Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Divê Ewropa piştgiriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bike’

Parlamenterê berê yê PE’yê Jurgen Klûte diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan wê ji çareseriya pirsgirêka kurd bibe bingeh û wiha axivî: “divê Parlamentoya Ewropayê (PE), Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewropayê (KE), siyasetmedar û saziyên navneteweyî piştgiriyê bidin Ocalan. “

Rêberê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê tê ragirtin û nêzî 3 sal in agahî jê nayê girtin. Ji bo şikandina tecrîd û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 10’ê Cotmehê de pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” hate destpêkirin. Piştgiriyên ji pêngavê her roj zêdetir dibin.

Endamê Koma Çep a Ewropayê û parlamenterê berê yê Parlamentoya Ewropayê Jurgen Klûte ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Klûte destnîşan kir ku ev tecrîd ji dervey hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e û wiha got: “Mafekî herî asgarî ye ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ez difikirim ku şert û mercên ku Ocalan di nav de, nayê qebûlkirin. Gelekî aşkeraye ku ev rewş li derveyî pîvanên navneteweyî ye.”

Divê her kes piştgiriyê bidin Rêber Apo

Siyasetmedarê alman Klûte anî ziman ku ew jî piştgiriyê dide pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û wiha axivî: “Divê şert û mercên ku Ocalan di nav de ye, bê guhertin. Xisûseke din jî, li gorî min girîng e ku mirov pêvajoya aştiyê ya ku Ocalan di nav de ye, teşwîq bike û piştgiriyê bidê. Ocalan sala 2013’an ji polîtîkaya berxwedana çekdarî derbasî çareseriya siyasî bû û bi vî rengî nîşanî me da ku bi rastî jî alîgirê pêvajoya aştiyê ye. Lewma ez bawer dikim ku divê Parlamentoya Ewropayê (PE), Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewropayê (KE), siyasetmedar û saziyên navneteweyî piştgiriyê bidin Ocalan. Ez difikirim ku ji bo şerê li hemberî kurdan bi dawî bibe û pêvajoya aştiyê pêk were, ev yek girîng e.”

Ji bo misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan divê zextê li Tirkiyeyê bikin

Klûte anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan wê bibe bingehek ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û got, “Azadiya Ocalan ji bo aştiyeke mayinde, li ser rêya çareseriya siyasî ya giştî, demdirêj û domdar wê bibe gaveke girîng. Azadiya Ocalan di heman demê de ji bo rûbirûbûna zehmetiyên cuda wê bibe bingehek. Bi dîtina min ev yek ji bo her kesî pêwîst e û divê siyasetmedarên ewropî jî cidî bibînin, ji bo rawestandina şer, ji bo peydakirina çareseriyekê û misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan divê zextê li Tirkiyeyê bikin. Bi dîtina min ev yek pêwîstî ye.”

Endamê berê yê Parlamenta Ewropayê Jurgen Klûte helwesta Ewropayê ya li pêşberî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava nirxand û dawî li axaftina xwe anî: “Êrîşên li ser Rojava binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Aşkeraye ku êrîşên li ser binesaziya sivîl û sivîlan, li dijî nirxên hiqûqî yên heyî ye. Eger em gilî û gazincan dikin ku Rûsya di şerê Ukraynayê de sûcê şer dike, wê demê divê em heman fikarên xwe yên têkildarî Tirkiyeyê jî bînin ziman ku li Rojava li hemberî mirovên li wê derê, bi taybetî li dijî kurdan heman sûcên şer dike. Divê Tirkiye bê rexnekirin ku ji bo hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bide û zext lê bê kirin ku êrîşkariya li ser Rojava bisekinîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar