Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pêngava azadiyê rê li ber kelecaneke mezin vekir

Girtiya jin Necla Yildiz têkildarî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî” hatiye destpêkirin  de ev tişt anî ziman: “Bihîstina vê kampanyayê rê li ber kelecaneke mezin vekir. Bêyî ferq û cudahiya dem û cih divê piştevaniya şoreşgerî hebe. Heke em xwedî li paradîgmaya birêz Ocalan derkevin dê pirsgirêk çareser bibin.”  

Dostên gelê kurd di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Pêngava azadiyê di serî de li Kurdistanê li Ewropa, Amerîkaya Latîn û Afrîkayê berfireh bû. Girtiyên PKK û PAJK’ê di çarçoveya pengava azadiyê de di 27’ê Mijdarê roja salvegera damezrandina PKK’ê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva berxwedêrên zindanan roja 28’an de didome. Girtiya jin Necla Yildiz ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, çalakiya girtiyan û tiştên dijîn ji rojnamegera girtî Dîcle Muftuoglu re nirxand.

Wek tê zanîn Necla Yildiz ji sala 2016’an ve girtî ye û ji roja destpêkê ya binçavkirinê re ji hêla medyaya îktîdarê ve hedef hate girtin. Diviyabû di 3’yê sibatê de bihata berdan lê tehliyeya wê bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve (ÎGK) hate taloqkirin.

Dadgehê daxwaznameya Yildiz paşguh kir

Yildiz da zanîn ku her 6 mehan carekê rêveberiya girtîgehê bi hinceta “ji bo tehliyebûnê guncav nîne” kaxizekî teblîxî girtiyan dike û wiha got: “Di kaxizan de hincetên weke ‘poşmantî qebûl nekiriye, li qawîşa birêxistinkirî dimîne’ û hwd. weke hincet tên nîşandan. Dadgeh jî xwedî heman helwestê ye. Weke mînak, min du caran xwest li dijî biryara lijneyê parastina xwe ya devkî bikim û min daxwazname da Dadgeriya Înfazê. Çendek meh piştre bi biryara 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran hîn bûm ku ev daxwaznameya min hatiye paşguhkirin. Dadgeriyê hem bersiv nedaye hem jî weke ku min parastin kiribe pêşkeşî dadgeha jor kiriye. Min gelek caran ji Wezareta Dadê re nivîsand lê ew jî piştgiriyê dide rêveberiya girtîgehê. Bi kurt û kurmancî bi hevkariya van saziyan em di girtîgehê de dîl tên girtin.”

‘Em jin nayên tehliyekirin’

Bi domdarî Yildiz ev tişt anî ziman: “Dema tiştekî ku pergal bikare bide civakê nemîne, zext weke amûra ewil tê bikaranîn. Dixwazin di 2024’an de 12, di 2025’an de jî 8 girtîgehên nû vekin. Li gorî îktîdarê hêj bi hezaran kesên ‘divê poşman bibin’ hene. Her ku li dijî zextan bêhelwestî pêş dikeve, zexta li ser girtîgehan girantir dibe. Tacîz û zext êdî veguherîne rewşeke jirêzê. Di dema lêgerînên qawîşan de gardiyanan dema li ser hevalên me dinihêrtin ew tacîz kirin. Dema bertek tê nîşandan jî dibêjin; ‘ma dema destê mirov li we dikeve dibe tacîz?’ Me giliyê wan kir lê gotin; ‘gotina gardiyanan esas e’ û red kirin. Em jin nayên tehliyekirin. Ev bêhiqûqtî bi taybet jî li jinan tê kkirin.”

Divê piştevaniya şoreşgerî hebe

Di berdewamê de Yildiz bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Her çend ku li Tirkiyeyê kesên rastiyê dibêjin ji neh gundan biqewirînin jî rastî li hemû dinyayê belav dibin. Herî dawî li zêdetirî 74 welatan belav bû. Me ev agahî dereng wergirt. Ji ber ku mafê me yê agahîgirtinê tê astengkirin. Rojname û kanalên televîzyonê yên em dixwazin li vir qedexe ne. Bihîstina vê kampanyayê rê li ber kelecaneke mezin vekir. Bêyî ferq û cudahiya dem û cih divê piştevaniya şoreşgerî hebe. Sosyalîstbûn û parastina aştî û demokrasiyê vê yekê ferz dike.”

‘Gelên Tirkiyeyê çareseriyê heq dikin’

Yildiz destnîşan kir ku gotinên derdorên muxalîf ên li Tirkiyeyê yên têkildarî pirsgirêka kurd û Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hev nagirin û ev tişt anî ziman: “Hemû cîhan êdî dibêje pirsgirêka kurd heye lê li vir dema yek dibêje ‘pirsgirêka kurd heye’, ev yek weke mînakeke pir mezin ê demokrasiyê tê nîşandan. Tenê li pêvajoya 100 salan binêrin, dê bibînin ku pirsgirêka kurdan a qirkirin, pişaftin, neaxaftina bi zimanê xwe û hwd. hene. Dema navê birêz Ocalan derbas dibe, jinişka ve hemû dikevin pêşbirka neteweperestiyê. Ji bo tunekirina neheqiyên heyî, divê mijarên pirsgirêka kurd û azadiya birêz Ocalan bigirin rojeva xwe û gavan biavêjin. Gelên Tirkiyeyê çareseriyê heq dikin. Hêviya min ew e ku kampanyaya heyî ji bo Tirkiyeyê bibe mînak.”

‘Li dijî birêz Ocalan bi ser neketin tecrîd giran kirin’

Yildiz, got ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi salan e kampanya tên lidarxistin û axaftina xwe wiha qedand: “Fikrên wî pir zelal in û bi rehetî dikarin bikevin meriyetê. Hêviyê dide me ku utopyayên me jî pêk bên. Ji cîhana zarokekî bigire heta rêzgirtina ji bo kal û pîran, azadiya jin-mêr û pirsgirêka ekolojiyê… Paradîgmayeke wisa hatiye avakirin ku her kes xwe tê de dibîne. Ocalan bi xwe jî got ku dikare krîza Tirkiyeyê çareser bike. Lê mixabin li Tirkiyeyê qedrê rêberên mezin nayê zanîn. Yan jê re dibêjin ‘terorîst’ û dikin dijmin, an jî li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin û qetil dikin. Dema planên wan ên li dijî birêz Ocalan bi ser neketin jî tecrîd giran kirin. Bêguman desthilat paradîgmayeke wiha weke avantaj nabîne. Heke guhê wan li ser civakê bûya, dê birêz Ocalan yek deqeyê li wir nemabûya. Tevî her tiştekî jî paradîgmaya modernîteya demokratîk li cîhanê rastî kelecan û xwedîderketineke mezin hat. Ev jî serkeftina birêz Ocalan e. Em nikarin tecrîda li Îmraliyê ji pirsgirêkên civakî cuda bigirin dest. Heta ku ji bo sûcê navneteweyî yê di 15’ê Sibata 1999’an de hatiye kirin deng neyê derxistin dê çareseriyeke mayînde çênbe. Heke em xwedî li paradîgmaya birêz Ocalan derkevin dê pirsgirêk çareser bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar