Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Îbrahîm Kalin çima ji nişkave çû Bexdayê?

Serkirdeyên Çarçoveya Hemahengî Aad Hîlalî derbarê serdana Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin de ev tişt anî ziman: “Balkêşe, Saziya Îstîxbarata Iraqê bi Serokkomarê Iraqê re dicive. Em nizanin divê civînê de behsa çi dosyayê hatiye kiriye, bi taybet şandeya Tirkiyeyê ji kesên ewlekariyê pêkhatibûn, ji bo vê ev serdan gelek pirsan tîne hişê mirovan.”

Dewleta tirk a dagirker serkêşiya qirkirina kurdan dike û ji bo vê jî çi ji destê wê tê dike. Di pêvajoya ku artêşa tirk a dagirker derbên giran ji gerîla dixwe û şikestiye de hewl dide dewletên derdorê li hemberî PKK’ê bide şerkirin. Ji bo vê jî Musteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin di 22’yê mehê de ji nişka ve serdana Iraqê kir, di serî de Serokkomarê Iraqê, Kalin bi gelek rayedarên Iraqê re civiya. Serdan di demek wisan deye ku niha Iraq bi hilbijartina serokek nû ji yê parlamentoya Iraqê re mijûle. Tirkiye jî dixwaze di vê mijarê de destwerdanê li kar û barê Iraqê bike.

Yek ji serkirdeyên Çarçoveya Hemahengî Aad Hîlalî derbarê serdana Kalin de, axivî. Hîlalî got ku heya niha jî ew nizanin armanca serdana Îbrahîm Kalin a ji bo Bexdayê çi ye û di civîna bi rayedarên Iraqê re çi axivîne. Hîlalî got ku li şûna rayedarên siyasî, dewleta tirk rayedarên ewlekarî û leşkerî dişînin Iraqê, ji bo wê ew nizanin armanca Tirkiyeyê çiye û wiha pêde çû: “Balkêşe, Saziya Îstîxbarata Iraqê bi Serokkomarê Iraqê re dicive. Em nizanin divê civînê de behsa çi dosyayê hatiye kiriye, bi taybet şandeya Tirkiyeyê ji kesên ewlekariyê pêkhatibûn, ji bo vê ev serdan gelek pirsan di hişê mirovan de çêdike.”

Di dewama axaftina xwe de Hîlalî diyar kir dibe ku serdana Îbrahîm Kalin ya ji bo Bexdayê, bi armanca destwerdana di kar û barên Iraqê de, bi taybet jî peywendiya xwe bi hilbijartina serokek nû ya ji bo parlamentoya Iraqê hebe, ger wiha be ev nayê qebûlkirin.

Şîrovekarê siyasî Elî Fezulad jî li ser heman mijarê axivî. Elî destnîşankir ku Tirkiye hertim bi qest şandeyên ewlekarî û îstîxbaratiyê dişîne Iraqê, sedema vê serdana dawî nayê zanîn, lê ev serdan ji bo danîna bernameyek hatiye kirin.

Elî di dewamê de dibêje; “Divê demê de serdanek wiha, tê wateya destwerdana dewleta tirk a di navxweyî ya Iraqê de, ji bo vê jî hêzên siyasî yên Iraqê hemû destwerdanên red dikin. Bihêzkirina peywendiyên Tirkiye û Iraqê girîng û başe, lê divê ev bêyî destwerdana Tirkiyeyê ya di kar û barê Iraqê de be. Herwiha divê Iraq hertim bixwaze hêzên dagirker ên Tirkiyeyê ji nav xaka Iraqê derbikevin. Pêwîste Enqere jî para avê ya Iraqê berde.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar