Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Tekane rêya çareseriyê fikrên Abdullah Ocalan e’

Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksu ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand û da zanîn ku tev li greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hatiye destpêkirin bûye. Goksu, diyar kir ku di mijar çareserkirina pirsgirêka kurd de tekane navnîşan Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e û bang li her kesî kir ku berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bîne.

Bi domdarî Goksu anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê ya bi sala ye di meriyetê de ye li dijî heqîqeta civakî ye û wiha got: “Polîtîkayên tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê, rastiya şêweyê rêveberiya Tirkiyeyê radixe ber çavan. Dema em li rewşa heyî dinêrin, dibînin ku tişta tê tecrîdkirin di esasê xwe de heqîqetên civakî ne. Polîtîkayên zext û tecrîdê hema hema li tevahiya civakê tên ferzkirin. Çi muxalîf çi jî ne muxalîf, hemû derdoran bi awayekî para xwe jê girtiye.”

Goksu, nameya xwe wiha domand: “Dabeşkeriya di nava civakê de hatiye avakirin û zordestiya bi rêya olperestî û nijadperestiya hatiye sorkirin li dijî jin, ciwan û zarokan tê kirin, êdî kiriye ku kesek nikare bijî. Sedema vê rewşê, bêdengiya li hemberî polîtîkayên li dijî Abdullah Ocalan û gelê kurd in. Bêdengiya li hemberî vê bêedaletî û bêhiqûqtiya ewqas bi aşkereyî tê kirin, di esasê xwe de mirovan muhtacî edalet, aramî û refahê dike. Civaknas, rewşenbîr û nivîskarên li cîhanê navdar piştevaniya xwe ya bi kampanyaya ji bo azadiya birêz Ocalan re ragihandin.

Li vê derê birêz Ocalan û fikrên wî tên tecrîdkirin. Di esasê xwe de tişta tê tecrîdkirin, heqîqet bi xwe ye. Aşkereye ku tekane rêya çareseriyê fikrên Abdullah Ocalan e. Bi vê zanebûniyê ez jî ketim greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a ji bo pirsgirêka kurd bûm. Di wê baweriyê de me ku dê hemû gel xwedî li van çalakiyan derkevin û berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Herî zêde pêdiviya me bi aştiya civakî heye. Birêz Ocalan peyama ‘Ez dikarim pirsgirêka kurd di hefteyekê de çareser bikim’ da. Ev peyam bi aşkereyî nîşan dide ku navnîşana çareseriyê birêz Ocalan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar