Li başûrê Kurdistanê zext û zordariya li ser jinan her roj zêde dibe. Sala 2023’an rêxistinên jinan çalakiyên cur be cur ji bo hişyarkirina jin, civak, aborî, siyasî û xwezayî, bi taybetî di aliyê zêdebûna qetilkirina jinan de li dar xistin. Li gorî daneyên salane yên ajansa me 83 bûyerên tundîtûjî û qetilkirinê hatine tomarkirin. Rêxistin neçar dibin sala 2024’an têkoşînê li dijî tundiya li ser jinan zêde bikin. Sekretera Yekitiya Jinan Eyşe Abdulhekîm der barê kar û çalakiyên sala borî de û planên ji bo sala nû agahî da.
Eyşe Abdulhekîm diyar kir ku her dem weke yekitiya jinan derî ji bo jinên ku rastî tundîtûjiyê hatine vekirine û wiha axivî: “Tenê di sala 2023’yan de zêdeyî sed dozan bigirin û heta niha jî hinek ji dozan ji bo çareserkirinê li ber destên wan in. Her wih da zanîn ku hinek ji dozan çareser kirine, hinek ji wan jî li ser daxwaza kesan diçin zagonan û zagon kar li ser dikin. Ji derveyî van jî semînerên taybet ji bo agahdarkirina maf û erkên xwe dane jinan da ku ciwan der barê maf û erkên xwe de şiyar bin.”
Divê rêxistinên jinan çalakiyan li dar bixin
Di berdewamiya axaftina xwe de Eyşe Abdulhekîm da zanîn ku civak ji berê ve heta niha di bin bandora aqilê mêrsalariyê de ye û wiha got: “Lê belê heta niha jin li hinek cih û navçeyan di pileya duyem de ne, mêr her dem li dijî jinan, hêz û kêrhatinên wan derdikevin. Ji ber wê jî ji bo sala 2024’an çend plan û pêşniyar hene. Ji bo bilindkirina asta rewşenbîriya kesên nava civakê û malbatan divê rêxistinên jinan kar û çalakiyan li dar bixin. Her wiha mijarên mafên jinan bixin nava sîstema xwendinê ji bo kesên civakê bizanin divê jin û mêr di hemû aliyan de wekhev in.”
Divê jin xwe perwerde bikin
Eyşe Abdulhemîd di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wezareta olî divê ji bo hişyarkirina mêran hewl bide û ev jî riyeke ji bo kêmkirina tundiya li hemberî jinan e û got: “Di aliyê perwerdeyê de divê jin xwe perwerde bikin, kar bikin ji bo vegera xwe ev jî bi riya xwendin û bilindkirina asta rewşebîriyê pêkan e. Weke pêwîst dizanin divê di her alî de yeksan bin. Di dema xwe de pê re eleqedar bin û hewldana çareserkirinê bidin. Ev jî bi riya kesên şareza, derûnînas û kesên di aliyê zagonê de şaraza bin. Encam û çareserkirina pirsgirêkan nabe ku veşartî bimîne divê ji bo bûyeran kêm bikin di nava civakê de werin aşkerakirin.”
Eyşe Abdulhekîm bi bîr xist ku di nava rêxistinên jinan de divê klînîkên şêwirdariya civakê û zagonî hebin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku pirsgirêk bi awayekî rast çareser bibin her wiha salane pêngavên hişyariyê hebin ji bo dezgeh û cihên cuda bi taybetî di dibistanan de ji bo zarokên keç li hemberî tundî û bûyerên rastî wan tên şiyar bin. Erka rêxistinên jinan ew e ku zextê li desthilatdarî û civakê bikin ji bo bûyerên tundiyê kêm bibin. Ev jî bi yekitî hevgirtina rêxistinan dibe. Girîng e rêxistinên jinan xwedî gotinek, helwestek, armancek bin. Ev yek ji bo mafên jinan xalên girîng in.”