Balafireke bêmirov nuqteyeke hêzên Şamê li Kobanê bombebaran kir
Balafireke bêmirov a dewleta tirk a dagirekr 2 caran nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Xirbêsan ê gundewarê Kobanê bombebaran kir.
Tu agahiyên der barê bombebaranê de bi dest neketin.Beriya saet û nîvekê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li nêzî bendava Şehbayê li herêma Şehbayê topbaran kir.