Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di rastiya kurd de şaxê neteweyî

Hewl didan rastiya kurd di çarçoveya pirsgirêka kurd de bikin têgîn. Dema ku behsa pirsgirêka kurd dikirin, serwextî û bîrbirineke berfireh çênebûbû û nizanîbûn bi rastiyeke çawa re rûbirû dibin. Beriya her tiştî hewl didan rastiya kurd bi aliyên wê yên ziman û çanda cuda piştrast bikin. Her wiha ji ber ku îdeolojiya fermî bi kampanyayeke dijwar a înkar û îmhayê dor li rastiya kurd girtibû, piştrastkirina hebûna kurdan dibû pirsgirêka pêşî ya di rojevê de cih bigire. Ev ji bo rastiya kurd dibû nêzîkatiyeke çewt û gelekî paşvemayî. Jixwe hebûneke li naverastê hebû û piştrastkirina wê dişibiya guftûgoya roj heye yan tineye. Ev jî dihat wê maneyê ku axaftinên dihatin kirin vala û pûç bûn, dem bê mane dibihurî û ava diherikî aşê rejîma qirker û mêtinkar digerand. Ya rastî, guftûgo jî ji aliyê Jon Kurdên di asîmîlasyonê re hatibûn derbaskirin dihatin meşandin. Di bin navê guftûgokirina pirsgirêka kurd de ya rastî hebûn û statuya xwe guftûgo dikirin.

Dema min dest avêt van karan, min xwe zêde nekir destikê van guftûgoyan. Herçiqasî min a rast hûrûkûr analîz nekiribû jî min bawer kiribû rêbaza rast ew e ku divê pirsgirêk ne weke guftûgoya hebûn û tinebûnê, belê bi têgînên rizgarî û azadiyê bê îfadekirin û min li ser vî bingehî gav avêt. Sedema herî girîng a pê em ketin pêşiya komên heqîqetê yên ji hev belawela, ev rêbaza gavavêtinê bû ku me ji xwe re kir bingeh. Piştî ku me rêbaz rast hilbijart, zû dereng wê em bigihandana rastiyê bi xwe. Lê kêmasiyeke ku vê rêbazê rê li ber vedikir hebû, wê rê li şîroveya dogmatîk a rastiya kurd vekiribû. Jixwe pêşhukmên xurt hebûn ku weke her rastiya gelekî yan jî neteweyekî dikarîbûn rastiya kurd binirxînin. Weke rastî guftûgonekirina rastiyê çiqasî rêbazeke rast be, mirov pêşnebîne ku çawaniya wê dikare pirr guhertî be û bi guman nêzîkî nebe jî ewqasî rêbazeke kêm bû.

Di Newroza 1973’an de civîna koma me ya pêşî çêbû. Min têgîna ‘Kurdistan mêtingeh e’ pêşkêşî civînê kir û di wan rojan de ev têgîn diviyabû weke sirr û razekê bihata veşartin. Herçiqasî nûnerên du komên sereke yên meylên asîmîlasyonîst hevkar ê wê demê Kemal Burkay û Mumtaz Kotan îddîa bikin ku ew têgîn bi kar anîne jî ez yeqîn nakim ku rast e. Eger wisa bûya min hewce nedidît vê têgînê weke sirrekê veşêrim. Paşê guftûgoyên der barê Kurdan de li ser têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ meşiyan. Pirraniya çepgirên tirk bi gotina “Tevahiya Tirkiyê mêtingeh e, yan jî nîv-mêtingeh e” hewl didan pirsgirêkê ji ciddiyetê dûr bikin. Li gorî min hebûna Kurdan bi şêwazekî şoreşgerî, di serî de Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş, Brahîm Kaypakkaya û hevalên wan, kengî di berdêla canê xwe de weke gotin ev têgîn anîne ziman piştrast bûye. Ji vir û pêve, pirsgirêk azadî û rizgariya ji vê statuyê bû. Teoriya Kurdistana Mêtingeh li ser vê riyê destpêkeke rast bû.

Rasyonalîzm û ampîrîzm, di rastiya kurd de weke du rêbazên bingehîn ên lêkolînê bikêrhatîbûna xwe nîşan dan. Rasyonalîstan wer bawer kiribûn ku ew ê karibin bi piştrastkirina rastiya kurd bigihîjin armanca xwe. Rewşenbîrên bûrjûwa yên bi awayekî hay ji xwe heyî komele ava dikirin, kovar diweşandin û bi tevgerên partiyan ên destên xwe ji ava sar di ya germ de danedikirin, yeqîn dikirin ku wê bi vê riyê bigihîjin encamê. Bendewar bûn ku wê rojekê mentiqê modernîteya kapîtalîst ber bi bextê wan ve çerx bike. Kesên di nava hewldanên teng ên ceribandinê de bûn, bêhtir tercîh dikirin ku hisên isyankar biteqin û serî rakin. Li gorî konjonkturê ciwanên şoreşger ketin vê rewşê. Bêguman darbeya 12’ê Îlonê bi hêsanî karîbû bêhnê li herdu aliyan biçikîne, ber bi teslîmiyetê ve bibe û wan îmha bike û bi vî awayî hêza wan a heqîqet û îradeyê derxist holê. Yên bi xwe ji sîstemê qut nebûbûn li ser rêya teslîmiyetê dewam kirin, yên li derveyî sîstemê lêgerînên wan hebûn wê li pey îradeyeke bi hêz û lêgerîneke hûrûkûr bibeziyana.

Min darbeya 12’ê Îlonê ji van herdu meylan cuda bi lêgerîneke heqîqetê û bihêzkirina îradeyê pêşwazî kir. Rasyonalîteyeke min a diyar hebû. Hewldanên min ên îradeyî jî nabe ku piçûk bêne dîtin. Piştre, kengî min xwe di ber çavan re derbas kir, ez li cudahiya xwe serwext bûm. Ya min cuda dikir ew bû, min teorî û pratîk di zikhev de, ne bi gotinê, lê bi xwe pêk dianî. Min gotin û çalakî sipartibûn sedemên teorîk û pratîk û bi vî awayî meşiyabûm. Vê yekê hişt ku ez karibim pêngava 15’ê Tebaxê 1984’an û vegotina aştiyê ya 1993’an bikim. Ez li ser heman riyê meşiyam û di pêvajoya Îmraliyê de bi pratîkên çareseriya demokratîk ez gihiştim serwextbûna modernîteya demokratîk.

Rastiya netewe û gelê kurd di dîrokê de cara pêşî ye ku gihiştiye asta herî bilind a bîrbirin û serwextbûnê. Li vir serwextbûn û bîrbirina em behsa wê dikin, ji qîmkirin an jî qîmnekirinê, bîrbirin û serwextbûna li rastiyê ji komeke elît an jî partiyekê wêdetir e, jê bihurî ye. Gel û netewe weke qurmê bingehîn ê rastiyê, li rastiya xwe serwext bûye. Ez behsa gel an jî neteweyekî li xwe serwextbûyî dikim. Netewe bi xwe weke têgîn, rewşeke zêhniyetê îfade dike. Ji bo kurdan ev rewşa zêhniyetê pêk hatiye. Lê em heman xusûsê nikarin ji bo bigewdebûnê bibêjin. Ji ber ku bi tenê jiyan bi zêhniyetê nabe, bi gewdebûna wê pêkhatineke girîng e, ango rewşa heqîqetê îfade dike û wê bike.

Min serdema çanda neolîtîk weke serdema bi heybet a proto kurdan şîrove kiribû. Heta bi modernîteya kapîtalîst proto kurdan bi awayekî qewmî di sîstema şaristaniya navendî de weke rastiyeke bi hêz a kurd gav avêtibûn. Kominên ji federasyonên qebîle û eşîrên serdema destpêkê heta bi ceribandinên împaratoriyan rêbazên polîtîk nas kiribûn, nexasim bi sîstema baweriyê ya Zerdeştî forma gelbûnê bi dest xistibûn. Formên pêşî yên kurdan li gorî dema xwe ne paşvemayî bûn, bi roleke pêşeng radibûn. Herçiqasî ev form bi Îslama serdema navîn bêne berevajîkirin jî hem ji aliyê zêhniyetê ve hem ji aliyê bedenê ve kurdan formên xwe yên qewmî xurt kiribûn. Her qebîle û eşîr bi qasî misilman bûn ewqasî jî kurd bûn. Herweha her mezhebî rastiyeke çînî ya diyar îfade dikir. Forma gel an jî qewm, gava pêşî ye ku etnîsîte di nava xwe de dabeş dibe û vediguhere çîna civakî. Eşîr û qebîle hebûna xwe diparêzin, lê destûr didin ku di nava wan de çînên civakî pêk bên. Rastiya etnîk û rastiya çînî di zikhev de ne. Dînên yekxwedayî hinekî jî forma îdeolojîk a vê dizikhevdebûnê, perdeya wê pêk tînin. Çi bi awayekî begtiyên serbixwe bin, çi jî yekeyeke girêdayî sîstema împaratoriyê bin, tebeqeyên jor ên qebîleyan rastiya çînan a bûye navenda desthilatdariyê îfade dikin. Xwe weke elîta serdest a xanedaniyê bi nav dikin.

Di serdema navîn de bi maneya desthilatdariyê ji bo qewman a pirsgirêk ew e, qraltiyeke navendî pêk bînin. Di xet û rêzên Ehmedê Xanî de ev hesret tê ziman. Ereb, fars û tirk jî dilê xwe dibijînin derketina holê ya qraltiyên navendî ango seltenetiyê. Ji bo kurdan jî wer dihesibînin ku  qraltiyeke navendî ya kurdan a bi vî rengî pêk bê, kes ê nikaribe li pêşiya wan bisekine û bi vî awayî pirsgirêk ê çareser bibin. Di rastiya qewmî ya kurd a serdema navîn de pirsgirêkeke bi vî rengî heye. Dînamîzmek e ku her diçe hêza wê ya pêngavê zêde dibe îfade dike. Me berê diyar kiribû ku ji beşên xizan ên gel re ên ku ji qebîle û eşîran vediqetin kurmanc tê gotin. Çawa ku li cem ereban bedewî, li cem tirkan tirkmen û li Îranê ecem tê gotin. Kurmanc pêşî li gundan, paşê li bajaran hejmara wan her ku çû zêde bû. Ev kategorî bi firotina keda xwe yan jî kirêkirina wê debara xwe dike. Di çînîbûnê de ev beş tebeqeya jêr a bi heqdest dixebite û tê kirêkirin pêk tîne. Ev bi awayekî proleterbûn e. Nexasim dema ku bi heqdest û kirêkirinê dixebitin weke zehmetkêş an jî karker têne binavkirin. Di nava şert û mercên kapîtalîst de wê ev pêvajo bi leztir bibe. Bi pêvajoya gelbûnê re wê veguherîna ji çanda qebîle û eşîrê ber bi çanda gel ve pêk were. Di nava vê rewşa çandî ya maddî û manewî de wê bigihişta qonaxa pêkhatina netewe.

Tê gotin, bazar netewe pêk tîne. Lê ev fikrek e ku şêwazê pêkhatina rastiya netewe ya bûrjûwa îfade dike û yek ji têgînên şaş ên netewe yên sosyalîzma pêkhatî ye. Di şert û mercên modernîteya kapîtalîst de du cure rêbazên sereke yên netewe hene. Mirov dikare rêbazan cûrbicûr bike. Rêbaza yekemîn ew e, li ser bazarê divê serdest bibe, ji bo vê jî divê çîtên feodal ango sîstema begtiyê rake, para karê û xistina mal a bazarê zêde bike. Bi vê armancê bi slogana bazara neteweyî radibe. Ji ber ku ev rêbaza netewebûyînê di dema pêşî ya milliyetgiriya bûrjûwayê de beşekî berjewendiyên hevpar ên herkesî îfade dikir weke hêmaneke pêşdebir a civakê hatiye nirxandin. Di çarçoveya netewe de desthilatdarî û sermayeyê xwe bi rêxistin kirine û vê yekê herdu beş jî bi hêz kirine, lewma dewletdariya netewe xurt destek kirine. Neteweparêziyeke bi vî rengî alîkariya xwe ji neteweparêziya destpêkê re her ku diçe kêm dike û diterikîne. Neteweparêzî her ku diçe li ser bazarê û kesên bi heqdestê xwe dixebitin, li ser dezgehdar, dikandar, li ser bazirgan û zenaetkaran vediguhere amûrê îdeolojîk ê zordestî û mêtinkariyê. Duyemîn rêbaza sereke ya netewebûyînê, li dijî hêzên desthilatdarî û sermayeya hundir û derve neteweparêziya demokratîk a tebeqeyên kedkar e. Neteweparêziyeke bi vî rengî hem weke meyleke îdeolojîk, hem jî weke çalakî hewl daye bi bandor bibe. Diyardeyên ji wan re demokrasiyên Ewropayê tê gotin, di bingehê wan de ev bandor heye. Têgîna demokrasiya bûrjûwayê şaş e. Jixwe demokrasiya bûrjûwayê nabe, weke şêwazê dewletekê jî demokrasî hîç nabe. Rewşa li Ewropayê pêk hatî jî mirov dikare weha îfade bike; tebeqeyên kedkar ên têkoşîna heq meşandin bi yekdestdariyên sermaye û desthilatdariyê re li hev kirin.

Piştî ku hêzên hegemonîk ên kapîtalîst ên Rojava ketin herêmê, çawa ku li gelemperiya Rojhilata Navîn bû, pêşdeçûna neteweyî ya diyardeya kurd jî ji dînamîkên hundir qut bûye. Ev pêvajoya ku di serê sedsala 19. de bi lez bûye pêvajoyên netewebûyînê çeloxwarî kirine. Hêzên hegemonîk bi destek an jî astengkirinan hewl dane şêweyekî bidin netewebûyînên di nava Împaratoriya Osmanî de û di vê de jî pîvana diyarker berjewendiyên sîstemê ne. Li gorî berjewendiyên xwe neteweyan pêk tînin an jî ditepisînin, heta rê li ber tinebûna wan vedikin. Împaratoriya Osmanî demeke dirêj li dijî netewebûyînê li ber xwe da. Hewl da bi rêbazên netewetiya lihevçêkirî dewam bike. Li gorî rêzê rêbazên hatin ceribandin Osmanîgirî, Panîslamîzm û Pantirkîzm e. Piştî ku ev rêbaz têkçûn û li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk gelek dewletên netewe derketin holê, bi tenê li dawiyê ji neteweparêziya Anatolyayê re zemînekî di cih de ma. Pêvajoya em jêre neteweparêziya Komarê û Rizgariya Neteweyî dibêjin rastiya vê pêvajoyê îfade dike. Ev meyla ku dixwazin weke kemalîzmê jî nîşan bidin, me çîroka wê gotibû. Ji dubarekirina wê zêdetir, mirov di çarçoveya neteweparêziya kurd, tirk, cihû û ereb de binirxîne wê bêhtir kêrhatî be û mirov ê baştir jê hîn bibe.

Nûçeyên Têkildar