Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

RJAK:Êrîş li dijî şexsiyeta jinên têkoşer bû

RJAK’ê bi boneya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand û hat gotin; “Em soza berdewamî û bilindkirina têkoşîna azadiyê didin.”

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) bi boneya duyemîn salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyek nîvîskî weşand.

RJAK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Komkujiya 23’yê kanuna sala 2022’yan a li Parîsê ji aliyê pergala mêr dewletê ve pêkhat. Di şexsê şoreşger û pêşenga jin Evîn Goyî de êrîşeke li ser têkoşîn û nirxên jina dayik ya pênc hezar sal bû, di şexsê hunermendê kurd Mîr Perwer êrîşeke li ser çand û nasnemeya kurd bû û di şexsê welatparêzê kurd Abdurehman Kizil de êrîşeke li ser ew dilsozî û dildariya gelê kurd ya bi peradîgmeya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin bû.

Em vê komkujiyê wekî berdewama komploya navneteweyî ya ku li himber Rêber Apo hat meşandin digirin dest, her wiha berdewamiya vê koployê ku xwe di 9’ê Çileya 2013 li dijî şoreşgera 40 salan heval Sara û herdû hevalan hat meşandin û berdewamkirina vê komkujiyê hişker bû ku heta kîjan astê hişmendiya sermayedar û netew dewlet li himber têkoşîna jina azad kûr û bê tehemûle.

Hedefgirtina Evîn ji ber nasnameyên wê yên jin, şoreşger û pêşeng ya leheng bû. Ji ber ku wê teybetmendiyên ku di kesayeta xwe de avakiribûn li dijî wê pergalê bûn, li dijî wê hişmendiya ku hemû rojê jin ji bo berjewendiyên xwe yên deshilatdariyê dixe qurbanî bû. Ev êrîş êrîşeke pilankirî ya hişmendiya zayendperst û sermayedar bû. Êrîşeke li dijî şoreşa jin jiyan azadî bû. Lewra bangewaziya me ji bo hemû jinane ew ku bi yek ruh û yek deng pêla têkoşînê bilind bikin. Em jî wekî Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin û soza berdewamî û bilindkirina têkoşîna azadiyê didin. Wekî jin em ê bi têkoşîn, rêxistinbûn, vîn û yekîtiya xwe pergala mêr dewletê hilweşînin û têkoşîna azadiyê bi serbixin. Bi têkoşîna jin wê tovê azadiyê li tevahî mirovahiy zîl bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar