PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Şinyar Enwer: Barzanî çavkaniyên Kurdistanê vala xerc dikin

Şinyar Enwer Hesen ku li Amerîkayê li dijî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doz vekiriye got; “Çavkaniyên Kurdistanê vala xerc dikin. Piştî belgeyên min FBI’yê gelek şirketên girêdayî mala Barzanî qepat kir.”

Hemwelatiya Amerîkayê Şinyar Enwer Hesen ku li Amerîkayê dijî malbata Barzaniyan doz vekiriye, der barê pêvajoya dadgehê, dozên dijî Barzaniyan, mal û milkên Barzaniyan de, axivî.

Aktivîst Şinyar Enwer di sala 2022’yan de dijî serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de doz vekirîbû û rûniştina ewil ya dozê di nîsana 2023’yan de li Virginiayê pêkhatibû. Pêvajoya dadgehê hîn bi dawî nebûye û dewam dike. Şinyar Enwer da zanîn ku kirêgirên mala Barzanî hertim gef li wê dixwin û got; “Ez zelal im, ez ê dijî zilm û gendeliyê têbikoşim, wê gef min nedin sekinandin.”

Pêvajoya dadgehê

Şinyar Enwer behsa pêvajoya doza dijî Barzanî vekirî dike; “Destpêkê dixwazim vê bêjim, li Amerîkayê dadgeh bi dawî nebûye, ji ber qonaxên cuda hene, di qonaxa yekem de serokê hikûmetê neçar bû bersiva giliyê min li dadgehê bide. Ji bo parastina xwe 11 parêzerên saziya parêzeran ya herî mezin a li Amerîkayê, girt. Di wê qonaxê de hinek mal û milkên din yên li Amerîkayê aşkere bûn ku beriya wê înkar dikir. Di heman qonaxê de FBI’yê der barê hinek kesên ku ji bo malbata Barzanî kar dikin, lêkolîn kir. Lê piştî danişîna yekem ya dadgehê ku ez û parêzerên Barzanî û parêzerên min amadebûn, dadwer got ku ev dozek balkêşe, ezê piştî mehekê biryarê bidim. Piştre bersiva min da, bi hêceta ku Mesrûr Barzanî ne niştecihê Amerîkayê ye, nikare li vê derê bê dadgehkirin. Tevî Barzanî li Virginiayê koşkek mezin jî heye. Qonaxa duyemîn dewam dike.”

Şinyar der barê têkoşîna xwe ya dijî gendeliyê, bi taybet jî dijî gendeliya mala Barzanî de jî wiha dibêje: “Hemû aliyên siyasî rexne li min kirine, bi tundî û bê cudahî min kar kiriye. Lê raste zêdetirî xwe doz û têkoşîna min dijî Barzaniyane. Ji ber çi, ji ber ku tu ji lûtkeya desthilatê destpê dikî. Li Kurdistanê biryara mûçe, kêmkirin û zêdekirina mûçe, pile bilindkirina karmendan, lihevkirina bi Bexda, zêdekirin û kêmkirina bacan, belavkirina zevî, fermandariya giştî ya hêzên çekdar, peywendiya bi welatên derve, ev hemû girêdayî serokê hikûmet û serokê herêmêne. Ev her du hem PDK’ne, hem jî ferdên malbata Barzanîne.

Li aliyê din jî, girtiyên siyasî (armanca min ji azadîxwazên Behdînan, bi taybet ku di serdema kabîneya Mesrûr Barzanî de hatine cezakirin) ev mijar ziyanek mezin da navê Kurdistanê. Li Herêma Kurdistanê, tenê li Hewlêr û Dihokê û dibin hukmê malbata Barzanî de, rojnamevan û çalakvan hatine girtin.

‘Ez bi belge dixebitim’

Ji ber ku ev desthilata heyî hemû di destê wan deye, piraniya belgeyên min yên gendeliyê li ser malbata Barzanîne. Di demek ku xelkê Kurdistanê di rewşek xirab ya aborî de jiyan dikin, ew bi serwet û çavkaniyên Kurdistanê re mijûlin û vale diçe. Eger li ser kesek yan jî kesek siyasî li Kurdistanê belgeyên gendeliyê hebin, bêguman bêcudahî min li ser wan jî karkiriye. Ez ji bo çi dibêjim, belge, ji ber ku gelek gote got hene, lê ez bi belge kar dikim.

Di encam de, ez li ser desthilatê di axivim, wek mînak ez li ser wezîrên PDK’ê, tevî ku gelek gendeliyên wan jî hene, na axivim, ji ber ku ez dizanim gendelî û zilm hemû ji desthilata serî tê.”

Şinyar Enwer di dewama axaftina xwe de behsa serweta mala Barzaniyan dike; “Koşka Barzanî ya li Virginiayê tenê bi bihayê 15 milyon dolare. Li pişta wê koşkê, Nêçîrvan Barzanî jî taxek kiriye ku min behsa wê jî kiriye. Li heman cihî, gelek milkên din yên malbata Barzanî yên birayên Mesrûr Barzanî jî hene. Li Kaliforniya jî bi bihayê zêdetirî 60 milyon dolar koşkek heye. Li Dubaî bi bihayê sedan milyon dolar milk û malên wan heye. Gelek tiştên din jî hene.”

Çavkanî: Yeniozgurpolitika

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar