Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

‘Heta Abdullah Ocalan azad bibe em ê li ber xwe bidin’

Xizma girtî Leylî Tîkan xwest ku ev zilma li ser zarokên wan bidawî be û wiha axivî: "Bila ev tecrîd rabe. Heta tecrîd ranebe Abdullah Ocalan azad bibe em ê li ber xwe bibin û vê zilmê bikşînin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye û nêzî 3 sal in agahî jê nayê girtin. Girtiyên siyasî di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Li aliyê din jî Nobetê Edaletê yên malbatên girtiyan dabûn destpêkirin li Amed, Wan, Mêrsîn, Edene, Stenbol, Mêrdîn û Îzmîrê didomin.

Dayika girtî Îbrahîm Tîkan, Leyla Tîkan derbarê grevan de axivî û da zanîn ku heta tecrîd ser Abdullah Ocalan bidome wê tecrîda li ser girtiyan jî bidome û got divê demildest tecrîd bê rakirin. Îbrahîm Tîkan bi malbata xwe re ji ber zextan ji Qaqizman a Qersê koçî Îzmîrê dike. Îbrahîm ku dema zanîngeh dixwend tevli PKK’ê bû û di 9’ê kanûna 2011’an de li Agiriyê hat girtin û cezeyê muebeta giran lê hat birîn. 5 salan li girtîgeha Kiriklar a Buca ya Îzmîrê tê girtin sala borî surgunê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê kirin.

‘Divê tecrîd bê şikandin’

Dayik Leyla Tîkan da zanîn ku divê zexta li ser gelê kurd bidawî be û wiha got: “Girtî ji bo rakirina tecrîdê ketin greve. Xizmên girtiyan ji bo piştgiriyê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Em dixwazin tecrîd bê şikandin. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Divê tecrîd bê şikandin. Bi salan e zilm li zarokên me tên kirin. Em aştî û edeletê dixwazin.”

Leyla daxuyakirin ku înfaza girtiyan tê şewitandin û wiha bi lêv kir: “Bi salane xizmên girtiyan hewl didin dengê xwe bidin bihistin. Bila ev zilma li ser zarokên me bidawî be. Bila ev tecrîd rabe. Heta tecrîd ranebe Abdullah Ocalan azad nebe em ê li ber xwe bibin û vê zilmê bikşînin.”

Tiştên Îsraîl li Filistînê dike dewlet li kurdan dike

Leylî her wiha daxuyand ku Îbrahîm ji Îzmîrê surgunê Antalyayê hatiye kirin û wiha vegot: “Me serlêdan kir ku bînin Îzmîrê lê encamek derneket. Em dixwazin nêzî me be. Em kal û pîr in. Em nikarin biçin bibînin. Bila ev tecrîd bişkê em ji vê zilmê xilas bibin. Îbrahîm berê jî ketibû grevan. Niha jî bi dor tevli grevê dibin. Armanca Nobeta Edaletê şikandina tecrîdê ye. Divê demildest malbat û parêzer bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Tiştên Îsraîl li Filistînê dike dewlet li kurdan dike. Kurdan digire û qetil dike. Edelet û aştî girêdayê Abdullah Ocalane. Tecrîd rabe wê edelet û aştî bê.”

Bavê Îbrahîm Tîkan Nesîm Tîkan jî balkişand ser tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bilêv kir ku ew aştî û edeletê dixwazin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zarokên me ketine greva birçîbûnê. Divê ev grev bidawî be û edelet pêk bê. Em tiştekî xerab naxwazin. Em zimanê xwe dixwazin .Em aştî û edeletê dixwazin. Em dixwazin dengê me bê bihîstin. Dewlet kurdan zimanê kurdan tune dike. Lê nîvê welat kurd in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar