyên xwe beşdarî vê pêvajoya dîrokî bibin û di çareseriya pirsgirêka kurd de bi awayekî aktîf cih bigirin. Bi vê minasebetê em we silav dikin û di hemû xebatên we de di pêvajoya nû ya dijwar de serkeftinê dixwazin.”