Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

CÎK: Divê em van zaliman rawestînin

Serokê Giştî yê CÎK’ê Hafiz Ahmet Tûrhalli têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker de xwest ku gelê kurd li dora Rojava bicive û wiha got: “Ji destê kê çi tê bila bike. Divê em van zaliman rawestînin. Divê gelê me li dijî êrîşan li ber xwe bidin.”

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli bi peyameke dîtbarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava şermezar kir. Tûrhalli got ku dewleta tirk qadên sivîlan bomberan dike û wiha axivî: “Dewleta tirk ji aliyekî ve êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê dike rojev. Li aliyê din jî bi rengekî giran bombeyan li gelê kurd ê li Rojava dibarîne. Mirovên sivîl qetil dike. Êrîşî saziyên cemaweriyê, nexweşxane û saziyên binesaziyê dike û sûcê şer dike.”

‘Ji destê me çi tê divê em wê bikin’

Tûrhalli di dawiya peyamê de ev bang kir: “Ji destê kê çi tê bila bike. Divê em van zaliman rawestînin. Li cihê ku zilm hebe îslamiyet û mirovahî nîne. Eger em îro li ber êrîşên li ser Rojava ranebin ji êrîşan em ê hemû berpirsyar bin. Lewma divê em li ber vê zilmê rabin. Ji destê me çi tê divê em wê bikin. Dewleta Tirk ji doh bi şev ve bombeyan li Rojava dibarîne. Sedem çi ye? Li başûrê Kurdistanê li hemberî şervanên azadiyê têk çûn. Tola vê yekê ji mirovên sivîl hiltînin. Qadên jiyanê yên mirovên sivîl tune dikin. Êrîşî nexweşxane, sîloyên genim û saziyên xizmetê dikin. Ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li hemberî van zaliman em dengê xwe bilind bikin. Bila her kes li ber van zaliman rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar