Malbata Barzanî û partiya wan PDK mîna çeteyên DAIŞ’ê di xizmeta Erdogan û dewleta tirk a dagirker de ne. PDK’a ku Başûr pêşkêşî dagirkeran kiriye gelek caran kete nava hewldanên provokatîfî. Di nava salekê de 11 gerîla bi destê PDK’ê hatin şehîd xistin û heta niha jî cenazeyên wan nedaye malbatên wan. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, çeteyên PDK’ê li qada Amediyê kemîn danîn pêşiya gerîlayan.
Hate ragihandin ku di encama êrîşa çeteyan de hin gerîla birîndar bûne. Derbarê êrîşî de agahiyê zelal nehatin bidestxistin