Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li hemberî qetilkirina jinan wê têkoşînê xurtir bikin

Jinên têkoşer têkildarî şehîdkirina jina kurd a şoreşger Firyal Silêman de ev tişt anîn ziman: “Dijminê me jina azad li ku dibe bila bibe, qetil dike. Em ê li hemberî qetilkitina jinan têkoşînê xurtir bikin.”

Dewleta tirk a faşîst bi alîkariya PDK’yê li başûrê Kurdistanê jinên kurd ên şoreşger dike hedef û qetil dike. Çawa ku li Silêmaniyê heval Nagihan Akarsel qetil kir, di rojên derbasbûyî de jî Jina kurd a şoreşger Firyal Silêman (Zalal Zagros) di 18’ê çileyê de li Kerkûkê qetil kir. Endama Encumena Nûnertiya PYD’yê ya Başûr Yerîvan Mihemedê û endama Komîteya Rêveber a Tevgera Azadiyê Tara Rezayê qetilkirina jinan şermezar kirin.

Kurdistanê Yerîvan Mihemedê diyar kir ku metirsiya kuştinê li ser her jinan heye û wiha got: “Li hember vê yekê em bang li jinan dikin ku hebûna xwe wek jin bi rêxistin bikin û xwe perwerde bikin û xwe bigihînin asta civakeke azad, wekî mînaka jinên têkoşer ên Rojava ku 13 sal in pêşengiya şoreşê dikin. Divê em bi bîr bînin ku ev gefa kuştinê ne tenê li ser jinên Rojava, li ser jinên tevahiya Kurdistanê heye.”

Xwest di navbera jinên Rojava û Başûr de têkiliyekê çêbike

Endama Komîteya Rêveber a Tevgera Azadiyê Tara Rezayê got ku başûrê Kurdistanê bûye cihê qetilkirina jinên azad û wiha axivî: “Bi qetilkirina çalakvana siyasî heval Zelal, xuya dibe ku li ku derê jina azad hebe, dê were hedefgirtin. Kuştina heval Zelal hem siyasî ye hem jî ji ber kurdbûna wê ye. Wê dizanî ku başûrê Kurdistanê bûye cihê qetilkirina jinan. Ji ber vê yekê hat ku hêz û vîna jinên Rojava derbasî jinên başûrê Kurdistanê bike, xwest di navbera jinên Rojava û Başûr de têkiliyekê çêke. Lê kuştina wê peyamek bû ku dewleta tirk a faşîst da kurdên Kerkûkê ku hûn çi qas tê bikoşin, em ê we bikujin.”

Tara Rezayê ev qetilkirin bi qetilkirina Sakîne Cansiz, Nagihan Akarsel û Evîn Goyiyê ve girê da û wiha domand: “Dijminê me jina azad li ku dibe bila bibe, qetil dike û ji cewher û axa wê qut dike. Her ku welatek tê dagirkirin, dijmin ewil hêza jinan dike armanc û dixwaze wan weke pêlîstokên kapîtalîzmê bi kar bîne.”

Tara Rezayê ew qetilkirinên  ku li Kurdistanê li ser jinên kurd hene, şermezar kirin û destnîşan kir ku her çar parçeyên Kurdistanê yek in û got ku ew ê têkoşîna wan her berdewam bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar