Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Wek marê nîvkuştî li dewleta tirk hatiye

Dewleta tirk bi rengekî aşkera li ser zarê hemû rayedarên xwe ji destpêkê de dijminahiya xwe ya ji bo tecrûbeya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê tîne ziman.

Ji destpêka bûyerên li Sûriyeyê ji sala 2011’an de bi metirsiya ku kurdên rojavayê Kurdistanê statuyekê bidest bixin, dewleta tirk bi hemû hêza xwe destwerdana herêmê kir.

Di destpêka sala 2012’an de dewleta tirk xwest bi riya hin komên radîkal ên wê demê wekî Heyet Tehrîr El Şam, Nusra û gelek komên din rojavayê Kurdistanê dagir bikin û bi riya êrîşan bihêlin ku xelkên herêmê birevin û Rojava vala bibe.

Piştre jî xwest ku bi riya çeteyêçn DAIŞ’ê vê yekê bike lê dîsa bi ser neket. Ji ber kurd jî di wê ferqê de bûn û bi riya avakirina hêza xwe ya leşkerî û birêxistinkirina gelên heêmê dikaribû bibe bersiv ji bo hemû êrîşan û bi bedelên giran, bi xwîna bi hezaran ciwanên xwe herêma xwe parast û ji xwe re rêveberiyek ava kirin.

Dema ku dewleta tirk dît herêm vala nebû û planên wê yên li dijî Rojava bi riya wan komên çete neçû serî, êdî, bi xwe û artêşa xwe destwerdan kir û hin deverên herêmê xistin bin kontrola xwe.

Armanca hemû destwerdanên berê û vê destwerdana dawî ya ku bi riya êrîşên hovane li dijî sivîlan û binesaziya herêmê tê kirin yek armance, ew jî herêmê ji xelkê wê vala bike û pêşiya statiyekê ji bo kurdan bigire.

Dewleta tirk bi van êrîşên li dijî saziyên xizmetê û binesaziya herêmê, dixwaze gelên herêmê neçar bike ku ji herêmê derkeve. Dixwaze wî gelê fedakar yê ku bi salane di şert û mercên gelekî dijwar de dest ji axa xwe bernedaye, mecbûrî revê bike û hemû riyên jiyanê li pêşiya wî bigire.

Ev armanc ji alî her kesî ve tê zanîn û çawa berê vî gelê fedakar li ber xwe da û bi riya sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û fedakariya xwe şeret û mercên jiyanê ji xwe re afirandin. Dê ev gel dîsa li hemberî van êrîşan jî li ber xwe bide û xwedî li destkeftiyên xwe derkeve.

Heta niha Rêveberiya Xweser bi sebrekî mezin tevdigere û tevî hemû hewldanên dewleta tirk xwe nakişîne nava şerekî berfireh û topyekûn da ku gelên herêmê zirarê nebînin. Her wiha wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Abdî jî got ew heta niha girêdayî lihevkirinên ku bi riya hêzên koalisyonê hatine kirin tevdigerin.

Lê dewleta tirk ne girêdayî wan peymanan dimîne û bi van êrîşên dawî aşkera sûcên şer dike. Hedefgirtina kargehên eletrîk, gaz û dezgehên xizmetguzariyê tên wateya sûcên şer.

Rayedarên dewleta tirk bi sedên caran ji bo êrîşên Israîlê ên li ser saziyên xizmetê digot ku artêşa Îsraîlê sûcê şer dike. Niha artêşa tirk heman sûcan dike, êrîşî nexweşxane, firin, stasyona trênê, ofîsên genim, stasyonên av, elektrîk û gazê dikin.

Dewleta tirk a ku zirt û fortên xwe dikir û digot em li her derê bi serkeftine di van rojên dawî de li çiyayên Kurdistanê darbeyên giran xwarin û êdî wek marê nîvkuştî lê hatiye. Lewre jî ewqasî har û dîn bûye û tola têkçûna xwe ya li çiyayên Kurdistanê di serê bakur û rojhilatê Sûriyeyê re derdixîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar