Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Ji bo pêşîgirtina li sinetkirina jinan divê zêdetir xebat bên kirin’

Parêzer Naour Al-Huda Walî Al-Dîn, da zanîn li Misirê tevî qanûnan jî 'sunetkirina jinan' û zewaca temam biçûk berdewam dike û diyar kir divê ji bo astengkirina van pirsgirêkan hîn zêdetir xebatên hişyariyê bên meşandin.

Seqetkirina genital a ku curek cudaya tundiya li dijî jin û zarokên keçan e û wek ‘suneta jinan’ tê binavkirin, hîn jî li gelek welatan tê pêkanîn. Li Misirê jî tevî qanûnan, pêkanîna seqetkirina genîtal a li ser jin û zarokên keç hem bandore fizîkî û hem jî derûnî dihêle berdewam dike.

Parêzer Naour Al-Huda Walî Al-Dîn, bal kişand ji ber pêkneanîna yasaya ku cezayê hepsê tê xwestin, kiryar nayên cezakirin û wiha got: “Ger kiryar kesê debara malbatê malbata pêktîne be, piraniya caran gilî jî nayê kirin. Ji ber ku pêşeroja malbatê tê fikirandin. Pirsgirêkên debarê, ji bo kiryar dayîna cezayê girtîgehê û rewşên têkildarî pêşeroja kiryar dibe sedema paşvekişandina gilî ye.”

‘Guherina baweriyên kokdar demek dirêj digre’

Parêzer Naour Al-Huda Walî Al-Dîn, dest nîşan kir di civakê de guherîna hîn baweriyên kokdar ên li dijî jinan demek dirêj digre û wiha got: “Guherina hin baweriyên kok pêwîstî bi kedeke mezin heye. Em girîngiyek mezin didin xebatên hişyariyê, di guhertina ferasetê de bandorker dibe. Gelek saziyên bi pirsgirêkên jinan re mijûl dibin bandora xebarên hişyariyê dizanin û lêkolînên bi vî rengî ber çavan digrin.” Parêzer Naour Al-Huda Walî Al-Dîn, bal kişand li ser têkiliya guhertina çandî û hiqûqê û da zanîn guhertina yekî di guhertina ya din de jî dibe alîkar.”

‘Divê nifşên bi hişmend bên mezinkirin’

Parêzer Naour Al-Huda Walî Al-Dîn, wiha got: “Mijarek din a girîng jî mezinkirina nifşên bihişmend e. Mufredatên perwerdeyê yên li dibistanan di vî warî de xwedî girîngiyeke mezin in. Ji ber ku zarok nifşên me yên pêşerojê ne û em wan çawa mezin bikin wê wiha mezin bibin. Yek ji çareseriyên herî girîng jî lêkolînên qadê ne. Lêkolînên derî bi derî diçin û pêktînin, her wiha misoger dike em daneyek jî bi dest bixin.”

‘Divê li Misira Jorîn xebatên hişyariyê bên zêdekirin’

Fayrouz Ahmed ku der barê pirsgirêkên jinan de xebat dimeşîne, diyar kir li Misra Jorîn û li herêmên gundewar ‘sunetkirina jinan’ û zewaca temam biçûk, zû û bi darê zorê ‘xwezayî’ tê dîtin. Fayrouz Ahmed, diyar kir saziyên jinan ji bo çareserkirina van pirsgirêkan xebat dimeşînin û wiha got: “Lê divê ji bo herêmên Misre Jorîn hîn zêdetir hewildan bê nîşan dan. Divê li cihên wiha bi komxebat û semînerên perwerdeyê yên hişmendî bê bilindkirin. Ne tenê jin, divê hemû ferdên beşdarî xebatên hişyariyê bibin.”

Fayrouz Ahmed, bal kişand di zewicandina zarokan de xizaniya malbatê rolek mezin dilêyize û wiha got: “Hinek malbat naxwazin berpirsyariya zarokên xwe yên keç bigirin û dixwazin ji pereyên ji bo wan tên xerckirin xilas bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar