Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kete: Divê em lewaziyên xwe xurt bikin

Hevserokê DAD’ê di Konferansa Îslama Demokratîk axivî û got: “Desthilata yekparêz kijan aliyê me yê lewaz bi kar bîne û bi kîjan hestan koletiya hemdemî li me bide jiyîn, divê em wî aliyê xwe xurt bikin.” 

Di pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê, di eywanan konferansê ya Yekitiya Odeyên Esnaf û Sinetkaran de “Konferansa Îslama Demokratîk” tê lidarxistin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çigdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak, gelek alimên olê, nûnerên baweriyan, siyasetmedar û oldarên jin tev li konferansê bûn. Di eywana konferansê de pankartên “Îslama Demokratîk ji bo tevahiya alema îslamê, ji bo gel û baweriyên li Rojhilata Navîn jiyaneke azad wekhev û aştiyane ye” û “Di dîroka îslamê ya mazlûman de nûnertiya herî adîlane, azad û kevneşopiya demokratîk em dikin” hatin daliqandin. Herwiha wêneyên Seyîd Riza, Sex Saîd, Qazî Mihemed û Ehmedê Xanî hatin daliqandin.

Konferans bi xwendina ayetên ji Qur’anê ya endamê komeleyê Mele Mehmet Şen dest pê kir û bi axaftinan berdewam dike. Mele Qadeh di destpêka konferansê de mafê axaftinê stend û anî ziman ku ew di xebatên xwe de, cih nadin zilm û zordaran. Mele Kadeh diyar kir ku kesên xwe wek oldar dihesibînin delalî, yekitî, hevrabûn û xizmeta qenciyê ya ola îslamê ji nedîtî ve dibînin û got: “100 sal e oleke wisa afirandin ku, mafê mirovan ji holê rakirin.”

Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete destnîşan kir ku civak demokratîk, exlaqî û demokratîk e û wiha axivî: “Îslam wek aştiyane, bi rengên cuda re, bi hev re jiyîn û aştî ye. Di civaka Rojhilata Navîn û Mezopotamayê de bi hezaran sale feraseta heqîqet û azadiyê di asta herî jor de bû lê belê Nemrûd di dema netewdewletan de hatine jiyandin. Azadî nebe dê demokrasî nebe. Dema biryar tê dayîn heke hemû rengên heyî biryarê bidin wê derê demokrasi heye. Pergala kapîtalîst bandora xwe li ser hemû baweriyan kiriye. Heke feraseta jiyanê û meclisa çilan were avakirina dê gelek pirsgirêk werin çareserkirin. Desthilata yekparêz kijan aliyê me yê lewaz bi kar bine û bi kîjan hestan koletiya hemdemî li me bide jiyîn, divê em wî aliyê xwe xurt bikin.”

Piştre peyama parlamentera HDP’ê ya bere Huda Kaya hate xwendin. Peyama Kaya ji konferansê re şandibû wiha ye: “Ez we tevahiyan bi hezkirin û bêrîkirinê silav dikim. Rêya heq, edalete û aştiyê, riya Heq e. Rêya Xwedê ye. Ji ber wê em dibêjin îbadeta herî mezin, parastina Heq e. Hêvî dikim xebatên we bigihijin encamên herî bedew û xêr. Bi hêviya hevdîtina rojên azad. Serkeftin, bi hezkirin, bi hêvî, emanete Xwedê bin…”

Piştî xwendina nameya Kayayê, têkoşîna greva birçîbûnê hate silavkirin.

Konferans bi pêşkeşiya siyasetmedar û Serokê MAZLÛM-DER’ê yê berê Ahmet Farûk Unsal a bi navê “Di Serdema Kapîtalîzmê de Misilman Bûyîn” berdewam dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar