Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Peyama rêwiyên azadiyê zelal e: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Rêwiyên azadiyê yên ji Qers û Wanê ber bi Amarayê bi rê ketin tevî hewayê sar û barîna berfê jî meşa xwe didmînin. Rêwiyên ji Wanê derketin li gundan bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin, bi çepik û tililiyan ber bi Elkê ve hatin oxirkirin. Baskê meşa azadiyê ya Qersê gihişt navenda Agiriyê.

Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye destpêkirin di roja 4’an de didome. Baskê meşê yê Qersê îro gihîşt navenda Agiriyê. Meşvanên li navendê gihiştin hev, heta buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Welatiyên li derdorê jî bi çepik û tililiyan piştgirî dan meşvanan.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag li pêşiya buroya hilbijartinê axivî û wiha got: “Bindest û kesên têkoşîna demokrasiyê didin daxwaza wekhevî û edaletê dikin. Wekhevî û edalet bes nîne, divê bi azadiyê bên tacîdarkirin. Daxwaza me azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Em dixwazin bi meşa xwe rêya aştiyê vekin. Her wiha meşa gelan ên li dijî faşîzmê têdikoşin e. Îro ji bo pîşesaziya çekan û bazirganên çekan bûdçeyên zêde tên veqetandin. Gelemperiya bûdçeya welêt ji bo şer tê veqetandin. Ev bûdçe ji berîka gel derdikeve. Heke ev bûdçe ji bo gel bihata bikaranîn niha rewşa her kesî baş bûya. Vaye ev meş jî sekna li dijî vê rewşê ye.”

Bi domdarî Bozdag ev tişt anî ziman: “Divê ev meş bibe rojev û nîqaş li ser bên kirin. Divê siyaset dawî li siyaseta berê gelan didin hev bînin. Gelê kurd bedela vê jî dide. Em ê li her cihê em jê re derbas dibin van daxwazan vebêjin. Îro li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Mercên nebaş hene. Girtî li dijî vê li ber xwe didin. Mirov li dijî bêhiqûqiyê bedel didin. Şikandina vê derhiqûqtiyê di destê me de ye. Lewma banga me j bo hemû gelan ew e ku bi hev re tevbigerin.”

Rêwiyên azadiyê di sir û seqemê de meşa xwe didomînin

“Meşa Mezin a Azadiyê” ya Wanê ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya û parlamenterên DEM Partiyê pêk tê, ji navenda Colemêrgê derketin rê. Rêwiyên azadiyê ji ber avahiya DEM Partiyê ya Colemêrgê bi çepik û tililiyan hatin oxirkirin. Rêwiyên azadiyê, li gundê Aşûtê yê girêdayî navçeya Çelê ji hêla welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Tevî barîna berfê jî eleqeyeke zêde ji bo meşvanan hebû. Di dema pêşwazîkirinê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Welatiyên ku meşvan pêşwazî kirin, bi wan re heta derketina gund meşiyan. Di meşê de dîmenên rengîn derketin û coşeke mezin hebû.

Meşvan, li Bihûroka Suvarakutrayê bi meşaleyan meşiyan. Li vir govenda azadiyê hate gerandin û piştre jî meşvan ber bi navçeya Elkê ve ketin rê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar