Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku li bakurê Kurdistanê hilbijartinan winda dike, bi qeyûman şaredariyên gel xesp dike. Yek ji şaredariyên ku bi qeyûmê hat xespkirin şaredariya Nisêbînê bû. Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergiz ji bo sûcdarkirina sîstema Hevserokatiyê, ev bersiv dabû: “Sîstema hevserokatiyê xeta me ya mor e. Sîstemeke ku me jinan diparêze û ji kotayê wêdetir xwedî radestkirina heq e.”
Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergiz a ku qeyûm şûna wê hatî tayînkirin derbarê xebatên hilbijartinên herêmî de axivî. Semîre Nergiz diyar kir ku dema qeyûm şûna wan hatî tayînkirin, budçeya şaredariyê jî hate talankirin û wiha got: “Sîstema hevserokatiyê yek ji esasên paradîgmayê ye. Nûneriya wekhev pêk tîne. Bi salane em di hemû saziyên xwe de vê yekê esas digirin. Ji bo şaredariyên me jî ev bi vî rengî ye, heta astekî wêdetir e jî. Em tevgerek wisa ne ku avakirina civakî ne ji jor, ji bingehê dinirxînin. Rêveberiyên herêmî di vê mijarê de gelekî girîng in. Li gel şaredartiya alternatîf îdîaya me ya şaredartiya jinê jî heye. Nisêbîn yek ji wan bajaran e ku ev yek xistiye meriyetê. Ayşe Gokhan, Sara Kaya ne tenê ji bo Nisêbînê ji bo şaredartiya jinê jî kesên girîng in. Di bin sêwana şaredariyê de saziyên jinan vekirin û li vir xebatên girîng xistin meriyetê. Dema ku qeyûm tên, bêyî îstîsna destpêkê berê xwe dide saziyên me yên jinan. Li Nisêbînê Navenda Jinan a Gulşîlav hebû. Di dema Ayşe Gokhan de hatibû vekirin, di dema Sara Kaya de jî hatibû pêşxistin. Dema ku em hatin şaredariyê, me di aliyê fîzîkî de avahî xurt kir. Me wê hîn mezintir kiriba û di bin sîwana wê de gelek proje xistiban meriyetê. Dema em hatin ser wezîfeyê di nava şaredariyê de hejmara jinên kedkar pir kêm bû. Şaredariyeke bêyî jin, ji aliyê sîstema me ve nayê qebûlkirin. Destpêkê me hewl da îstihdama jinê pêk bînin. Astengiyên qanûnî derketin pêşberî me. Kesên ku me şandin, ji aliyê walîtiyê ve di çarçoveya lêpirsîna ewlehiyê de hate redkirin. Li ser şaredartiya jinê armancên me yên cidî hebûn.
Di 6 mehan de em pir xebitîn. Ji ber ku texrîbateke zêde hebû. Gel li benda xizmetê bû. Her projeya ku me xistî meriyetê, em kêfxweş dikirin. Xebata ji bo Navenda Jinan a Gulşîlav jî, ji min re pir taybet bû. Projeya ku herî zêde ez pê kêfxweş bûm, projeya qursa melevaniyê ya ji bo jin û zarokan bû. Gotin, zarok erê, lê jin nayên. Min got, ez dixwazim bi ceribînin. Çima wê neyên? Piştre jin hatin, bi sedan jin fêrî melevaniyê bûn.”
Semîre Nergiz destnîşan kir ku gelek tişt hebûn ku wan dixwest pêk bînin û ev tişt got: “Em piştî qeyûm hatibûn û armanca me ew bû ku em Nisêbînê ji nû ve ava bikin. Planek me ya ji bo 5 salan hebû. Her çendî ku em qasî 6 mehan jî man, me hewl da vî demî qasî ku ji destê me tê bi berhem derbas bikin. Me pirsgirêkên destpêkê diyar kirin û hewl da bixebitin. Li gel şaredariya me ya bajarê mezin, me hewl dida projeya Yeşîl Kûşak bixin meriyetê. Me ji bo kesên kal qadeke jiyanê ya xweş difikirî, lê di nîviyê de ma.
Di sê mehên destpêkê de, dema ku em hatin şaredariyê, her roj serdanên gel hebûn. Ji bo pîrozkirinê dihatin, lê her serdan ji bo qadeke ku kêm dihat dîtin, bi pêşniyarê derbas dibû. Ev serdan wê li aliyekî nexşerêya wan ava bike. Rastiyeke şaredariyê jî heye ku hatiye talankirin û hemû çavkaniyên wê hatine tunekirin. Nisêbîn bajarê berxwedanê ye; ciheke polîtîk e ku xwedî sekin û reng e. Şikandina vê îradeyê û bêwatehiştina vê nasnameyê, ew qasî hêsan nîne.”