Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji kurdan re edalet’ ji Parîsê heta Strasboûrgê meşeke ji bo 25 rojan bidome li dar xist. Meşê di 22’ê çile de dest pê kir û di 17’ê Sibatê bi mîtîngeke girseyî bi dawî bibe.
Li cîhanê gelek meşên mezin û dirêj hatine lidarxistin. Piraniya meşên ku ji aliyê gel ve pêk hatine serkeftî bi encam bûne. Kes û rêxistinên siyasî û sivîl bi boneya daxwazên xwe bînin ziman û rê li pêş binpêkirinên mafê jiyanê bigirin di dîroka cîhanê de gelek caran meşên dirêj û girseyî li dar xistine. Di salên dawî de li welatên Ewropayê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd gelek meşên dirêj hatin lidarxistin. Herî dawî li Tirkiyeyê meşa Gemlikê hat lidarxistin. Heta çend sal berê bi deh hezaran kurd ji bo pîrozbahiya Rojbûna Rêber Ocalan Meşên Amara li dar dixistin.
Di cîhanê de yekem car meşa dirêj a cîhanê ji aliyê jinên femînîst pêk hat. Jinên femînîst ji bo mafê bijartin û hilbijartinê di sala 1912’an de ji de New Yorkê heta Washingtonê meşiyan. Di 2017’an de jî bi beşdariya 2 milyon kesan “Meşa Jinan a Cîhanê” pêk hat. Ev meş li ser esasê kevneşopiya jinên femînîst pêk hat.
Di dîrokê de dîsa mirovên reş, koçber û niştecihan ji bo parastina mafên xwe li cîhanê gelek meşên mezin û dirêj li dar xistin.
Di cîhanê de yekem meşa mirovên reş bi boneya zextên li dijî xwe şermezar bikin di 28’ê gulan û 2’yê tîrmeha 1917’an de bi tevlêbûna hezaran reşikan li eyaleta Illinoisê meşa dirêj a Bêîtîatiya Sivîl li dar xistin. Di meşê de nêzî 200 kes ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin kuştin.
Tevgera Mafên Hemwelatiyan a Amarîkayê, di 2-5’ê gulana 1963’an de li Alabamayê bi tevlêbûna zarokan “Meşa Bêdeng” li dar xistin. Bi vê meşê Serokê Amarîkayê Kennedy di mijara “Zagona Mafê Hemwelatiyan” ket nava tevgerê.
Di payiza sala 1972’an de çermsor li seranserî parzemîna Amarîkayê meşiyan. Di “Meşa zagonên tên binpêkirin” de gelên niştecih xwestin mafê jiyana gelên niştecih bên parastin. Girse dema gihîşt Washingtonê Serokê DYA’yê Nixon hevdîtin red kir. Lê li dijî vê yekê gel Buroya Karên Niştecihî ya Wezareta Karên Hundir dagir kirin. Li ser vê yekê hikûmet neçar ma bi gel re li masê rûnê.
Meşa ji bo aştiyê Meşa Ghandî
Di cîhanê de yek ji meşên herî tê nasîn û bandor li ser gelê cîhanê çêkiriye Meşa Ghandî ye. Çalakiya bi navê “Meşa Gandî” tê nasîn, li Hindistanê wekî Meşa Xwê tê zanîn. Gandî li dijî mêtingeha îngîlîzan meşa herî dirêj a xwê wêk aniye.
Yek ji meşên ku ji bo mafên zagonî yên muxalifan bê parastin jî “Meşa Aştiyê ya Olof Palma” ye. Di sala 1987’an de Di Komara Demokratîk a Alman de ji Deryaya Baltik heta Dresdenê pêk hat. Vê meşê rê li pêş hilweşandina Dîwarên Berlînê vekir.
Meşa Zapatista û Fasiyan
Di Mijdara sala 1975’an de 350 hezar Fasî di çavdêriya 20 hezar leşker de Meşiyan Sahara ya Rojava. Bi vê meşê xwestin mêtingeriya Îspanyolan bi dawî bibe. Lê “Meşa Kesk” rê li pêş şerê navbera artêşa Fasê û mîlîtanên Polisario ya Saharaya Rojava vekir.
Di sala 1932’yan de piştî Fabrîqaya Ford, Detroit hat girtin, karkerên fabrîqeyê “Meşa Birçîbûnê” li dar xistin. Di meşê de 60 karker hatin kuştin. Di encamê de di navbera sendîka û şîrketê de ji bo 40 hezar karkeran peyman hat îmzekirin. Ev peyman 9 sal şûnde hat îmzekirin.
Di sala 1936’an de di Tersaneya Jarrowê ya Îngîlistanê de 200 karker piştî betal man, meşiyan Londonê. Karkerên tev li “Sefera Jarrowê” bûn mafê xwe bi dest nexistin. Lê di encamê de peykerên wan hatin çikilandin.
Tevgera Edaletê ya Pakistanê di tebaxa 2014’an de li Pakistanê di pêşengiya Îmran Khan de bi sedema di hilbijartinan de lîstik lîstine, “Meşa Azadiyê” ku 126 rojan berdewam kir li dar xist. Di heman demê de pêşengê olî Muhammed Tahir ul Kadri bi navê Tevgera Gel (PAT) banga Meşa Înkîlabê kir. Bi vê meşê hişt ku li dijî nelirêtiyê lêpirsîn bê vekirin.
Rêxistina Queremos Galego (Em zimanê galîsî dixwazin) da xuyakirin ku 25 hezar kes beşdarî meşa ku li paytext Santiago de Compostela hat lidarxistin bûne.
Di 1999’an de piştî komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kurdistanî û dostên kurdan ên Ewropayê ji çar aliyên Ewropayê meşiyan Romayê û meşa mezin a Romayê li dar xistin. Gel bi vê meşa dirêj û dorpêça Romayê hişt ku hêzên navdewletî di komployê de bi ser nekevin. Gel bi vê meşa xwe polîtîkayên li dijî Rêber Ocalan asteng kir.
Dema em li meşên dirêj, girseyî û bi roj û mehan berdewam dike dinerin, em dibînin piştî neheqî, binpêkirina mafan, dagirkirin, talankirin û wêrankirinê gel ji bo mafê xwe, mafê axa xwe û xwezaya xwe biparêze, her wiha ji bo dengê xwe bigihîne hemû gelên cîhanê serî li rêbaza “Meşên Dirêj” dide.
Di dîrokê de piraniya meşên girseyî û dirêj bi serkeftî bi encam bûye. Kurd jî îro ji bo mafê xwe yê nasname, ziman, çand û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixwazin û biparêzin, bi dirûşma ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji kurdan re edalet’ ji Parîsê heta Strasboûrgê dimeşin. Meşa ku di 22’yê mehê de dest pê kir, dê 25 rojan bidome. Her wiha kurd dîsa dê li Kurdistanê jî bimeşin Amarayê. Em dibînin ku kurd dê sala 2024’an bikin sala meşên azadiya Rêber Abdullah Ocalan. Kurd û dostên kurdan ji bo azadiya Ocalan dimeşin Amara û Îmraliyê.