Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gel ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferber bûne

Li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan gel seferber bûne. Li Zanîngeha Sheffieldê civîna ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ hate lidarxistin, li Stuttgartê jî gel civiya. Li ser kuleya Eyfelê jî pankarta ‘Freedom for Ocalan’ hate daliqandin.

Dostên kurdan di 10’ê cottmehê de li 74 navendên cihanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Berxwedêrên azadiyê ji 27’ê Mijdarê vir ve di greva birçîbûnê de ne. Li Ewropayê Meşa Dirêj a 25 rojan hatiye destpêkirin û di 17’ê Sibatê de bi mîtînga mezin a Kolnê ya Almanyayê bi dawî bibe. Her wiha li bakurê Kurdsitanê ji 75 kes wê di 1’ê sibatê wê ber bi Amarayê ve bimeşin. Gel kurd ji bo şermezarkirina komploya navdewletî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo seferbûne. Li rojavayê Kurdsitanê jî bi pêngava azadiyê re gel li ser piyan e û her roj çalakî û xwepêşandan li dar dixin.

Li Zanîngeha Sheffield a Îngilistanê komên enternasyonalîst di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de civînek lidar xistin û kartpostal îmze kirin ku bişînin Îmraliyê.

Civîn bi pêşengiya Koma Piştevaniya bi Kurdistanê re hat lidarxistin û SYMAAG (Koma Çalakiyê ya Koç û Îltîcayê ya Yorkshire ya Başûr), Koma Pıştevaniya bi Filistînê re ya Sheffield, Înîsiyatîfa Kurd a Sheffield û ji komên xwendevan jî dostên Kurd beşdarî civînê bûn.

Di civînê de ji Têkîliên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Egîd Amara û nûnera Kongra Star a Ewropayê Ruxeş Şêxo têkildarî geşedanên siyasî yên li Kurdistanê agahî dan.

Îdeolojiya Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk û Azadiya Jinê ya ji bo çareseriya pirgirêka li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi beşdaran re hate parvekirin.

Di civînê de hat gotin ku divê li dijî mantiqê netew-dewletê têkoşîna civakî bê pêşxistin. Di civînê de paradîgmaya azadîxwaziya jinê bi gelek aliyan hate nirxandin. Bal hat kişandina ser pêngava ku 10’ê Cotmehê ji bo azadiya Rêber Apo.

Hat diyarkirin ku Anna Campbell ku di nava refên YPG’ê de şehîd bû, dema li Zanîngeha Sheffield’ê fikrên Abdullah Ocalan nas kir û bi têkoşîna gelê kurd re eleqeder bû. Hat destnîşankirin ku divê têkoşîna bi gelê kurd re bê mezinkirin.

Beşdarên civînê piştre kartpostal îmze kirin da ku bişînin Îmraliyê.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgart a Elmanyayê (NCKD) civîna gel lidar xist. Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgart Mesut Daghan diyar kir ku Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û got ku ev tecrîd li ser gelê kurd jî pêk tê. Daghan ji bo Meşa 17’ê Sibatê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kir.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li ser Kuleya Eyfel a li paytexta Fransa Parîsê çalakiyek lidar xist.

Ciwanan li ser kuleya Eyfelê pankartên “Freedom For Ocalan” (Ji Ocalan re Azadî) û “Pour la liberte de Rêber Apo, tous ensemble Serhildan” (Ji bo azadiya Rêber Apo em bi hev re li ber xwe bidin) vekirin.

Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê vekirin û bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo’’, ‘‘Bê Serok jiyan nabe’’, ‘‘Bijî berxwedana PKK’ê” berz kirin.

Ciwanan diyar kirin ku heta azadiya Abdullah Ocalan pêk tê, wê her tim li her derê li qadan bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar