Li Tirkiyeyê rojnamegerî di bin zext, zordarî û faşîzma desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de ye. Di 11 mehên dawî de 134 rojnamegerên ku piraniya wan kurd in hatin binçavkirin û 33 rojnameger hatin girtin. Rojnamegerên kurd di 2023’an de bi zextan, binçavkirin û girtinan re rû bi bû man. Ev jî rastiya faşîzma AKP-MHP’ê ya li hemberî rojnamegeran bi taybetî jî rojnamegerên kurd nîşan dide. Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê Serdar Altan û ji Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê Dîren Yurtsever, rewşa rojnamegerên kurd ên sala 2023’an, zextên hikûmetê û bendewariya rojnamegerên kurd ji sala 2024’an nirxandin.
Zextên li ser çapemeniya kurd 30 sal in didomin
Endama MKG’ê Dîren Yûrtsever diyar kir ku sala 2023’an wê ji bo rojnamegerên kurd ji demên berê ne cudatir be û wiha got: “Ji bo rojnamegerên kurd li gorî serdemên berê tiştekî pir cuda nebû. Zextên sîstematîk ên li ser çapemeniya kurd ku zêdeyî 30 sal in berdewam dikin, di vê demê de jî berdewam kirin. Girtin, binçavkirin, doz, lêpirsîn û astengiyên gihandina kanalên medyayê di sala 2023’an de jî berdewam kir. Lê belê cudahiya sala 2023’an li gorî demên berê ew e ku ji sala 2022’an û vir ve Tirkiye ket nava atmosfereke hilbijartinê û bi vê atmosfera hilbijartinê re operasyonên binçavkirinê pêk hatin, gelek hevalên me yên rojnameger hatin girtin û doz li wan vekirin.”
Rojnamegerên kurd li dijî êrîşan li kolanan bûn
Yûrtsever diyar kir ku zextên li ser rojnamegerên kurd, asta demokrasiyê ya li Tirkiyeyê raxist ber çavan û wiha domand: “Li aliyekê zext hebû, lê di heman demê de rojnamegerên ku kevneşopiya çapemeniya azad didomînin jî dizanin ku ji bo eşkerekirina heqîqetê wê bên girtin, binçavkirin û belkî jî bên qetilkirin. Rojnamegerên kurd di sala 2023’an de li dijî van hemû zext û girtinan li kolanan û qadan bûn. Hem mafê gel ê agahdarkirinê diparêze, hem jî ji bo azadiya hevalên me yên girtî têdikoşiyan. Sala 2023’an hem bû serdemeke zêdebûna zextan û hem jî salek ku li dijî zextan biryardariya rojnamegeriya bi rûmet nîşan da.”
Rojnamegerên jin bi êrîşên fîzîkî bi rû bi rû man
Yûrtsever anî ziman ku zextên li ser rojnamegerên jin ên kurd ji rojnamegerên mêr zêdetir in û wiha pêde çû: “Ev yek rastiya polîtîkayên mêtingeriyê yên hikûmetê nîşan dide. Em bi desthilatdariyeke ku ji jinan ditirse re rû bi rû ne. Rojnamegerên jin di tevahiya salê de hewl dan bibin dengê jinên ku li ber xwe didin, çalakî li dar xistin û li dijî vê helwesta hikûmetê nerazîbûn nîşan dan. Em dibînin ku rojnamegerên jin rastî êrîşên fizîkî tên. Ji ber ku jin e jî taciz dikin. Wek mînak nûçegihana JinNewsê Elfazî Toral ji aliyê polîsan ve hem êşkence lê kirin û hem jî tacîz kirin. Ev êrîşa li dijî nasnameya jinê nîşan dide.”
Rojnamegerên kurd dê pêşengiyê bikin
Yûrtsever diyar kir ku sala 2024’an wê ji bo rojnamegerên kurd bibe saleke ku hem zext û hem jî lêgerîna heqîqetê wê giran bibe û wiha axivî: “Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene, me tecrûbe kir, di hilbijartinên giştî de li dijî çapemeniya azad operasyonên girseyî pêk hatin. Ji bo çavtirsandinê dibe ku operasyonên wiha dîsa bêne kirin. Haya rojnamegerên kurd jî ji vê yekê heye. Sala 2024’an wê bibe serdemeke ku em ê hem têkoşîna heqîqetê bi hêztir bimeşînin, hem jî li hemberî êrîşan rojnamegeriyê biparêzin. Yek ji şertên vê yekê jî xurtkirina wê hevgirtinê ye. Di wî warî de dibe ku sala 2024 bibe salek ku rojnamegerên kurd di warê rojnamegeriyê de rêxistina xwe xurtir bikin. Bi awayekî giştî sala 2024’an ji bo rojnamegerên ku di bin şert û mercên Tirkiyeyê de dixebitin, wê bibe sala geşbûn û hevgirtinê. Rojnamegerên kurd wê karibin pêşengiya vê bikin.”
57 rojnameger di girtîgehê de ne
Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê Serdar Altan, diyar kir ku hikûmetê ji sedî 90-95’ê çapemeniya Tirk xistiye bin kontrola xwe û rojnameger nikarin azad bixebitin. Altan anî ziman ku di sala 2023’yan de bi dehan rojnameger hatin binçavkirin û girtin û wiha axivî: “Di sala 2023’an de bi dehan rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Îsal di warê hiqûqî de saleke reş bû. Dema em li daneyên 11 mehên 2023’yan dinêrin, em dibînin ku 114 rojnameger hatine binçavkirin û 33 rojnameger hatine girtin. Helbet piraniya wan rojnamegerên kurd in. Dîsa di vê pêvajoyê de der barê 69 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin, der barê 58 rojnamegeran de jî doz hat vekirin. Ji 37 rojnamegeran re bi giştî 38 sal û 10 11 roj cezayê girtîgehê hat dayîn, rojnameger 760 caran derketin pêşberî dadger. Li gorî daneyên me yên dawî hêj 57 rojnameger di girtîgehê de ne. Helbet dema em meha dawî ya salê jî li van daneyan zêde bikin, diyar e ku dê hejmar zêdetir bin. ”
Nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin
Altan diyar kir ku polîtîkayên zextê yên li ser çapemeniyê wê di sala 2024’an de jî bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema em li atmosfera heyî dinêrin, wê di sala 2024’an de jî hewl bê dayîn polîtîkayên bi heman rengî yên li ser çapemeniyê bên meşandin. Ji ber vê yekê jî çi bikin bila bikin, wê nikaribin çapemeniya kurd û rojnamegerên azad bêdeng bikin û asteng bikin.”