Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dîsa Sibat hat

Em ketin meha sibatê. Ew meha ku Rêber Apo bi komployeke navneteweyî hat girtin û radestî dewleta tirk hat kirin. Her salê em qala wê salvegerê û roja reş dikin. Di her salvegerê de jî em hê bêtir ji xwe fedî dikin. Çawa dibe ku ji sala 1999’an heta niha Rêberê milyonan kesî girtî û tecrîdkirî be. Rêberê gelan 25 sal in di destê dewleta tirk de dîl girtî ye û di heman demê de tecrîdkirî ye.

Her ku dibe meha sibatê jî ev meh xwe reş girê dide. Di vê mehê de xelekek ji agir li dora Rêber Apo çêbû û heta niha jî bi sedan kesî canê xwe feda kirine. Dema ku em dibêjin sibat; çalakiyên li dijî komployê û xeleka ji agir tê bîra me. Lê dîsa jî me nekarî em wê tecrîdê têk bibin û Rêberê gelan azad bikin. Tenê em dikarin bibêjin ku em nêzî azadiya fizîkî ya Rêber Apo bûne.

Şert û mercên beriya 25 salan û îro ne wekî hev in. Dema ku Rêber Apo hat girtin her kes şaş mabû. Kesî nema zanîbû çi bike. Yên komplo pêk anîn digotin ew ê kurd jî bi vê komployê re têk biçin. Lê kes jî ne li bendê bû ku Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe komplogeran têk bibe. Sal derbas bûn û êdî Îmrali bû navendeke çareseriyê. Yên ku Rêber Apo biribûn Îmraliyê, vê carê diçûn ber lingê wî. Bi salan hevdîtin hatin kirin. Rêber Apo bi riya hevdîtin û parêznameyên xwe perspektîfa çareseriyê danî holê.

Sal û zeman derbas bûn û fikrên Rêber Apo gerdûnî bûn. Îro li seranserê cîhanê fikir û ramanên Rêber Apo tên xwendin. Ev yek jî nîşan dide ku komplo neçû serî. Dibe ku niha tecrîd hebe, lê ev tecrîd jî nikare pêşî li fikir û ramanên Rêber Apo bigire. Îro bi dehan zimanan fikir û ramanên Rêber Apo tên xwendin. Akademîsyen û rewşenbîrên cîhanê li ser paradîgmaya Rêber Apo disekinin û dizanin ku ew paradîgma ya çareseriyê ye.

Di her meha Sibatê de em xemgîn dibin, lê ji aliyekî jî em li rihê berxwedanê vedigerin. Di vê mehê de îspat bûye ku Kurd têk naçin. Yê ku ev rê nîşan da jî Rêber Apo ye. Eger Rêber Apo li ber xwe nedabûya ewqasî nedihat tecrîdkirin. Ji ber ku li ber xwe dide û serî natewîne tecrîdkirî ye. Hêzên komploger ji fikir û ramanên Rêber Apo ditirsin. Bi yek gotinê milyonan kes dikevin nava tevgerê. Çi hêz û qeweteke din mîna wê li cîhanê tineye.

Îro li çiyayên Kurdistanê jî gerîla bi rihê Apoyî li ber xwe didin. Îro yê ku li Kurdistanê di cenga giran de ye rihê Apoyî ye. Yên dixwestin Rêber Apo têk bibin û tine bikin, bûn sedem ku rihê Apoyî li seranserê Kurdistanê belav bibe. Ev rihê fedayî yê Kurdayetiyê ye. Rêber Apo ev yek îspat kir û em vê yekê li her qadê dibînin.

Di salvegera komploya navneteweyî de wê careke din komploger werin rûreşkirin. Ji ber wê bêbextiya kirine wê werin protestokirin. Li dinyayê mînakek din wekî vê komplo û tecrîdê nehatiye dîtin. Di heman demê de mînakek din wekî vê berxwedanê jî nehatiye dîtin. Vaye sibatek din hat û dîsa em dibînin ku Kurd bi komplo û tecrîdê têk naçin. Yên komplo pêk anîn di heman demê de dawiya xwe jî anîn. Ev yek di salên pêş de wê bêtir were dîtin.

Nûçeyên Têkildar