Di dema derbasbûyî de careke din agahiyên li ser vekişîna leşkerên DYA ji Sûriyeyê bi riya kovara amerîkî Forin Polisi belav bûn ku xwe dispêre hin berpirsên Koşka Spî yên navê xwe aşkera nekirine. Her wiha El-Monîtor jî aşkera kir ku hin berpirsên Pantagonê planek pêşkeşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’ê kiriye ku di mijara şerê li dijî DAIŞ’ê de hevkariyê li gel rejîma Şamê bike. Vê agahiyê bi xwe re nîqaşa bazarên nû li ser dezgehên çapemeniyê vekir ku dewleta tirk li aliyekî, rejîma Şamê û Rûsya li aliyê din û her wekî din ku li bendê ne ka kengî firsetê bibînin rêveberiya bakurê û rojhilatê Sûriyeyê zeif bigrin. Heta çend rojan jî li ser mijarê tiştekî zelal nehat gotin û herî dawî li ser navê Serokatiya Koşka Sipî hat gotin ku tu niyeta vekşîna ji Sûriyeyê di dema niha de tune.
Ev agahî vekişîna hêzên DYA beriya civîna Astana21 ku Rûsya û Tirkiye û Îran garantor in li navê hat xistin. Hemwextî vê civînê, serokkomarê Îranî Îbrahîm Reîsî jî serdana Tirkiyeyê kir, bi Erdogan re hevdîtin kir û peymanên nû li ser peywendiya herdu dewletan îmze kirin.
Di heman demê de, Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergî Lavrov jî aşkera kir ku DYA amadekariyên avakirina dewletekê ji bo kurdan li bakur û yekê jî ji bo Dirziyan li başûrê Sûriyeyê dewam dike.
Dema mirov van nûçe û bûyeran bîne gel hevdû, dibîne ku di mijara Sûriyê de Amerîka niyet nake biryarên nû bigre û ev jî bi van mijaran re girêdayî ne;
Çima dewleta tirk di vê demê de bi Îranê re hin xalên zêdekirina peywendiyên nava hev de îmze bike ku ew mesajin ji DYA?
Ger DYA wê ji Sûriyeyê vekişe, Sergî Lavroz çima daxuyaniya ku Amerika li ser avakirina dewleteke kurdî dewam e dide û wiha aciziya xwe tîne ziman?
Li aliyê din, çima Astana li dar dixin û mijara operasyona li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê dixin rojevê?
Ev mijarên li jor me rêz kirî, didin xuyakirin ku Amerika hîne xwe li herêmê bi cih dike û lewma ev aliyên din ketine tevgereke wiha.
Li aliyê din, li pişt vê yekê plan ew e ku ji derve û hundir de dîsa zextekê li ser Rêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyeyê bikin da mecbûrî destberdana hin tiştan bikin. Ev plan jî bi bomberarankirina hemû deverên gaz û petrolê yên xizmeta gelên herêmê dike li Rojava hat destpêkirin. Bi vê bombebarana binesaziyê re jî xwestin bihêlin xelk jî li hember nepeydakirina van madeyan li hember rêveberiyê derkeve û planê temam bikin. Lê wer xuyaye van zextan cih negirtiye.