PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Serhat: Piştî têkçûnê di ragihansinê de şerê taybet tê meşandin

Rojnameger Kurtay Serhat ê têkildarî şerê li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê diqewime axivî, diyar kir ku windahiyên leşkeran tên  veşartin.

Êrîşên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Di 22-23’yê kanûnê de li herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê pevçûnên dijwar qewimîn. Di encama pêvçûnan de gelek leşkeran hatin kuştin. Wezareta Parastinê ragihand ku di pevçûnên 22’yê kanûnê yên li Xakûrkê 6 leşker hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne. Her wiha ragihand ku di 24’ê kanûnê de jî li Metînayê pevçûn derketiye û 6 leşker hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûne. HPG’ê têkildarî pevçûnên 22-23’yê kanûnê de daxuyanî da. Li gorî daxuyaniya HPG’ê di pevçûnên li Xakûrkê de 27 leşker hatine kuştin û girê ku leşker lê bûn jî ketiye bin kontrola wan. Di heman demê de hat destnîşankirin ku gelek çek û techîzata leşkerî hatiye desteserkirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di pevçûnên li Metînayê de jî 9 leşker hatine kuştin. Di daxuyaniyê de têkildarî pevçûnên li Zapê jî agahî hatin dayîn. Hat gotin ku di pevçûnên li Zapê de 34 leşker hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku di pevçûnan de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Der barê geşedanên ku li çiyayên Kurdistanê diqewimin de rojnameger Kurtay Serhat ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandinên girîng kirin.

Rojnameger Serhat, anî ziman ku yekane tişta ku bi salan e leşkerên li herêmê dikin girtina giran e û wiha axivî: “Lêbelê, hesaba li malê ne li gorî bazarê bû, ji ber ku her ku pozîsyona şer û avakirina baregehan zêde dibe şer jî giran dibe. Ev tê wê wateyê ku qasî ku girên wê herêmê hene divê ku artêşa tirk bigire. Bi salane ku hewl dide vê yekê bike, li ser bi dehan giran bi cih bûye, lê nikare leşkerên xwe tam bi cih bike. Ji ber ku hêza dijberê wan ne hêzeke ji rêzê ye, hêzeke gerîla ye û bi salane li wan herêman pergala bin erdê amade kiriye û gav bi gav tevahiya herêmê nas dike.”

Mijar bi şandina leşkeran naqede

Kurtay Serhat, anî ziman ku artêşa tirk li baregehên ku herî zêde lê amade ye windahiyan dide û wiha got: “Bi teknolojiya heyî heta herêmên herî dijwar dikarin leşkeran bişînin. Lê belê pirsgirêk tenê bi şandinê an jî misogerkirina ragihandinê bi dawî nabe. Bi taybetî heke hûn li erdnîgariyeke wisa berfireh bin û eger hêzek li dijî we şer bike, ev yek hîn aloztir dibe. Bi qasî ku em dibînin, herêmên baregehên ku artêşa tirk lê hene li dû hev windahî dane. Di baregehên ku herî zêde amadene û bi sê qatên têlên ewlehiyê hatiye dorpêçkirin û her alî jî tim û tim bi kamerayên erd û hewayî ve tê şopandin darbe dixwe. Awayê ku medyaya şerê taybet a radigihine û diafirîne ne rast e.”

Tîfaqên berjewendiyan

Serhat, bal kişand ser hevkariya AKP’ê û PDK’ê û wiha berdewam kir: “Ji aliyê siyasî ve, wisa xuya dike ku Tirkiye bi avakirina baregehên daîmî û çêkirina rê li vir razemeniyên pêşerojê dike. Yanî di pêşerojê de planên îlhaqê hene û vê jî gav bi gav pêk tînin. Lê bi awayekî fermî ev herêma 35 salî ya xaka Iraqê ye û 40 kîlometre kûr e û em dizanin ku di vê mijarê de bi hikûmeta navendî ya Iraqê re ti lihevkirinek nîne. Planên ku bi ser tifaqa bi PDK’ê re çêkirine, lê ne diyare ku dê kengî ev şert û merc berovajî bibin. Xuya ye ku PDK ji ber lawaziya xwe ya li Iraq û başûrê Kurdistanê pêwîstiya wê bi dewleta tirk heye û bikar tîne. Dewleta tirk a êrîşkar jî vê yekê her tim li dijî hevkarên xwe weke şîrekî bikar tîne. Dewleta tirk jî ji vê rewşa PDK’ê û bi taybet Barzaniyan sûd werdigire û dixwaze heta Kerkûk û Mûsilê serweriya xwe ava bike, an ku her du hêz jî ji bo vê di nav hewldayinê de ne. Lê çawa ku her tiştekî dîroka xwe ya bi dawîbûnê heye, ev polîtîka jî diqede. Di vê mijarê de em vê ji dîrokê re bihêlin; Niha yê ku herî zêde piştgiriyê dide van polîtîkayên berfirehkirina rejîma AKP’ê û MHP’ê û ji bo di pratîkê de bi cih bîne, PDK û bi taybetî Barzanî ne, lê dema ku ba bizivire, yên li Iraqê dewleta tirk weke dagirker îlan bike PDK û Barzanî ne. Em ê van bi hev re bibînin.”

Di medyayê de şerê taybet dimeşînin

Serhat, bi lêv kir ku li herêmê pevçûnên dijwar rû didin û di van pevçûnan de wendahiya leşkeran pir e û wiha domand: “Bi salane propagandaya ‘me qedandin’  tê kirin. Lê hatiye rewşeke wisa ku ew bi xwe jî bûne qurbana derewên xwe. Ji şerê ku berdewam dike destkeftiyek siyasî, çîrokek serketî çêkirin û ji bo medyaya şerê taybet materyal çêkirin û pir bi kar anîn. Berê rewş di asta medyayê de bû, niha bala xwe bidinê, hemû daxuyaniyên wan ên fermî di vî warî de ne, di her daxuyaniyeke wan a fermî de nakokî hene. Bifikirin, dewletê di daxuyaniya xwe ya fermî de got, ‘ku gelek leşkerên me di encama gulebarana teroristan de jiyana xwe ji dest da’ Îcar çawa dibe ku evqas kuştî û birîndar di encama guleya tacîzê de jiyana xwe ji dest bidin?  Di warê leşkerî de gulebarankirina bi tacîzê tenê ji bo hişyariyê tê kirin. Ger saziya fermî ya dewletê daxuyaniyên bi vî rengî pêkenok, derveyî hiş û aqil bide, divê em ji medyayê tiştekî hêvî nekin. Bi rastî jî medyaya wan ji bilî propagandaya hişk û qehremaniyê tiştekî nake. Ya rast ew e ku ji sala 2015’an û vir ve bi taybetî ji sala 2021’an ve şerekî pir dijwar heye. Li van herêman her roj di navbera hêzên HPG’ê û artêşa tirk de şer û pevçûn diqewimin û hema bêje her roj kuştî û birîndarên artêşa tirk çêdibin, lê artêşa tirk bi tevî windahiyên wan hene jî bi awayekî fermî parve nakin û paşguh dikin. HPG rastiya vî şerî bi belge û wêneyan bi raya giştî re parve dike.”

Serhat destnîşan kir ku krîza aboriyê ji ber israra polîtîkaya şer a dewletê didome û got: “Bêguman vî şerî bandorên madî û manewî yên mezin li ser civakê kiriye û wê bike. Aloziya aborî ya heyî encama van polîtîkayane. Civak her roj ji ber van polîtîkayên şer têk diçe. Krîza aborî ya heyî tenê destpêk e. Xuya ye heta ku di vê polîtîkaya înkarê de bê israkirin dê ev yek bidome. Her wiha di civakê de rûxandineke kûr a exlaqî heye, civak riziyaye. Bi kurtasî, polîtîkaya şer hem civaka Tirkiyeyê tune dike û hem jî dirizîne. Berpirsiyarê vê jî tenê hikûmet û komeke teng a li derdora wê ne.”

‘Civak dibe qurbanê polîtîkayên şer’

Rojnameger Kurtay Serhat, diyar kir ku civak bûye qurbaniya polîtîkayên şer ên AKP û MHP’ê û wiha pê de çû: “Şerê li herêmê ji sala 2021’an û vir ve xwedî karakterekî cuda ye. Dema ku operasyona Garê ya 4 rojan têk çû rewşa wan a heyî diyar bû. Rewşa nû jî zû, dereng wê derkeve pêşberî me. Ji ber ku ya ku dihate xeyalkirin û dihat xwestin pêk nehat. Heman xeyalên dagirkeriyê îro jî berdewam in. Ji ber vê yekê yên ku rexne dikin bi awayekî cidî raya giştî dixapînin. Li vir dibêjin, ‘me berê ev kir, me wisa kir, em wisa şêr bûn, em bi vî rengî qehreman bûn.’ Dibêjin ku,tiştên berê hatine kirin rast bû û tişta ku niha tê kirin jî xelet e.

Bi kurtasî herkes di vê mijarê de hewl dide reklama xwe bike û berjewendiya siyasî bi dest bixe. Aliyên  kurd her car dewlet hişyar dikir û digot dev ji van polîtîkayên şer berde. Dewlet ji şer encam nagire. Israra şerê van di 9 salên dawî de Tirkiye aniye vê astê. Ji ber vê yekê civaka Tirkiyeyê ji ber rejîma AKP’ê û MHP’ê ji cîhanê û serdema nû bi qutbûyî dijî û dewlet û çapemeniya tirk jî sond xwariye ku rastiyê nebêje. Ger hûn manşetên rojnameyan ên ji sala 1984’an heta niha vekin û binêrin arşîva televîzyona dewletê TRT’ê binêrin, hûnê heman manşetên rojnameyên îro jî bibînin. Îcar çi bû, tevgera kurd wisa ji holê rabû? Berevajî vê, ew veguherî hêzek û xwedî rastiyeke ku bandorê li ser tevahiya cîhanê dike ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar