Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Daxwaza Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê şanseke mezin e!’

Yek îmzekara deklasyona ‘Em bibin dengê aştiyê’ û nivîskar Ayşegul Devecîoglu got ku li vî welatî hebûna lîderekî wek Abdullah Ocalan û daxwazakirina aştiyê şansekî mezin e û wiha axivî: “Berovajî vê jî mirin û kuştin e. Ez bang li hemû civakê dikim ku li dijî polîtîkayên şer di daxwazên aştiyê de bibin yek.”

Di 7’ê Çile de ji aliyê 18 kesên ku di nav wan de nivîskar, wêjekar û muzîkjen hebûn ve li Otela Taksîm Hîll bi daxuyaniyek çapemeniyê deklerasyona ‘Em bibin dengê aştiyê ‘ hat aşkerakirin. Di deklerasyonê de 570 kesî banga bidawîkirina tecrîdê  kirin û diyar kirin ku Abdullah Ocalan mifteya aşatiyê ye û divê demildest dawî li polîtîkayên tecrîdê bê anîn. Ji kesên îmze avêtin metna dekleraysonê Ayşegul Devecîoglu der barê banga kirine de axivî.

Ayşegul diyar kir ku li Tirkiyeyê xizaniyek giran û kûr tê jiyîn û wiha got: “Em di pêvajoyeke ku mirov birçî radizên, zarok birçî diçin dibistanê û xizaniyê re derbas dibin. Hawireke ku fikr û nêrîn qedexe ne, daraz ne serbixwe ye heye. Yek ji sedema vê hawirê neçareseriya pirsgirêka Kurd e û talan û sermaye tê zêdekirin. Ji bo vê bi zanebûn zarokên xizan ber bi mirinê ve dibin.  Bacên me diçin ji bombeyan re. Li ser vê jî radibin pesnê xwe didin. Em hunermend dibêjin ku em li alî aştiyê ne. Aştî jiyan e, şer mirin e.”

Ayşegul destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin îmze avêtiye deklerasyonê û wiha axivî: “Çareseriya aştiyê di mafê perwerde, jiyana bi zimanê dayikê ya gelê kurd re derbas dibe. Gelê kurd welatîbûna wekhev û demokrasiya herêmî dixwaze. Deshtilatdarî jî li gorî polîtîkaya xwe tevdigere û gel dîl digire. Ji ber vê hewcedariyek mezin bi aştiyê heye. Bêyî aştiyê welat xweş nabe demokrasî çênabe.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ayşegul diyar kir ku li gelek welatên cîhanê şer tên jiyîn û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin û wiha bi lêv kir: “Çareserî diyaloga bi muxataban re ye. Riya çareseriyê heye. Divê civak vê baş bizanibe. Çareserî pêkane. Aştî pêkane û şert e. Divê her kes ve bibêje ku divê her kes rola xwe bilîze.”

Ayşegul di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wek hunermend aştiyê dixwazin û di vî alî de gav avêtine. Ayşegul her wiha got ku divê civak jî di vî alî de berpirsyariyê bigire ser xwe û wiha dawî lê anî: “Li vî welatî hebûna lîderekî wek Abdullah Ocalan, ji aliyê gelê kurd ve qebûlkirin û ji aliyê vî lîderî ve daxwazakirina aştiyê şansekî mezin e. Berovajî vê jî mirin û kuştin e. Ez bang li hemû civakê dikim ku li dijî polîtîkayên şer di daxwazên aştiyê de bibin yek.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar