Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de di 27’ê mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û demkî kiribûn. Ji girtiyên siyasî Devrîm Acar ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin û 4 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi rêya malbata xwe peyamek şand.
Acar, diyar kir ku ew li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ya li ser girtîgehan ketine greva birçîbûnê. Bi domdarî Acar anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ku 25 sal in didome bingeha xwe ji înkarkirina hebûna kurdan digire û got: “Ji bo dawî li vê israra bêexlaqî bê em ketin greva birçîbûnê. Ev polîtîka ne tenê li Îmraliyê, li ser hemû saziyên demokratîk, gel, bi taybetî gelê me û li girtîgehan tên meşandin. Lewma em dibêjin; ev jenosîd qedexeker e.”
Di berdewamê de Acar destnîşan kir ku tecrîd weke “siyaseteke bêexlaq û derqanûnî ya ji bo bêdengkirina mirovan” nirxand û got: “Divê neyê jibîrkirin ku bêdengî mirin e.” Acar, peyama xwe bi van daxwazan û bangawaziyê bi dawî kir: “Ji ber vê yekê em dixwazin dev ji polîtîkayên bêexlaqî û dijhiqûqî bê berdan, ji bo Rêberê me şert û mercên azadiyê bên afirandin, dest ji polîtîkayên zextê yên li ser gelê me bê berdan, hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi taybetî pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bê çareserkirin, dawî li pêkanînên keyfî yên li zindanan bê anîn û daxwazên me li ber çavan bigirin. Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîse. Tecrîd tê wateya bêdengkirinê, bêdengî jî tê wateya mirinê. Werin em li dijî mirinê dengê jiyan û azadiyê bilind bikin û bi hev re ber bi serkeftinê ve biçin.”