Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Tirkiye hewl dide gelên rojavayê Kurdistanê qir bike’

Hesen Koçer diyar kir ku Tirkiye bi êrîşên xwe armanc dike gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir bike, jiyanê li ser vê erdîngariyê tune bike û gelên wê koçber bike.

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer têkildarî êrişên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmê ji ajansa me re axivî. Hesen Koçer diyar kir ku dewleta tirk a dagirker siyaseta her tiştî dide ber xwe dimeşîne û wiha got: “Tirkiye bi êrîşên xwe armanc dike gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qir bike, jiyanê li ser vê erdîngariyê tune bike û gelên wê koçber bike.”

Hesen Koçer destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve hewl dide projeya demokratîk a li herêmê têk bibe û xaka Sûriyeyê dagir bike û wiha dom da axaftina xwe: “Li aliyekî din jî dixwaze DAIŞ’ê vejîne, ev  yek jî dê metirsiyê bide aştî û aramiya cîhanê ji ber ku hemwextî van êrişan DAIŞ xwe bi rêxistin dike. Êrîşên li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê jî nîşan dide ku armanca dewleta tirk dagirker vejandina DAIŞ’ê ye.”

Koçer bal kişand ku zêdekirina êrişan li dijî herêmê tê wateya ku dewleta tirk a dagirker hewl dide sûd ji şerê di navbera hêzên hegemonîk de û bêdengiya navneteweyî bigire. Koçer destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo têkbirina êrîşan xwe naspêre hêzên li derve, lê bi gel û hêzên xwe û hêzên demokratîk ên li herêmê li ber xwe dide. Koçer helwesta hikûmeta Şamê rexne kir û wiha axivî: “Ji destpêkê ve lihevkirinên navneteweyî û îstixbaratî di navbera dewleta tirk a dagirker û hikûmeta Şamê de hene. Her wiha di navbera dewleta tirk a dagirker û dewletên din de jî hene û armanc têkbirina projeya demokratîk a li herêmê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar