Li gorî nûçeya Rojnews’ê ya ya li ser esasê çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker, li gundê Dêreşê ya ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî Dihokê, du wesayît bombebaran kirine.
Hat ragihandin ku wesayît bi temamî şewitîne. Derbarê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin, tê gotin liv û tevgera balafiran a li ser herêmê di van kêliyan de jî dewam dike.
Ji ber ku balafir digerin, kes newêre nêzî cihê bûyerê bibe.