Girtiyên PKK-PAJK’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên girtin di çarçoveya pêngava “Ji Abdulllah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 10’ê cotmehê de ji hêla dostên kurdam li 74 navendên cihanê hatibû destpêkirin, 2’7ê Mijdarê dest bi greva birçîbûnê kirin. Berxwedana zindanan di roja 63’yan de berdewam dike. Berxwedêrên zindanan di peyamên xwe de diyar kirin ku heta ku daxwazên wan pêk bê wê çalakiya xwe bidomînin û ji bo serkeftinê bi biryar in.