Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hunermendên TEV-ÇAND’ê: Em ê pêşengiya azadiya Rêber Apo bikin

Hunermendên TEV-ÇAND Ewropa daxuyandin ku li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, rojan e kurd li ser piyan e û wiha gotin: “Em ê heta roja 17’ê Sibata 2024’an hemû bernameyên xwe bisekinînin û tenê bernameyeke me heye ew jî çalakiya dîrokî ya azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye."

Çalakiyên di çaroveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatiye destpêkirin her ku diçe berfireh dibe. Hunermendên TEV-ÇAND Ewropa bi daxuyaniya sernavê ”Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” piştgirî da Meşa Dirêj a li Ewropayê hatiye destpêkirin.

Tevahiya daxuyaniya hunermendên TEV-ÇAND’ê wiha ye:
“Dewletên kapîtalîst bi armanca ku hêviya dewleta tirk a dagirker a tunekirina doza kurd û Kurdistan pêk bînin, bi awayekî aşkera, hemû nirxên mirovahiyê binpê kirin. Pêşî rê li ber hemû hewldanên dîplomasî girtin, piştre jî bi komployeke navdewletî, bi awayekî mafyawarî Rêber Apo revandin û radestî dewleta dijminê Kurdan ê sondxwarî kirin. Xeyalên wan ew bûn ku Rêber Apo dîl bigirin wê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd jî pê re vemire. Û bi vî awayî tiştek bi navê pirsgirêka Kurd ku serê wan dêşîne, namîne. Lê ne Rêber Apo, ne jî tevgera Apoyî baş xwendibûn, wan bi çavên serhildan û isyanên berê li têkoşîna kurd dinerîn.
Gelê kurd ji bo azadiya Rêber Apo bi rojan e li ser piyan e
Lê Rêber Apo tevgereke ji pola sazkiribû û neteweya ku li ber mirinê bû bi jiyanê av dabû. Tu hêzê nikarîbû wan ji hev qut bike.
Ji roja destpêkê de û bi perspektîfên Rêber Apo, gelê Kurd û tevgera azadiyê, wateya komployê rast xwendin û li gorî wê tevgeriyan.
Hemû hêvî û armancên dewleta dagirker û hevalbendên wê pûç kirin, têkoşîna xwe bilind û rêxistinkirina xwe hîn xurttir kirin. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, rojan e kurd li ser piyan e û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin.
25 sal in pêşiya çareseriyê digirin
Ev 25 sal in, bêrawestan gelê kurd û dostên wan vê têkoşînê didin û roj bi roj isbata pûçkirina planên komplodaran dikin. Ev 25 sal in, dewleta dagirker bi erêkirina hevalbendên xwe û li ber çavên wan tecrîdeke bêexlaq li ser Rêber Apo dimeşìne. Ev 25 sal in rê li ber çareseriya demokratik têne girtin.
Dewleta dagirker bi komkujiyan, bi kar anîna çekên qedexekirî yên ku dewletên kapîtalîst pêşkêşî wê dike, bi ser gelê Kurd û şervanên wê de tê. Gund, bajar têne wêrankirin, qirkirina siyasî û çandî gihîştiye asta herî hovane. Rojane binesaziyan li Rojava bombebaran dike, bi kurtêlxwiran re cînayetên siyasî dike, hunermend, rewşenbîr û çalakvanan dike hedefa bêexlaqiya xwe.
Bi van kirinan nikaribû têkoşîna azadiyê bişkîne û gelê kurd dîl bigere. Ya ku dewleta dagirker har dike jî ev e.
Hunermend bi gelê xwe re dimeşin
Em weke civaka hunermendên welatparêz, di tekoşîna azadiya gelê xwe de xwedî rol in û wezifeyên xwe dizanin, di her çalakiyê de em bi gelê xwe re ne û hewla hilgirtina pêşengiyê dikin. Ji ber wê, di vê roj û çalakiya dîrokî de em hemû hunermend û xebatkarên çandê yên welatparêz, li gel gelê xwe bin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê dengê xwe bilind bikin, ji bo çareseriyeke siyasi ya pirsgirêka kurd em ê bi gelê xwe re bimeşin.
Em ê roja 17’ê sibata 2024’an hemû bernameyên xwe bisekinînin û bêjin “wê rojê, tenê yek bernameya me heye, ew jî çalakiya dîrokî ya azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar