Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dayîkên Şemiyê aqûbeta Maksût Tepelî pirsîn

Dayîkên Şemiyê di hefteya 984’emîn a çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê aqûbeta Maksût Tepelî ku beriya 40 salan di bin çavan de hat wendakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê tên ba hev, çalakiya xwe ya 984’emîn li dar xistin. Di çalakiya parazvanên mafên mirovan piştgirî dayê de malbatên windakiriyan qûrnefîl û wêneyên windakiriyan bilind kirin.

Dayîkên Şemiyê vê hefteyê aqubeta Maksût Tepelî ku di 2’ê Sibata 1984’an de li taxa Kuçukbakkalkoy a Ataşehirê dema ku diçû mala havalê xwe di encama guleberdana polîsan de birindar bû û piştî ku hate binçavkirin êdî tu xeber jê nehatî girtin pirsîn.

Maksût Tepelî li ku ye?

Daxuyaniya ku ji aliyê Seroka Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Gulseren Yorelî ve hate dayîn. Gulseren Yolerî wiha got: “Li Tirkiye yên ku bi navê dewletê erk bikar tîne, kesên ku ji xwe cûda dibînin weke hemwelatiyek ku xwedî mafê bingehîn nabînin û wan ji mafê wan yên bingehîn bêpar dihêlin. Weke encama vê nêzîkatiyê, yên ku di bin çavan de hatin windakirin û ji bo wan û malbatên wan qenalên lêgerîna mafan digrin.”

Gulseren Yolerî, anî ziman ku di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo ku aqûbeta mamoste Maksût Tepelî yê 28 salî ku beriya 40 salan hatiye windakirin bipirsin hatine cem hev û çîroka Maksût Tepelî xwend. Yolerî, destnîşan kir ku ji bo Tepelî û hemû kesên hatine windakirin dest ji daxwaza edaletê bernadin û got: “Em ê bi bîr bixin ku dewlet neçare di nava normên hiqûqa gerdûnî de tevbigere.”

‘Em bi êşa goristana ebedî re rû bi rû hiştin’

Hevjîna Maksûr Tepelî, Şehrîban Tepelî ya pişt re mafê axaftinê wergirt jî wiha got: “Keça me ya ku me bi Maksût re digot ‘em ê bibînin ku mezin bû û zewicî’ mezin bû, neviyên me çêbûn. Lê hevjînê min rêzdar Maksût yek ji van jî nedît. 40 sal in cihekî ku em lênegerin serî lê nedidin nema. Piştî 34 salan me navê gora ku bêyî me veşartine hîn bûn. Kesên cihê gorê nîşanî me nadin em bi êşa goristana ebedî re rû bi rû hiştin.” Tepelî destnîşan kir ku dest ji lêgerîna Maksût Tepelî û daxwaza edaletê bernadin.

Piştî axaftinan çalakvanan qûrnefîl danîn Qada Galatasarayê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar