Însan hene ku li jiyana herî bi qîmet, herî pîroz digerin û ji bo afirandina vê bi aşiqê têdikoşina xwe dibin.
Însan hene ku dilê wan ne ji bo wan ji bo tevahiya mirovahiyê lê dixe. Wan ji berê heta niha di hemû kêliyên jiyanê de tim ji bo têkoşîna maf, wekhevî û azadiyê giyanê xwefeda kirine. Yek ji van mirovên dilovan jî Erdal Şahîn e ku giyanê xwe fedayî têkoşîna şoreş û azadiyê kiriye.
Wî Rêbertî gelekî xweşik îfade dikir, ev îfade jî xwedîderketina banga Rêbertî bû di her şert û mercî de bicihanîna pêdivîyên vê îfadeyê bû. Wî berê me dida Rêbertî.
Her beyteke vê stranê û çelengiya hevalan di utopyaya têkoşînê de gelekî xweşik vedibêje. Yên ku evîna xwe ji bo biharan vedişêrin û ji bo rojên biharê giyanê xwe feda dikin…
Û evîna me …
Mezintirîn xeyala Erdal Şahîn dîtina Rêber Apo bû. Her çendî wî bi awayekî fizîkî nedikarî Rêbertî bibîne jî, di her kêliya jiyana xwe de li gel ruhê wî bû. Bi gotin, helwest û nameya xwe nîşanî me da bê ka divê li ku û çi were kirin.
Ji ber ku ew rastiya Erdal bû. Bi dildariyeke mezin girêdayî wê rastiyê bû. Ji ber wê li hemberî rastiya komployê hêrseke mezin di dilê xwe de dihewand. Tu carî dîlgirtina Rêber Apo qebûl nekir. Di nameya xwe de dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertî û gelê xwe û hêrsa xwe ya li hemberî komploya dijmin bi zimanekî wiha nîşanî me da. Banga wî ya dawiyê wiha bû: “Bila jiyana bê Rêbertî heram be.
Gotinek heye; dibêjin yên ku xwedî sekneke hêja, xwedî fikir, axaftin û tevgerên hêja ne. Sekna te ya hêja êdî awazek e ku giyanên rêhevalan têr dike… Ger hêza mirovî ya ku her roj xwe bizanibe hebe wê rastiyê bi dest bixe û wêrekiya xwe aşkere bike. Ji ber vê yekê tu dev ji jirêzebûna mirovan berda. Û te hişê xwe di dilê xwe de bi cih kir û te berê xwe da qada cengê…
Te nedizanî sekinîn çi ye. Tê bîra te, na? Henekên zarokatiya xwe yên ku me mezinan dide li pey xwe… Her ku ev yek tê bîra min, ez dikenim. Te tim zindî hişt, ew ruhê zarokatiyê hevalê min. Te bi bişirîna xwe hemû bedewî di nava me de neqişand. Difikirim niha gelo ew ken çi qas li rûyê te tê…
Erê, vê biharê jî, xwîna li ser axê û bêhna kulîlkan li hewayê ye weke du hevalan du hevrêyan bi hev re ne, li ser axa welatê dagirkirî.
Birêz Erdal, ez bişirîna te yê nazik û bedew û axê ku xwîna te rijîyayî radimûsim. Weke gotina te, “xatirxwestinê tune ye”, tenê di dawiya rojê de hevdîtin heye.
Em bi te re ne… Tu bi me re yî… Tu li vir î…
Ji helbesteke Şehîd Erdal Şahîn;
Û niha ez te bi hemû aloziyên xwe hembêz dikim
Niha ez ji hemû çiyayan re navê te diqîrim
Rûbar bi qîrîna min xumîniyê dikin
Her qîrînek ji bêdengiyên min maye
Xew li min heram bûye
Her roj ez bi çîrokeke nû çavên xwe vedikim
Bafirokên şîn difirînim li esmanî
Evîna min, min nabihîze
Tariyê tune dikim, di nava rojê de
Min kevokên xwe di tavehîvê de winda kirin
Kerasatên xwe di dilê xwe de vedişêrim
Li her derê min kemîn
Li her derê min birînên guleyan
Sî dikeve li ser xeyalên min
Bîranînên min tim ber bi te ve ne
Hesreta dilê min
Ez dixwazim xwe xelas bikim ji hesreta xwe
Destên min di qirika hezar êşan de
Di qirika hezar êşan de
ŞEHÎD ERDAL ŞAHÎN