Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sosyalîzm û hegemonyaya kapîtalîst

Li dijî ferdperestiya ku modernîteya kapîtalîst li ser civakê ferz dike, parastina civakbûnê û têkilîdanîna wê bi daxwazên azadî û wekheviyê re îdealên bingehîn ên utopya sosyalîzma klasîk in. Hesreta ji rêûresmê ya ji bo civak, azadî û wekheviyê bi hegemonîkbûna kapîtalîzmê re dijwartir bûye. Her ku hegemonya îdeolojîk a lîberal bi pêş ket, utopyayên civakî jî ketin bin bandora zanistên pêş diketin û xwe sosyalîst îlan kirin. Di serdema nû de hegemonya sîstema şaristaniya navendî dest guhert û ev di encama têkoşîna dirêj a bajarbûna Ewropaya Rojava de pêk hat.

Hegemonya şaristaniyê ya welatên Îslamî, Çîn û Hindistanê di destê xwe de digirtin bi awayekî bingehîn di sedsala 16. de destpê kir, bi lez dest guhert. Çanda bajêr a Ewropaya Rojava bi awayekî serketî çanda navendên şaristaniyê kir malê xwe û di destguhertina hegemonyayê de ev yek bi rola sereke radibe. Çawa ku tê zanîn, şaristaniya Ewropaya Rojava ne bi çanda xiristiyantiyê û hêza wê ya çareserker, lê ji ber ku nikarîbû bersivê bide pêdiviyên jiyana bajarê nû, li çandên nû geriyaye. Xiristiyantî li hemberî pêşketinên sedsala 16. bi tenê bi reformê dikarîbû xwe dewam bikira.

Reforma di dîn de gelekî kêm dikarîbû bersiva pêdiviyên çandî yên şaristaniya bajarê nû bidaya. Netewebûyîna dêrê bi xwe ji dil nebû, guhertineke şêweyî bû. Çavkaniyên bingehîn ên ku pêdiviya çandê pê hebû, Îslama Rojhilata Navîn, şaristaniyên Çîn û Hindistanê bûn. Veguhestinên ji van navendan, di dawiya sedsala 18. de bi şoreşên polîtîk û civakî yên Fransî û ekonomiya Ingilîz bi encam bûne. Hemin bandora gelek faktorên din jî di vê yekê de hene. Herçiqasî keşif û vedîtinan rê li ber nûtiyê vekiribin jî di tehlîla dawî de aşkera bû, eger ji navendên şaristaniyê veguhestina çandî nebûya, destguhertina hegemonyayê jî ne pêkan bû. Bêguman ji Ewropayê hat ku bi tevgerên Ronesans, Reform û Rohnîbûnê sentez û nûbûneke mezin pêk bîne. Em di demên berê yên dîrokê de tevgerên bi vî awayî li Kevana Bi Bereket, 46 Mezopotamya Jêr, Rojhilatê Derya Spî û peravên Egeyê dibînin. Ya rastî, sîstema şaristaniya navendî ya bi rêzê li van navendên dîrokî pêk hatiye, weke xeleka mezin a dawî li peravên Ewropaya Rojava rehên xwe berdane. Di vê de şaristaniyên bajêr ên Îtalyayê bi roleke diyarker rabûne. Di çarçoveya mijara me de girîngiya vê şaristaniya nû, ango modernîteya kapîtalîst ew e, paradîgma nû ya zanistî kiriye bin hegemonya xwe. Zanista nû ya pragmatîk a li şûna dîn, heta li şûna zêhniyeta bi koka xwe felsefî hat danîn, bû nirxeke payeberz û hêja.

Şoreşa zanistî ya di dawiya sedsala 18. de li zanîngehan bi pêş ket, şoreşên din ên polîtîk, civakî û ekonomîk temam kirin. Zanistên fizikî yên bi ceribandinê û zanistên têkiliya xwe bi xwezaya civakî re bi awayekî bingehîn ji hev cihê kirin. Di nava wan bi xwe de jî gelek qadên pisporiyê û şaxên zanistî pêkanîn. Hegemonya îdeolojîk a lîberal zêde dereng nema mohra xwe li zanista civakî xist. Encamên erênî yên şoreşan di bin yekdestdariya xwe de kedî kir û bi berjewendiyê xwe re kir ahengekê. Utopya sosyalîst ber bi nîvê sedsala 19. ve bi pêşengiya K. Marks û F. Engels xwe weke sosyalîzma zanistî aşkera kir û ev bi bandora zanistperestiya lîberalîzmê pêk hat. Jixwe K. Marks û F. Engels aşkera anîn ziman ku sosyalîzma wan a zanistî sentezeke felsefeya Elman, polîtîka ekonomiya Ingilîz û sosyalîzma Franseyê ye. Tevî îdeaya wê ya zanistîbûnê û rexnegiriya wê hemûyî, di serî de sosyalîzmên pêkhatî yên Rûsya û Çînê di gelek ezmûn û ceribandinan de hat dîtin ku ji sosyalîzma zanistî bi temamî nehatiye ji avahiyên çanda maddî ya modernîteya kapîtalîst (saziyên ekonomîk, civakî û polîtîk), ji zêhniyet û cîhana wê ya zanistî bibihure.

Kes nikare îddîa bike ku şoreşên sosyalîst bi temamî têkçûne, û hatine pûçkirin. Şoreşên em behsa wan dikin mîrateyeke mezin li pey xwe hiştin û kes nikare înkar bike ku hê jî di jiyana rojane de hêmanek in ku dest ji wan nabe û hêza herî zêde bi hêvî ya cîhana zêhniyetê ne. Lê nikarîbûn cihêwaziya şaristaniya alternatîf û modernîteyê mezin û xurt bikin. Di nava modernîteya kapîtalîst de bi giranî heliyan û nikarîbûn xwe ji vê aqûbetê rizgar bikin. Ev rastî ne qeder û çarenûs bû, îro têra xwe aşkera bûye ku bi wan pirsgirêkan re têkildar e, ku sosyalîzma dema kapîtalîzmê nikarîbû çareser bike. Bi destpêka pîşesaziya kapîtalîzmê re guftûgoyên der barê civakê de girîng in. Di vê demê de hewl didin utopyayên sosyalîst li ser bingehekî zanistî û xeteke çalakiyê deynin. Lê di binê hemûyan de fikra Rohnîbûnê heye ku ji binî ve ji rabihuriyê qut bûye. Fikra Rohnîbûnê bi awayekî diyalektîkî ji rabihuriyê nebihuriye, ji rabihuriyê ji binî ve qut bûye, lewma bi xurtî tesîr kiriye li pêvajoya dused salên paşê. Bi awayekî rahiştine diyardeyan mîna ku ji nû ve têne avakirin, ti têkiliya wan bi rabihuriyê û rêûresmê re tineye. Û heta her tiştê bi rabihuriyê re têkiliya xwe heye bûye mijara nirxandinên negatîf. Herçiqasî mirov li gorî paradîgmaya nû vê helwestê fêhm bike jî aşkera ye ku wê rastiya civakî berevajî bike û nîşan bide. Bêguman kapasîteya heqîqetê ya fikra Rohnîbûnê bi gelek aliyên xwe (ne bi temamî) di ser serdemên 47 beriya xwe re ye. Eger wisa nebûya, jixwe nikarîbû serdema nû biafirîne. Lê wexta em dibêjin wisa bû, nayê wê maneyê ku bi temamî heqîqetê di nava xwe de dihewîne. Lê îdeaya tevahiya pêşiyên wê bi vî awayî bû. Çavkaniya pirsgirêkan jî ev îdea ne. Mirov dikare Hegel weke fîlozofê mezin ê fikra Rohnîbûnê, yê ku ew kiriye ber revîzyonê bide naskirin.

Dîroka civakî bi awayekî heqê wê bide, felsefeya zanistî jî bi hêzeke ku hê kes nikaribe jê bibihure (ji aliyekî ve) daniye holê. K. Marks ê ji Hegel girtiye, yeqîn kiriye ku wê karibe bi materyalîzmê ji aliyê bi hêz û zêde îdealîst ê felsefeya Hegel bibihure û di vê de jî têkûz tevgeriyaye. Li vir a pirsgirêk ew e, ji hev cihêkirina îdealîzm û materyalîzmê zêde ne girîng e, ji ber ku ne hatiye fêhmkirin, herdu jî bi xwe xwedî xisletên metafizîka îdealîst in. Yeqîn kirine ku du felsefeyê dijber in. Li vir, Marks ji Hegel zêdetir ji xeta Rohnîbûnê bi tesîr bûye. Marks, rabihurî ji bihurînê jî wêdetir bêhukim hesibandiye yan jî ew weke ku bi tenê siya bûyerekê, ya dîmenekî be nirxandiye. Nikarîbûye îdrak û fêhm bike ku rabihurî bi tevahî giraniya xwe ‘niha’ ye. Di vê mijarê de bi qasî Hegel bi gurçûpêç nîne.

Mirov dikare bibêje, di salên dawî yên temenê xwe de (1880-1883) li vê kêmanî û şaşiyê hayil bûye, hem li girîngiya diyardeya dewletê ya joravahî ye, hem jî li girîngiya civaka kominî ya berê hayil bûye. Eleqeya wî ji bo civaka Rojhilat zêde bûye. Di fikra xwe de hin alî sererast kirine. Lê belê xeta Rohnîbûnê di tevahiya dîroka sosyalîzma pêkhatî de serwerî Marksîzmê bûye. Şaşiya bingehîn a wê demê ev e: Bawer kirine ku ji civaka kapîtalîst bibihurin ango bi temamî di ser kapîtalîzmê re derbas bibin wê karibin civaka nû yan jî kominîzmê pêk bînin û heta di asta zanistî de ev yek weke ‘sosyalîzma zanistî’ bi nav û nirx kirine. Di vê nêzîkatiyê bi xwe de jî du şaşiyên bingehîn hene: Ya pêşî, ne di zanistên fizîkî de, ne jî di zanistên biyolojîk de zanist xwedî hukmê vebirrî û ji sedî sed nîne (têkiliya vê yekê bi baweriya zêde ya bi zanistên demê re heye), ev rastiya ku paşê hatiye fêhm kirin nehatiye dîtin ango fêhm nekirine ku mirov nikare bi formulasyonên zanistî yên vebirrî rahêje xwezaya civakî û binirxîne. Xwezaya civakî bi xwe çand e. Bandora zêhniyetê ya di derekê de bi cih nabe her tim li ser heye.

Lewma nabe ku mirov pîvanên xwezaya civakî bi yên fizîkî yan jî qanûnên biyolojîk ên Darwînîst re wekhev bibîne û di bingehê şaşiya wan de ev nêzîkatiya zanistî heye. Şaşiya duyemîn, dîrok bi felsefeyê re têkildar e. Nikarîbûne bibînin ku civak bi xwe diyardeyeke dîrokî ye, lê bi awayekî cuda divê weke xwezayeke duyemîn bê nirxandin. Jixwe nexwestine bibînin ku nihaya civakî bi giranî dîroka civakî ye. Fikra rohnîbûnê destûrê nade vê yekê. Ji vê û pêve jî nirxandinên kapîtalîzmê dimînin yên ku lîberalîzmê nava wan vala kiriye û bi fikreke çor a dinyayê hatine kirin. Kapîtalîzm weke civaka serdest, yekane û li gorî dema xwe ya herî pêşketî hatiye hesibandin. Kapîtalîzm ji şêweyekî mêtinkariyê wêdetir bi civaka nû re wekhev hatiye dîtin. Pêkhatina dinya-civakê bi mîlyonan belkî jî bi mîlyaran salî kişandiye. Lê belê rêbazeke îstîsmarê ya weke Kapîtalîzmê ya ku bi rêbazên herî zêde dermirovahî û lewra jî derdinyayî civaka mirovan dişelîne weke rastiya civakê ya bi ser ketiye hatiye hesibandin! Di paradîgmaya 48 Marksîst de qelsiya bingehîn di vir de ye. Ango faktora bingehîn a bû sedema jihevdeketina sosyalîzma pêkhatî jî ev bû.

Tevgereke sererastkirinê ya xwe bisipêre Marksîzmê yan jî sosyalîzma pêkhatî divê bi vê heqîqetê rabe. Sosyalîzm di asta têgînê de xwe weke civakparêzî aşkera bike rastir e. Ya şaş têgîna ‘civaka kapîtalîst’ e, û bi bihurîna ji civakê xwegihandina kominîzmê ye. Beriya her tiştî mirov heta çarçoveya civaka kapîtalîst (divê mirov modelên weke koledar, feodal û hwd. jî li vê zêde bike) baş destnîşan neke, divê têgîna civaka kapîtalîst weke heqîqeteke giştî ya civakî nenirxîne û ji vî şêweyî bigere. Ya herî rast ew e, divê mirov kapîtalîzmê weke nexweşiyeke civakî ya kujer, weke mezinbûna girêkeke civakî ya cureyê kansêrê binirxîne. Civakên ji wan re koledar û feodal tê gotin jî di nav de, tevahiya civakên beriya kapîtalîzmê şêweyên mêtinkariyê yên weke kapîtalîzmê bêexlaqiya herî mezin hesibandine û ew neçar kirine ku xwe di quncikên tarî de veşêre û bi awayekî marjînalbûyî bimîne. Me hewl dabû em serketina hegemonîk a vî cinawirî li ser civakê di cildên berê de ji hev derxin, lewma em li vir qîma xwe pê tînin bi tenê îşaret pê bikin. Rastiya vî mikrobê kurtêlxur û xwînmij ê nexweşiya civakî yê bi vî awayî, mîna ‘civaka nû ya herî pêşketî û bi ser ketî’ hat nîşandan, vê yekê tevahiya zanistên civakî seqet kiriye. Ji lewra ez dibêjim, kapîtalîzm ji rejîmên rahibên Sumeran ên ku rejîmên xwe yên istismarê dikirin xwedayî, hezar carî zêdetir istismarkar e, û xebatên der barê wê de îdeolojîk in. Ew rejîmeke xwedayên bêmaske ye, ji rejîma rahibên Sumeran hezar carî zêdetir bi pîroztiyê (ya qelp û lihevçêkirî) hatiye cîlakirin û boyaxkirin. Weke heqîqet ti têkiliya wê bi zanista civakî re nîne. Bi tenê têgînên zanistî weke ekonomî, polîtîka bi hosteyî li hev tînin û berevajî dikin û vê jî mîna zanist pêşkêş dikin.

Civak di encama beridîna mîlyonan salî de û weke dewama cîhana zindiyên hê berê, weke berhemê cîhana his û aqilekî balkêş xwezayeke cuda ye. Xwedî yekparebûneke bi vî rengî ye. Gerdûneke panzdeh mîlyar salî ye (dîroka gerdûnê) ku li xwe hayil bûye. Afirandina civakê bi îstîsmariya kapîtalîst ji îdeayeke Firewn û Nemrûdan a afirandina xwedê zêdetir ti nirxekî xwe nîne. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bibêje, têgîna ‘civaka kapîtalîst’ têgîneke şapînozkirî ye, û îdeayeke firewnî ye. Ya rast ew e, divê mirov kapîtalîzmê (bi şêweyê kapîtala fînansê hê bêhtir har bûye) weke nexweşiyeke civakî bike têgîn. Fena ku mirov zanisteke tenduristiyê pêş bixe divê behsa zanisteke sosyalîst bike ku hewl bide mirovatiyê ji destê kapîtalîzmê rizgar bike. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê bêhtir exlaqî be (divê wisa be) û mirov ê karibe baştir fêhm bike. Naxwe em ê nikaribin şerên pêncsed salên dawiyê, bombeya atomê, pirr zêdebûna şêniyan û hilweşîna hawîrdorê rave bikin.

Hem modernîteya kapîtalîst a lîberal, hem jî varyanta wê sosyalîzma pêkhatî, klan, qebîle, qewm, ummet û heta hebûnên civakî yên xwedî xisletên netewî yên ne dewleta netewe ku weke berhemên civakên paşvemayî dibînin, divê mirov qîmeteke baş bide wan. Ev şêwegirtinên civakî yên cihêreng bûne tev bi nirx in. Li gorî diyalektîkê divê mirov di civaka neteweyî ya herî pêşketî de jî civaka klan, qebîle, eşîr û gelan 49 pêşketî û yekparebûyî bibîne. Çawa ku elementeke hezar atomî nayê wê maneyê ku atom ji holê rabûye, berevajî tê maneya rewşa atoman a pêşketî û yekparebûyî, cudabûn û cihêrengiyên piştî civaka klan jî mirov dikare bi awayekî bi heman rengî binirxîne û ev dikare mirov bêhtir ber bi heqîqeta civakî ve bibe. Lewma divê mirov sosyalîzmê weke panjehra kapîtalîzmê bibîne, lê hay jê hebe ku bi tenê ne ev, weke civaka herî pêşketî, yekparebûyî, azad û wekhev ên tevahiya civakên beriya wê binirxîne û mirov nirxandineke bi vî rengî li gorî heqîqeta wê dike. Civak li ser modernîteya kapîtalîst mezin nabe, berevajî divê mirov rewşa bi nexweşî ya vê modernîteyê ya weke ‘qefesa hesinî’ û bi kirasê ‘Levîathanê’ ji civaka dîrokî dûr bike û mirov dikare wê li gorî danasîna wê pêk bîne. Sosyalîzm, tevahiya dîroka şaristaniyê bi qasî kapîtalîzmê nebe jî xwe ji bermahiyên yekdestdariyên koledar ên mêtinkarî û zordestiyê yên li ser rastiya civakî têne ferzkirin bişo, hingê wê hem li ser bingehê xwe yê dîrokî bi cih bibe, hem jî bi destketiyên rojane (bi destketiyên dema têkoşîna li dijî kapîtalîzmê de) wê xwe xurt û nû bike.

Eger hûn bala xwe bidinê, em bi vê nêzîkatiya xwe, rêbazên weke civaka berê û civaka nû yan jî binavkirinên civakî yên weke koledar, feodal, kapîtalîst û sosyalîst an jî rêbazên li ser xeteke rast pêşdeçûn û kurtebirr bi kar nayînin. Em li ser bingehê pêşdeçûn, yekparebûn, azadbûn û cudabûnên civakî têgînên mîna wekheviyê dikin bingehê nêzîkatiya xwe. Ji vê jî girîngtir, em sosyalîzmê weke rewşeke civakê ya paşerojê piştî şoreşê yan jî beridînê pêk bê, nanirxînin. Jixwe nêzîkatiyeke bi vî rengî bi rastiya jiyanê re ya di xwezaya civakê de heye, li hev nake. Cinsê mirov timî civakî ye. Rabihurî-niha-paşeroj bi jihevkirinê pêk nayên. Hersê rewş jî di zikhev de ne, û bi hev re pêk tên. Kêliya niha bi qasî ku rabihurî ye, ewqasî jî paşeroj e. Li vir, pêdivî bi nêzîkatiyeke rast a felsefî heye. Mirov felsefeya zeman weke rabihuriya bêserî yan jî paşeroja bêdawî binirxîne, zêde manedar nîne.

Mirov dikare zeman bi tenê weke pêkhatina hebûnê bide naskirin. Ango pêkhatina her hebûnê zemanê wê ye. Wekî din jî ti zeman tineye. Wexta wisa dibe, zemanê civakê jî dibe pêkhatina wê. Li gorî ku civak jî timî di nava rewşeke pêkhatinê de ye, rabihurî-niha-paşeroj jî di nava hev de ne, mundemiç in, veşartî ne. Lewma fikra pêkhatina civakê bi navberên dirêj li ser xeteke rast a qonax bi qonax şaş e, û wê rê li ber nirxandinên civakî yên nepêkan veke ku mirov nikare ji binî derkeve. Mirov rastiya civakî timî têrûtijî pêk bîne, wê bi heyecana pêkhatina kêliya di nava tevahiya rabihuriya kombûyî de pêk tê û bi hêviyên bêserûbinî yên paşerojê pêk bîne, ev rastiya jiyanê ya herî nêzî heqîqetê ye.

Gelekî girîng e ku mirov pêkanîna şêwazekî bi vî rengî yê jiyanê weke pirsgirêkeke bingehîn a teoriya sosyalîst û pratîka wê bibîne. Ev pêkhatin hem weke pêkhatina rast a heqîqeta civakî û hem jî weke îfadeya wê manedar dibe. Li şûna ku mirov sosyalîzmê bi tenê weke projeyek an jî bernameyeke der barê paşerojê de bibîne, divê mirov wê weke şêwazekî jiyanê yê exlaqî û polîtîk ê xwedî nirxekî estetîk ku kêlî bi kêlî azad û wekhev dike û 50 edaletê li ber çavan digire, bibîne û bike heqîqet. Sosyalîzm şêwazekî jiyanê ye ku bi zanebûn heqîqetê îfade dike. Divê mirov bi şêwazekî weke yê mumîn û zanyarên mînakên wan gelekî di dîrokê de hatine dîtin rabe, û divê mirov weke mumîn û zanyarên demê bijî. Ferdperestiya lîberalîzmê ku di warê exlaq de piçûkketin û rezîlbûnê îfade dike, azadî nîne, berevajî şêweyekî herî rezîl ê koletiyê ye ku bi serwextbûneke sexte û qelp li ser piyan tê girtin. Sosyalîzm weke antî-lîberalîzmê îdeolojiya jiyanê ye ku mirov azadiyê bi awayekî kolektîf di exlaq û çalakiyê de pêk tînin.

Divê em di nêrîna xwe ya civakî de kapîtalîzmê zêde mezin nekin. Nexasim îddiaya dibêje, di serdema me de li ser şêwazê jiyanê yê demê û rojaneyê emperyalîzm û kapîtalîzm ji sedî sed serwer in, maneyek e ku kapîtalîzm hîç heq nake didiyê; rast jî nîne û pêxapînek e ku gelekî di bin bandora propagandayê de pêk hatiye. Şerekî îdeolojîk e ku xwe disipêre propagandaya tirsê. Ya rast ew e, kapîtalîzm sîstemeke çil heramiyan e, şêlandineke antî-civakî ye ku hewl dide bi faşîzma zordar xwe serwer bike û mehkûm e ku timî weke sîstemeke marjînal bimîne. Çawa ku di heyamên berê de rêveberê despot pîroz dikirin û ew dikirin xweda, mirov li ber wî dibûn evdên hûrik û bejinbohst, di serdema me de jî hegemonyayeke îdeolojîk a kapîtalîzmê heye ku rê li ber heman encaman vedike. Koletî û bejinbohstiyek heye ku vê hegemonyayê wan bi şerên sar û germ mezintir kiriye. Dîsa şaş e ku mirov sosyalîzmê weke civakeke timî bi şeran û şoreşan tê bidestxistin bibîne. Bêguman wexta şert û merc stewiyan ji bo veguherînên şoreşgerane şer jî pêkan in. Lê sosyalîzm bi tenê şoreş nîne; tevlîbûna demokratîk a civakê ye, û li dijî kapîtalîzmê jiyana bi serwextî û bi çalakî ye. Bi gotina “şoreş dibe, paşê jiyana sosyalîst pêk tê” mirov xwe dixapîne û dikeve nava bendewariyên tewş û badilhewa.

Mirov rabihuriyê çiqasî bi serwextî bi hêz pêk bîne û bike niha, mirov ê paşerojê jî ewçend bi hêz û serwextî pêşwazî bike û pêk bîne. Bêguman di tevahiya van pêvajoyan de rêberiyên stratejîk û taktîk hewce dikin. Lê mirov sosyalîzmê weke rewşeke çalak a bi van têgînan were birêvebirin bibîne wê bikeve nava şaşiyên mezin. Sosyalîzma pêkhatî bi awayekî bi vî rengî hat meşandin û birêvebirin. Dema westiya jî li cihê xwe kumişî-merixî û ma. Li dijî dewletdariya netewe û îndustriyalîzma kapîtalîzmê ya dor li civakê girtiye û ew kirine zêdexure û bi qutkirina têkiliyên wê ji hawîrdorê rê li ber hilweşîna wê vekirine, ji her demê zêdetir hewcedarî bi blok, partî û tevgerên sosyalîst ên bi paradîgma giştî ya modernîteya demokratîk radibin û civaka dîrokî esas digirin heye yên ku xwe bi rêveberiya konfederal a hawîrdorparêz, ekonomîk û demokratîk gurçûpêç kirine. Hewce ye ku teoriya sosyalîst bi pêşnûmeyeke bi vî rengî were pêşxistin û pêkanîn. Ev girîng e, û hê vê girîngiya xwe dewam dike.

Jixwe ev bi tenê tevgereke pêşeng a rêxistin û serwextbûnê ya li dijî hegemonya kapîtalîst pêşketî nîne, di heman demê de tevgereke rastî ya civakbûnê ye ku tevahiya dîrokê bi heman naverokê lê bi rûyên îdeolojîk-pratîk ên cuda hatiye meşandin. Civaka rastî xwezaya vê tevgerê ye, fonksiyona civakbûna wê bi xwe ye. Li ber serê tevahiya sîstemên şaristaniyê pêk tê, 51 lê bi awayekî dijberê wan û ewqasî jî sîstematîk pêk tê. Eger mirov zêde li wê serwext nebûne, sedema wê propagandaya îdeolojîk a dijberê wê ye. Heqîqetên civakî sosyalîzm bi xwe ne, û heta civak hebe wê weke şêwazê jiyana rastî dewam bike. Di vê çarçoveyê de dîrok bi tenê dîroka têkoşîna çînan nîne, têkoşîna wekhevî, azadî û parastina civakê li dijî desthilatdarî û dewletê ye. Bi vî awayî, sosyalîzm dibe têkoşîna civakî ya vê dîroka her diçe zanistî dibe.

Nûçeyên Têkildar