Dewleta tirk a dagirker bi balafiran êrîşî binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û sivîlan şehîd dike. Têkildarî êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban ji ANHA’yê re axivî. Îbrahîm Şaban diyar kir ku helwesta rejîma tirk a li hemberî Xezayê û pêkanînên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê durûtiya wê nîşan didin. Şaban anî ziman ku dewleta tirk li gel nebûna helwesta erebî û navneteweyî sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û diyar kir ku ev yek siyaseta berjewndiyan nîşan dide.
Nivîskar Îbrahîm Şaban bêdengiya navneteweyî û erebî ya li hemberî pêkanînên dewleta tirk a dagirker rexne kir û wiha got: “Ji sala 2011’an û heta îro ve rejîma tirk a bi serokatiya Erdogan sûcên şer pêk tîne. Di encamê de bi hezaran kes bûne qurbanî. Lê hêzên navneteweyî tev nagerin û hesab ji sûcdaran napirsin.”
Şaban îşaret pê kir ku dewleta tirk serdestiya Bakur û Rojhilatê Sûriye û Iraqê binpê dike û wiha pê de çû: “Li gel Tirkiyeyê pirsgirêkên ewlehiyê li başûr welat hene. Ne mentiqî ye ku vê pirsgirkê bighîne Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bakurê Iraqê. Dewleta tirk serdestiya herdu welatan binpê dike û erdên wan dagirker kiriye. Nabe dewleteke li ser hesabê welatekî din ewlehiya xwe ava bike.”
Îbrahîm Şaban bal kişand ku helwesta dewleta tirk a têkildarî Xezayê gelek bazirganî û bikaranîna hestên ereb û misilman di nav xwe de hildigire û got: “Dem hatiye ku li hemberî sûcên Tirkiyeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgereke bê kirin. Berdewama bêdengiya li hemberî van sûcan êdî nabe.” Şaban bang li Komkara Ereban û hikumeta Şamê kir ku lîsteya sûcên dewleta amade bikin, bi awayekî fermî ji Enqere bixwazin bila ji xaka Sûriyeyê derve û dagirkeriya wî bi dawî bikin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Şaban da zanîn ku gelek delîl hene têkiliyên rejîma tirk bi rêxistinên terorîst mina DAIŞ û Cebhet El Nusra re îsbat dikin. Şaban têkildarî êrîşên vê dawiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev tişt anî ziman: “Di demekê de ku leşkerên tirk hatin kuştin, afrînerê biryara tirk gêj û îflas kiriye, tevlihev bûye, lew ra êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.”
Şaban bang kir ku divê hesab ji Enqereyê were pirsîn û hêzên wê ji Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê werin derxistin.