Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dewleta dagirker 22 navendên gel bombebaran kir

Dewleta tirk a dagirker di 24 saetên dawî de li Qamişlo, Amudê û Kobanê 22 navendên xizmetê ku di nava wan de nexweşxane jî hene bombebaran kirin. Di êrîşan de 8 welatî şehîd bûn, 13 jî birîndar bûn.

Artêşa tirk a dagirker di 25’ê kanûnê de ji saetên serê sibehê heta saetên destpêkê yên îro heta 26’ê kanûnê navendên xizmetê yên li Qamişlo, Amudê û Kobanê bombebaran kirin. Li gorî şopandina nûçegihanên ajansa me di bomberanên ku piranî li ser Qamişlo pêk hatin de, 8 welatî şehîd bûn, 13 jî birîndar bûn. Her wiha ziyanek mezin a madî pêk hat. 8 şehîd jî di êrîşên ser Qamişlo de şehîd bûn. Dîsa di êrîşên li ser Qamişlo de 11 kes birîndar bûn. Di êrîşên ser Kobanê de jî 2 kes birîndar bûn.

Komîteya Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya şehîdan aşkera kir. Komîteyê ev agahî parve kir: “Di êrîşan de Ferhan Xelef, Bêrîvan Mihemed, Hisên Ehmed, Riyad Hemo di êrîşa li dijî çapxaneya Sîmav de şehîd bûne, di bombebarana li kargeha êman a Cizîrê de Rênas Hemîd şehîd bûye. Di bomebarana li dijî kargehekê li taxa Eleya ya Qamişloyê de Ferhan Temê şehîd bû. Di hedefgirtina aşxaneya gundê Um El Fursan ê Qamişloyê de Aya Sebawî şehîd bû.”

Cihên ku hedef hatin girtin wiha ne: 

-Derdora saet 08:00’an li bajarê Kobanê garajek wesayîtan.

-Li Kobanê heman saetê de navendek şîrketekê hat bombebarankirin.

– Stasyona trênê li bajarê Qamişloyê hat bombebarankirin.

-Navendek pîşesaziyê ya li taxa Alaya ya bajarê Qamişloyê hat bombebarankirin. Di bombebaranê de welatiyek şehîd bû.

– Li Qamişlo navendeke avakirinê ya li ser rêya harwirdorê ya bakurê bajêr hat bomebarankirin.

-Çapxaneya Simav a li ser rêya hawirdorê ya Qamişloyê hat bombebarankirin. Di êrişê de 4 karmendên navendê şehîd bûn.

– Kargeha Êman a Cizîrê ya li Qamişloyê hat bombebarankirin. Di êrîşê de welatiyek şehîd bû.

– Navenda Dirûnkariyê (Terzîxane) ya li taxa Meyslûn a Qamişloyê hat bombebarankirin.

-Li navçeya Amûdê kargeha zeytûnan a Rohilat hat bombebarankirin.

– Li Amûdê fabrîqeya nîskan hat bombebarankirin.

– Li Amûdê Salona Dawetê ya Karam hat bombebarankirin.

– Navenda Kobanê hat bombebarankirin

– Nexweşxaneya Meştenûr a li navenda bajar hat bombebarankirin.

– Kargeh û embarek pembo ya li gundê Um El-Fursan ên rojhilatê Qamişloyê hatin bombebarankirin. Di bomberanan de 2 welatî şehîd bûn.

– Gundê Şorkê yên li rojhilatê Qamişloyê hat bombebarankirin.

-Navenda avakirinê ya li taxa Enteriye ya bajarê Qamişloyê hat bombebarankirin.

-Benzînxaneya Botan (Navê berê El-Felahîn) hat bombebarankirin.

– Deverek li nêzî navenda diyalîzê ya Qamişloyê hat bombebarankirin.

– Tekane navenda oksîjenê ya li Qamişloyê hat bombebarankirin.

-Xaniyên li taxên rojavayê Kobanê  hatin bombebarankirin.

– Derdora daristana Kobanê hat bombebarankirin.

– Li Kobanê li ser rêya Helebê çewlikek mirîşkan hat bombebarankirin.

Cihên navborî tenê carekê nehatine bombebarankirin. Hinek navend 2 caran, hinek 3 caran hinek 5 caran, hinek jî 6 caran hatine bombebarankirin. Êrîşa herî zêde li ser nexweşxaneya Meştenûr pêk hat. Dagirkeran 6 caran nexweşxane bombebaran kir.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar