Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

PJAK: Komara Kurdistan û Rojava daxwaza rizgariya gelê me ye

PJAK’ê salvegera 78’an a Komara Kurdistanê ya Mahabadê û salvegera 9’an a damezrandina Kantona Cizîrê pîroz kir û ev tişt parve kir: “Di rojeke wiha de avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya Rojava, pêkanîna heman daxwaza rizgariya gelê me ye.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi boneya 78’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê û avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê hate gotin, “Damezrandina Komara Kurdistanê xaleke dîrokî ye di têkoşîna azadîxwaziyê de û şoreşa gelê me ji bo bidestxistina daxwaz û armancên xwe li her çar parçeyên Kurdistanê didome.”

Her wiha di daxuyaniyê da tê gotin ku “Di salvegera damezrandin û ragihandina Komara Kurdistanê de avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya Rojava, pêkanîna heman daxwaza azadîxwaz a gelê me ye.”

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“78’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ji bo gelê Kurd di têkoşîna azadiyê de qonaxeke dîrokî ye û şoreşa gelê me ji bo bidestxistina daxwaz û armancên xwe li her çar parçeyên Kurdistanê didome. Di rojeke wiha de avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya Rojava, pêkanîna heman daxwaza rizgariya gelê me ye. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê bi boneya salvegera damezrandina Komara Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê pîrozbahiyê li gelê me dike.

Îro têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzm û dagirkeriyê li her çar parçeyên Kurdistanê gihiştiye lûtkeyê û gelek destketî hatine bidestxistin. Her çend siyaseta qirkirina çandî û qirkirina dijminan li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam be jî, lê belê hişyarbûn û hişmendiya gel gihiştiye astekê ku dikare hemû metirsiyan bike derfet ji bo bidestxistina azadî û demokrasiyê. 78’emîn salvegera Komara Kurdistanê di demeke wisa de ye ku ji ber ku gelê me gelek destket bi dest xistine û zêdetir nêzîkî azadiyê bûye, dijminên faşîst ji bo tunekirina hebûna gelê Kurd dest bi êrîşeke hovane û bêrehm kirine.”

Her wiha bîranîna Komara Kurdistanê tenê wê demê dikare were pîrozkirin ku gelê me ji her demê bêhtir bi têkoşîn û yekîtiya xwe li hemberî hemû êrîşên qirkirinê bisekine. Tişta ku di encama êrîşên Îran û Tirkiyeyê de derdikeve şerekî qirkirinê ye, ne şerekî normal e. Bêdengiya li hember destdirêjiyên dijminan bêguman wê hebûna gelê me û hemû destketên gelê me yên ku ji serdema Komara Kurdistanê heta niha bi dest ketine, bixe metirsiyê. Hemû hewldana dijminan ew e ku bi qutkirina pêvajoya yekîtiya neteweyî ya gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê asta bihêzkirina ruhê têkoşîna rizgariyê lawaz bike.

Bêguman duh li hember ezmûna Komara Kurdistanê û îro jî li hember tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd, hin dewletên hegemonîk û komploger alîkariya dijminên gelê me dikin. Lewma di hinavê têkoşîna gelê me ya îro de dîroka Komara Kurdistanê ya duh veşartî ye. Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê 78’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê û 9’emîn salvegera damezrandina Kantona Cizîrê li gelê me, azadîxwaz û jinan pîroz dike. Îro hebûna bi coş û şoreşgerî ya gelê me ya li qadan dikare hemû plan û polîtîkayên dijmin ên berdewamkirina komkujî û qirkirinê pûç bike. Komara Kurdistanê ya berî 78 salan, Rêveberiya Xweser a Rojava, tevgera şoreşgerî ya jin, jiyan û azadiyê ya li rojhilatê Kurdistanê û statûya başûrê Kurdistanê encama yekîtiya gelê kurd bû û divê ev rêbaza têkoşînê bê xurtkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar