Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi operasyonên şoreşgerî derbêb giran li dewleta dagirker a tirk dixin. Artêşa tirk a dagirker şevê din bi balafirên şer êrîşî stasyona petrolê yên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encamê de zirarên madî pêk hatin û navendên xizmeta guzariyê hatin girtin. Şêniyên Herêma Firatê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Demokraîk li dijî êrîşan meşek girseyî lidar xistin.
Meşa ku li Qada Jina Azad bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Cizîrê” û “Bijî Berxwedana Zapê” destpê kir de posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin hildan û heta Qada Şehîd Egîd berdewam kir. Li vir ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û piştre Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî. Şahîn bal kişand ser êrîşên li dijî binesazî û saziyên herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Armanca êrîşan valakirina herêmê û gel neçarî koçberkirinê ye. Weke Herêma Firatê bi hemû pêkhateyên xwe, em ê li hemberî zihniyeta şovenîst li ber xwe bidin. Em ê hêza xwe biparêzin. Dewleta dagirker a tirk li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran xwariye. Ji ber vê êrîşê herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike. Me sala 2023’yan bi pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bi dawî kir. Em ê bi têkoşîneke xurtir derbasî sala 2024’an bibin.”
Meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.