Şaredariyên bakurê Kurdistanê yên ji hêla qeyûman ve hatine destserkirin bûne navendên dizî, betîl, gendelî û rantxwarinê. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku yek ji şaredariyên ku ji aliyê qeyûmên dewletê ve hatin desteserkirine. Qeyûm beriya hilbijartinên herêmî dest bi îstîhdamkirina personelên ji kapasîteya xwe zêdetir kir. Hejmara karkerên BEL-VAN’ê ku 2200 bû, di sê mehên dawî de derket 4600’î. Berê jî di stendina karkeran de hîle kiribûn ev yek di çapemeniyê de derketibû. Bi taybetî jî şaredariyên ku dê DEM Partî teqez qezenc bikin karkeran digirin kar û bi vî awayî şaredariyê dixin bin deynan.
Berpirsiyarê van hemûyan Serokê Daîreya Karmendan Sedat Unal ê AKP’î ye û Azîz Gulbay ê ku di hilbijartinên borî de namzetê parlamenteriyê yê MHP’ê yê Wanê bû. Murat Turlu û Azîz Gulbay ê MHP’ê yên ku gelek caran bi dizî, gendelî û bertîlê tên rojevê û herî dawî şîrketa Panda bi 200 mîlyonî doz li şaredariyê vekirin, niha jî dest bi girtina karkeran kirine. Unat, Gulbay û Turlu di meha dawî de nêzî 400 kes girtine kar û ji her karkerekî 15 hezar TL bertîl distînin. Ev sêgoşeya ku plana bertîlxwarinê dimeşîne, hinek pereyan dişîne Ulku Ocaklari û Komeleya Ciwanên Welatparêz, perê din jî din jî di nav xwe de parve dike. Tenê bi peydakirina karkeran re sînorkirî namînin, ekîba gendelî jî biryarê dide ku dê Serokê Daîreyê kî/ê bi rê ve bibe. Çeteya ku di berdêla bertîlê de karmend û taşeronan ji yekîneyên xwe re peyda dike û yên din jî weke karker dixe nava kar.
Rêxistina AKP’ê ya Wanê jî hin karkeran bi kar tîne. Kesên ku ewil serî li Midûriyeta Bajêr a AKP’ê didin, piştî ku heqê pêwîst didin, li şaredariyê di hevpeyvînê re tê derbaskirin. Pereyê li vir jî ji aliyê Şaxa Jinan a AKP’ê ve tê parvekirin.
Karkerê ku ji bo kar serî lê daye ji ber ku heqê tê xwestin nedaye, nehatiye girtin ev tişt anî ziman: “Min bihîst ku li BEL-VAN’ê karkeran digirin û min serlêdan kir. Li qata ewil a şirketê odeyek hebû, ez birim wir. Dema ez li benda hevpeyvînê bûm, ji min pirsîn, ‘Tu dikarî çiqas piştgiriyê bidî me?’ Dema min got ez fêhm nakim, got, ‘Karên me bi te re heye, pereyên te hene? Gotin ’15 hezar TL bide min em ê demildest dest bi pêvajoya îstîhdamê bikin.’ Dema min got ez nikarim van pereyan bidim, bi gotina ‘Temam, em ê te agahdar bikin’ ez şandim û careke din kesî telefon nekir û nepirsî. Wan bi eşkereyî bertîl xwestin.”