Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK’ê û PAJK’ê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a li Îmraliyê di 27’ê mijdarê de dabûn destpêkirin didome. Girtiyên ku di çarçoveya hamleya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ketine gireva birçîbûnê, diyar dikin ku ew ji bo aştî, demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê têdikoşin. Yek ji girtiyên ku ketiye greva birçîbûnê Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn e. Zelal Bîlgîn, hem têkildarî girtina xwe û hem jî têkildarî armanca çalakiyê de pirsên rojnamegera girtî Dîcle Muftuoglû bersivand. Hevpeyvîna Muftuoglû di Ajanasa Mezopotamyayê de hat weşandin.
Çend sal di ser girtina we re derbas bû. Sedema girtina we çibû?
Dema min xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) dikir, ez hatim binçavkirin û girtin. Ez nêzî 3 sal in girtî me. Ji bo ku me bigirin, hewceyî hinceta nake. Bi awayekî kêfî me digirin. Hem em kurd in û hem jî em jin in. Ji bo wan ev herdu nasnameyên me hinceta girtinê ye. Gelek hevokalan li pey hev rêz dikin û wekî sedema sûc nîşan didin. Ev tenê avakirina qaos û tevliheviyê ye. Me daxuyanî daye. Em tev li meşan bûne. Em tev li civînan bûne. Van xebatên me hemû wekî xebatên dijzagonî nîşan dane. Dema çalakiyên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê ji aliyê jinên kurd ve tên lidarxistin, wekî sûc nîşan didin. Tevlêbûna me ya van çalakiyan dikin sedema sûc. Dikin sedema girtin û darizandinê. Pirsa ‘Tu çima tev li çalakiyên 25’ê mijdarê û çalakiyên 8’ê mijdarê bû’ feraseta mêrê serdest nîşan dide.
Pergala ku mafê jinê yê jiyanê nas nake, jinên ku li dijî vê ferasetê şer dikin davê zindanê. Desthilat di vê feraseta xwe de çiqas dikare encamê bigire?
Hişmendiya mêrane, berê hemû çekan dane jinan û jin kirine hedefa xwe. Vê feraseta mêr li dijî jinan şerek dane destpêkirin. Em bi vî şerî re rû bi rûne. Rêveberê vî şerî dewlet e. Dîsa bi qasî dewletê pêşengên vî şerî tarîkat, cemaat, merên nas û nenas, malbatên ku protatîfa dewletê ne. Heval, hevjîn û heval in. Di nava vî şerî de jin dê kengî, li ku û çawa ji jiyanê bê qutkirin nediyar e. Jinên li dijî vê hişmendiyê şer dikin û têdikoşin, tora piştevaniya têkoşînê zexm dikin û mil didin hev û bi hevre têdikoşin. Hişmendiya paşverû hewl dide ku jinê di malê de hepis bike û êdî nikare li hemberî berxwedan û têkoşîna jinan bi ser bikeve. Feraseta ku nikare li hemberî têkoşîna jinan bi ser bikeve, vê carê wan davêje zindanê. Armanc dike ku jinan û civakê ji hev qut bike. Nêçîra Pîrebokan ku bi deh hezaran sal berê dest pê kiribû îro jî didome. Lê em jin di her gava jiyanê de cîroka xwe û dîroka xwe dinivîsin. Em bi mîrateya ku ji dîroka berxwedana xwe digirin, hewl didin ku di romana xwe ya nehatiye nivîsandin de bi cih bikin. Em dibînin ku desthilat encamê nagire û nikare bigire. Em di berxwedana jinên li zindanê li ber xwe didin de dibînin ku em ê li destkeftiyên 25’ê mijdaran xwedî derkevin û jinên vîna xwe datînin holê û dê bi ser bikevin
Helwesta girtîgehê binpêkirina mafan çi ye? Bi van binpêkirinan çi armanc dikin? Çavkaniyên van binpêkirinan ji ku digirin?
Hemû binpêkirinên mafan ên li zindanan pêş dikevin, çavkaniyên xwe ji polîtîkaya taybet a tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan ê ku 25 sal in li Girtîgeha Îmraliyê de di şertê tecrîda giran de tê girtin, distînin. Ev polîtîkaya tecrîdê, di serî de li zindanan û bi gelemperî li ser hemû civakê zext û tundiyê pêş dixe. Binpêkirina mafan pêş dixe. Mafê jiyanê, ziman, çand, mafê jiyana wekhev, azad û heviya jiyanê tecrîd dike. Hebûna girtîgehan bi serê xwe binpêkirina mafan e. Bi van girtîgehan armanc dikin ku bê nasname, bê şexsîyet bihêlin û ji civakê û civakîbûnê qut bikin. Bi vê rêbazê li zindanan serî li hemû pêkanînên şerê taybet didin. Bênavber êrîşî cewherê mirov û vîna mirov dikin. Li aliyê din zextên fîzîkî, derûnî, civakî û çandî berdewam dikin. Ev şiklekî îşkenceyê ye. Ev îşkence tenê li malbatan nayê kirin. Ev êşkence li malbatên girtiyan jî tê kirin.
Bi girtîgehan armanc dikin ku girtiyan bênasname û bêkasyet bihêlin. Dixwazin bêvîn bihêlin û ji civakbûnê dûr bixin. Lê em li van mekanên ku hişmendiya yekperest û faşîst armanc dike emrê me bi dawî bike, em emr li ser emr zêde dikin. Em bêtir xwe nas dikin û xwe digînin heqîqeta xwe.
Li Zindana Jinan a Sîncanê niha 11 jin divê serbest bên berdan. Lê ji ber zextên “poşmanî, bêalîbûn, înkara nasname û ziman’ red dikin, serbest nayên berdan. Ligel Yaklav û Sermin Demirdag ku 30 sal in girtî ne, li DGM’ê hatine darizandin û bi mehan êşkenceya giran li wan hatiye kirin, jinên wekî Nedime jinên din Rozerin Kurt, Mukaddes Kubilay, Zeynep Xan Bingol, Sabite Ekinci, Ozlem Demir, Dilan Oynaş, Sedef Demir, Necla Yildiz û Jiyan Ateş jî ji ber daxwazên li wan tên ferzkirin qebûl nekirine serbest nayên berdan û girtina wan dirêj dikin. Bi vê yekê dixwazin civakê jî bitepisînin û parçe bikin. Bi girtîgehên Tîpên S û Girtîgehên Ewlehia Bilind polîtîkayên tecrîdê bêtnir giran dikin. Dixwazin girtiyan bênasname, bêvîn û bêkasayet bihêlin. Dixwazin mirovan ji civakbûnê û civakê dûr bixin. Dixwazin civakê bê refleks bihêlin. Lê em li dijî hişmendiya yekperest û faşîst ku dixwaze emrê me li vir tune bike, em emr zêde dikin û em bêtir xwe nas dikin û digêjin heqîqetê.
Gelek dostên kurdan ên wekî kesên nivîskar, rewşenbir, akademîsyen, hiqûqnas û civaknas, ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad bibe li 74 navendan dest bi hamleya “Ji Ocalan re azadî” kirin. Hûn vê hamleyê çawa şirove dikin?
Gelek bi wate, bi qîmet û bi nirx e. Di heman demê de pêngavek yekemîn e. Yekem car dostên kurdan bi awayekî berfireh ji bo Rêberê Gelê Kurd kampanyayek wisa mesin didin meşandin. Bi qasî ez dizanim, ji xeynî Mandela tu Rêberên ku di qada navneteweyî de piştgirî girt û ji bo wî azadî hat xwestin tune bûn.
Ji ber vê yekê divê ev hamle bi baldarî û ji nêz ve bê şopandin. Ji ber ku li dijî Modernîteya Kapîtalîst, xwedîderketina modernîteya demokratik e. Bi vê xwedîderketinê bingeha Modernîteya Demokratîk tê avakirin. Gelên din û ên din ku bi hezar salan e tên înkarkirin û tune tên hesibandin, bi rêya vê Modernîyeta Demokratîk dikarin bên cem hev, bi hevre di nava aştî, aramî, edalet û wekheviyê de karibin bijîn. Ev paradîgma ji bo jiyana wekhev, azad û bi edalet dibe hevî. Ev paradîgma li Rojhilata Navîn û cîhan dibe model û mînakek.
Kesên di bin ronahiya paradîgmaya demokratik, ekolojîk, wekhev, azadiya jinê de tev bigerin dikarin bersîva herî xurt bidin hêzên hegomon ên polîtîkaya tecrîdê pêş dixin. Bersîv dane vê yekê jî. Pêngav û çalakiya ku li 74 navendan bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li dijî tarîtiya ku kapîtalîzma hov, rohahiyê û vejînê pêş dixe. Ev pêngav dê yekîtiya gelên cîhanê ava bike.
Li girtîgehan jî bi heman armancê çalakî hat destpêkirin. Ev çalakî tê çi wateyê?
Em hemû dibin şahidê şerê li rojhilata Navîn. Dijminantiya kurdan li her qadê bi awayekî der sincî û li dijî mirovahiyê xwe nîşan dide. Birêz Abdullah Ocalan, di bin tecrîda giran a mutlaq de ye. Di bin vê tecrîdê de bi kedek herî mezin û berxwedanek bêhempa xwe azad dike. Nîşanî her kesî da ku bi azadiya jinê civak jî dikare azad bibe. Nîşan da ku bi avakirina Modernîteya Demokratîk, bi jiyana wekhev a hemû gelan, bi pergala wekhev û azad heqîqet derdikeve holê. Li vir tişta tê tecrîdkirin heqîqet e. Ya tê tecrîdkirin gelê kurd e. Ziman, çand, nasnameya gelê kurd tê tecrîdkirin. Azadiya jinê ye. Karker û kedkar in. Ya tê tecrîdkirin ekolojî û ekosistem e. Mafê hevîyê ye. Mafê jiyanê ye Jiyana hevpar a gelan e. Ez im û tu ye. Ji ber vê yekê min jî di nava vê hamleyê de cihê xwe girt û ketim girevê. Em bi hevre li dora daxwaza “Ji Birêz Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dibin yek û glok.
Li cîhanê banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ tê kirin. Lê Tirkiye tecrîdê bêtir hişk dike. Hûn ji bo vê yekê çi dibêjin?
Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîda mutlaq te te ragirtin. Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de li dijî gelekî sûcê mirovahiyê tê kirin. Di vir de hêzên Hegemon jî çalak tev digerin. Lê rola xwe nadin xuyakirin. Hêzên Hegemon, paradîgmaya Modernîteya Demokratik ku li dijiî Modernîteya Kapîtalist e, ji bo xwe wekî talûke û gef dibînin. Vê paradîgmaya Rêbertiyê, li dijî projeya hêzên emperyalîst ku bi modela Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) dest pê kir û bi projeya Kemera Îslama Kesk berdewam dike, wekî asteng dibînin.
Rêberek, tevgerek û fikrek ku li pêşiya projeya emperyalîst asteng dibînin heye. Ji bo hikûmraniya xwe xurt bikin û hemûna pergala xwe berdewam bikin tecrîdê kur dikin û berdewam dikin.
Avakarên Netewe Dewletê li dijî pergalek bê dewlet û cîhanek bê şer in. Hebûna xwe li ser pergala înkar, bişaftin, parçekirin û mêtîngeriyê ava dikin.Em dibînin ku êdî NATO bêtesîr bûye. Şerê di navbera Rusya-Ukrayna de bû sedem ku NATO endamên xwe zêde bike. Dixwazin bi vê yekê qada bazirganiya çekan ji nû ve zindî bikin. Bi vê yekê NATO bi ruh dikin. Birêz Ocalan destnîşan dike ku çareseriya qeyrana modernîteyê, pergala Modernîteya Demokratîk e. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan di tecrîdê de dihêlin. Bi vêyekê dixwazin pergala xwe zindî bihêlin. Ji ber vê yekê tecrîda mutlaq pêş dixin.
Di hemû serdemên zindanan de berxwedanek heye. Ev berxwedan îro di kijan astê deye?
Li zindanan kevneşopişa ku hem hêzê dide û hem jî mirovan xemgîn dike heye. Di serdema darbeya sala 1980’yî de hemû amûrên fîzîkî, derûnî, ramanî û îmhayê li dijî girtiyan xistibûn meriyetê. Îşkenceyên li dijî mirovahiyê dikirin. Li zindanan mirov qetil dikirin. Ew kiryarên wê demê hînê jî di hiş û aqilan de ne.Li dijî wê hovîtiyê berxwedana bêhempa ya wê demê jî hînê zindî ye û di hiş û aqilên mirovan de zindî ye. Wê demê gotin ‘Berdêla wê çi dibe bila bibe em teslîm nabin’ Bi biryar xeta berxwedanê ava kirin. Ev xeta berxwedanê niha jî berdewam dike. Ev kevneşopî bi her awayî xwe diparêze û berdewam dike. Em ji vê kevneşopiya berxwedanê hatine. Em hewl didin bi vê çalakiya xwe bibin layiqî wan. Ev mîrateya duh îro derbasî qada enternasyonaliyê bûye. Çalakiyên li girtîgehan li derve belav dibin. Çalakiyên girtîgehan û derve dibin yek û xurt dibin. Têkoşîn mezin dibe û xurt dibe.
Gavên ku li hundir û derve çalakiyan û têkoşînê mezin bike çi ye?
Eger em li dora nirxên hevpar bibin yek, li dijî pêkanînên dijdemokratîk, polîtîkayên zayendperest derkevin, em girseyê tev li çalakiyan bikin em dikarin hêz û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Birêz Abdullah Ocalan, got ‘Rêya sêyemîn. Ne xeta muhafazakar, ne jî xeta yekperest, olperest, nijadperest. Ne jî xeta neoliberal lîberal. Em bi hişmendiya xeta 3’yemîn tev digerin.
Em li dora nirxên hevpar bibin yek, em dikarin têkoşînê mezin bikin. Birêz Ocalan got xeta sêyemîn. Divê em hişmendiya ‘Bila hindik be, bila ya min be’ red bikin. Divê em li dora yekîtiya hêzan kom bibin.
Weke girtiyeke di çalakiyê de peyama we ya ji bo derve çi ye?
Em dizanin gelê me, dostên me û hevalên me bi dil û aqilê xwe bi me re ye. Ev çalakî ji ber hin sedemên taybet li cem min xwedî wateyek pir mezin e. Ji ber vê yekê bersivandina vê pirsê zahmet e. Di serî de ez çalakiya ku Leyla Guven di mijdara 2018’an de dest pê kir û li hemû zindan û derve belav bû û 4 demsalan berdewam kir, bi rêzdarî silav dikim. Ez canên ku gotin ‘Ez jiyanê bi qasî ku di oxira wê de bimirim hez dikim’ û hemû hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û hurmet bîr tînim. Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de ya tê tecrîdkirin, jiyana hevpar a gelan e. Bi vê bawerî û biryariyê hêza xwe ji têkoşîna gel a mafdar digirim. Bi vê hêz û wêrekiyê divê em li her qadê bibin parçeyekî têkoşîn û berxwedanê. Em hemû bi hev re li dijî mirinê jiyanê, li dijî şer aştiyê û li dijî tarîtiyê ronahiyê geş bikin.