Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) derbarê êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Asosê daxuyaniyek da. Daxuyaniya YRK’ê bi vî rengî ye:
“Di dîroka 6’ê çileya 2024’an de balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker 4 caran herêma Asos bombebaran kir. Di wan êrîşan de tu ziyanek negihişt hêzên me, lê bax û baxçeyên gelê me yê herêmê zirar dît.”