Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Divê Yekitiya Ewropayê demildest ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang bike’

Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Nikolaj Villumsen got ku mifteya ku li Rojhilata Navîn aramî û aştiyê pêk bîne, Rêber Abdullah Ocalan e û wiha axivî; “Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê bê hêsankirin, divê YE tavilê banga serbestberdana Abdullah Ocalan bike.”

Parlamenterê Danîmarkayê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nikolaj Villumsen der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêngava navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de, ji ANHA’yê re axivî.

Villumsen diyar kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û nayê qebûlkirin û wiha got: “Tecrîd di heman demê de mînaka bêtehemuliya serokkomar Erdogan a ji bo tepisandina muxalefeta kurd û ya demokratîk a li Tirkiyeyê ye.”

Nikolaj Villumsen anî ziman ku ku şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, di pêvajoyeke aştiyê de gelekî girîng e û wiha domand: “Divê zext û bala navneteweyî li ser pêwîstiya çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê be. Bêguman bidawîbûna hikumeta Erdogan dikare were wateya pêşketineke demokratîk û aştiyane ya li Tirkiyeyê û ji bo welatên cîran û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd. Em dibînin ku Erdogan ne tenê gelên Tirkiyeyê, di heman demê de bi êrişkariya xwe ya bêhiqûqî û êrişên xwe yên li hemberî kurdên li Rojava û kurdistana Iraqê re hiqûqa navneteweyî binpê dike.”

Villumsen diyar kir ku pirsgirêka kurd di rojeva Parlamentoya Ewropayê de, lê pêwîstiya mijarê bêhtir bi baldariyê heye. Villumsen diyar kir ku divê Yekitiya Ewropayê (YE) li dijî êrişkarî û zextên Erdogan dengê xwe bilind bike, gavan biavêje û mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî biparêze û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mifteya ku li Rojhilata Navîn aramî û aştiyê pêk bîne, Rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê bê hêsankirin, divê YE tavilê banga serbestberdana Abdullah Ocalan bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar