Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Destana Berxwedana Kobanê

Li ser berxwedana 134 rojan ku mohra xwe li dîrokê xistî ango Berxwedana Kobanê re 9 sal derbas dibin. Ev berxwedana ku bûye sembola têkoşîna li dijî tarîtî û mêtîngeriyê, li cîhanê weke sembola hêviyê tê naskirin û bi hêz û pêşengiya jinan veguheriye destanekê.

Bi destpêkirina, serhildana gel a li Sûriyeyê ya di sala 2011’an, li Rojava jî şoreşa gel ya bi pêşengiya jin û ciwanan destpê kir. Di nava demeke din de, li Rojava rêveberiya siyasî û civakî û ya herî girîng jî hêza parastina gel hat avakirin. Ev hêza bi hejmareke kêm, lê xwedî vîn û biryar bi demê re veguherî artêşa azadkirina rûmeta mirovahiyê.

Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta tirk ya dagirker êrîşî Kobanê ya rojavayê Kurdistanê kirin. Piştî berxwedana dîrokî û bêhempa ya gel û şervanên azadiyê ya li dijî êrîşên giran li ber xwe da û piştî 134 rojan ango di 26’ê Çileya 2015’an de Kobanê bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin û navê xwe li dîrokê neqişand.

Di vê berxwedana dîrokî de jinên têkoşer pêşengtî kirin. Çîroka hêz û baweriya azadiya xwe û gelê xwe ji nû ve nivîsandin, ku di encamê de dagirkerî têk çû û karîbû rêya têkoşîn û azadiyê ji jinên cîhanê re ronî bike.

Kobana ku heta wê rojê ji hêla cîhanê ve nedihat nasîn, bi lehengiya Şervanên mîna Arîn, Gelhat, Zozan, Zehra û Hebûnan bû qibleya mirovahiyê.

Li Kobanê şerekî dijwar û berxwedaneke dîrokî hat kirin. Hêzên Parastina Gel û jinên têkoşervan li dijî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê re ku ji bo hemû cîhanê xeteriyeke mezin çêkir, bûn sembola têkoşîn û lehengiyê. Bi pêşengtiya jinên kurd û şervanên YPJ’ê li Kobanê destanek hat nivîsandin.

Kobanê bû kelha berxwedanê û kurd, jinên kurd û pirsgirêka kurd bi cîhanê da naskirin. Ji ber vê yekê hemû gelên cîhanê ji bo belavkirina aştiyê û piştgirîkirina vê berxwedanê bûn yek.

Pêşengiya jinan a di şerê Kobanî de dengdanek mezin a cîhanî li pey xwe anî û bala jinên cîhanê kişand ser xwe. Di çarçoveya bandora ku pêşengtî û têkoşîna jinên kurd ji berxwedana Kobanê re kirî de, di 15’ê Sibata sala 2015’an de serokkomarê wê demê yê Fransayê François Hollande li koşka Elyseeyê bi cil û bergên leşkerî pêşwaziya Fermandara Giştî ya wê demê ya YPJ’ê Nesrîn Ebdullah û hevseroka berê ya PYD’ê Asya Abdullah, kir. Di dîroka Fransayê de cara yekem bû kesek biyanî bi cil û bergên leşkerî biçe nav koşka serokatiya Fransayê.

Di 14’ê adara sala 2016’an de peykerê jina azad Baldar ku nûnertiya azadî û lehengiya jinên kurd ên şoreşger û têkoşer dike, li meydana Kobanê hate danîn. Peykerê jina azadîxwaz ya bi bask sembola têkoşîna jinên kurd e. Ev peyker ji bo hemû kesên ku beşdarî şerê Kobanê bûne û li berxwe dabûn, sembol û diyariya Silêmaniyê bû.

Di destana dîrokî ya Kobanê de navê bi dehan fermandar û şervanên jin derket holê ku dê qehremaniya wan her dem di rûpelên dîrokê de bimîne. Jinên ji bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê, di Kobanê de kom bûn û pêşengiya yekbûna Kurdistanê di Kobanê de nîşan dan. Hinek ji wan şervan û fermandarên nemir ên berxwedana Kobanê Zehra Penaber, Viyan Peyman, Rêvan Rojava, Arîn Mîrkan û Destîna Qendîl bedenên xwe kirin pira mayîndekirina azadiyê û bûn efsaneyên dîroka nûjen.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar