Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 15’ Sibata 1999’an de ji hêla hêzên hegemon ve li paytexta Kenya Naîrobiyê bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin û 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke grand ye. Ev 3 sal in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo liher çar parçeyên Kurdistanê seranserê cihanê pêngava azadiyê hatiye destpêkirin. Berxwedrên zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê ji 27’ê Mijdarê vir ve di greva birçîbûnê de ne. Li Rojava, bakurê Kurdistanê û Ewropayê çalakî tên lidarxistin. LI Ewropayê bi Meşa Azadiyê ya ku di 22’ê çileyê de ji Parîsê hat destpêkirin û di 17’ê Sibatê de bi meşa mezin a li Kolnê bi dawî bibe. Li Bakur jî 75 kes di 1’ê Sibatê de ji Qers û Wanê ber Amede ve bi rê ketin û 13’ê Sibatê de li Amedê meşa fînalê pêk were.
Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan li ser Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd destpê kiriye. Bozan diyar kir ku li girava Îmraliyê tecrîdeke girankirî heyeû wiha got: “Me berê ber bi Gemlîkê ve meşek lidar xistibûn, li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Her wiha ji bo bibin dengê grevên birçîbûnê yên girtiyên siyasî Nobedên Edaletê hene. Em îro di roja 5’an e Meşa Azadiyê de ne ku ji Qers û Wanê destpê kir. Heta 15’ê Sibatê wê dewam bike.”
Bozan bi bîr xist ku Meşa Mezin ji Qers û Wanê ji du baskan ve bi 75 kesan hate destpêkirin û wiha berdewam kir: “Ev 75 kes bi navê bi milyonan mirovî dimeşin. Li bajar, navçe û bajarokên em jê derbas bûn, me bi deh hezaran mirovên xwe dîtin, li ser tecrîdkirina birêz Ocalan axivîn, nîqaş kirin û li her derê helwesteke hevpar hebû. Gelê kurd birêz Ocalan weke îradeya xwe dibîne û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî yekane muxatab dibîne. Ji ber vê yekê dixwaze ku deriyên Îmraliyê bêne vekirin.”
Bozan anî ziman ku di çalakiyên heta niha de daxwaza rakirina tecrîdê dihate kirin û dawî li axaftina xwe anî: “Dibe ku cara yekê ye bi vî rengî bi dengekî bilind daxwaza azadiya fîzîkî tê kirin. Lê belê li Îmraliyê 25 sal in tecrîd heye. Li Îmraliyê tu tişt li gorî hiqûqê, mewzûatên neteweyî û navneteweyî bi cih nayê anîn. Dema mirov bala xwe dide siyaseta navxweyî ya li Tirkiyeyê û bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin, hingî tê dîtin ku eger tê xwestin pirsgirêkên vî welatî bêne çareserkirin divê Birêz Ocalan azad be. Ev meş ne tenê ji bo kurdan e. Tecrîda li ser birêz Ocalan bandorê li 85 milyon mirovî dike. Neçareserkirina pirsgirêka kurd yek ji sedemên girîng ên krîza aboriyê ye. Heta ku meşa me bigihêje armanca xwe, heta ku birêz Ocalan azad bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”