Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Hevserokên nû yên MSD’ê hatin hilbijartin

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) 4’emîn kongreya xwe li bajarê Reqayê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Leyla Qehreman û Mehmûd Mislit ji bo hevserokatiya nû hatin hilbijartin.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi beşdariya 400 kesan ji delege û mêvanên hundir û derveyî Sûriyeyê 4’emîn kongreya xwe li dar xist. Di kongreyê de nîqaş û gotûbêjên berfireh li ser guhertina hinek xalan di avahiya navxweyî ya meclisê, rêziknameya hundirîn a meclisê, belgeyên siyasî, nexşerê û plansaziya karên meclisê hatin kirin. Kongre bi hilbijartina Leyla Qehreman û Mehmûd Mislit bo hevserokatiya nû hatin hilbijartin.

Di dawiya kongreyê de daxuyeniyek weşand û ev tişt parve kir: “Ji bilî çareseriya siyasî û diyalogê tu riyên din tune ne, bi darê zorê tu encam nikarin werin girtin. Xebatê li ser çalakkirina diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî were kirin. Bi vê re jî têkilî bi dewlet û aliyên di dosyaya krîza Sûriyeyê de bandor in dewam bike. Xebat li ser başkirina rewşa sûriyeyiyên di kampên koçberiyê de were kirin û mafê her hêzeke Sûriyeyê heye ku her lihevkirineke çandî bi her alî ve li dar bixe. MSD girîngî dide rizgarkirina hemû herêmên ku hatine dagirkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar