Li gorî nûçeya RojNewsê, berpirsê karûbarên civakî yê YNK’ê yê Zaxo Mela Nezîr Berwarî, ev 10 roj in ji aliyê asayîşa PDK’ê ve ji girtîgeha Zirka hatiye derxistin û ber bi cihek nediyar ve hatiye revandin.
Mela Nezîr roja 9’ê kanûna 2021’an ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat revandin û piştre li dadgehê cezayê du salan lê hat birîn. Li gor biryara dadgehê divê Mela Nezîr roja 10’ê sibata 2024’an were berdan.
Aqûbeta Nezîr Berwarî nayê zanîn.