Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê duh derdora saet 16.00’an li Girê Şehîd Qehreman a girêdayî herêma Xakurkê ji sê aliyan ve êrîşî leşkerên tirk ên dagirker kir. Tê diyarkirin ku di çalakiyê de 27 leşkerên tirk ên dagirker hatine cezakirin û 17 çekên dagirkeran hatine desteserkirin.
Navên hin leşkerên hatine cezakirin, bi vî rengî ne: Ramazan Gunay, Mehmet Serînkan, Çagatay Erenoglû, Yasîn Karaca, Emre Taşkin, Îsmaîl Yazici.
Wezareta Parastinê ya tirk jî piştî çalakiya gerîla daxuyanî da û ragihandibû ku tenê 3 leşker hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne.