Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Tu êrîş nikare meşaleya azadiya kurdan vemirîne’

Yek ji çalakvanên mafên jinan ên Afganistanê Latîfah Ahmadî, suîqesta Firyal Silêman Xalid bi bîr xist û wiha got: “Çaryek sedsal e gelê wêrek ê Kurdistanê têdikoşe û tê çewisandin lê tu zext nekare meşaleya azadiya wan vemirîne.”

Dewleta tirk a dagirker bi sîxurtiya Barzaniyan û çeteyên PDK’ê li başûrê Kurdistanê kurdan şehîd dixin. Herî dawî jina kurd a şoreşger Feryal Silêman di 18’yê Çileyê de li taxa Serçinar ya Kerkûkê di encama êrîşeke çekdarî ya MÎT’ê şehîd bû. Piştî qetilkirina Feryal Silêman Xalid ji aliyê gelek sazî û tevgerên jinan bertek hat nişandan. Hêrsa jinan hîn jî li hemberî vê qetilkirinê berdevam dike.

Yek ji çalakvanên mafên jinan ên Afganistanê Latîfah Ahmedî, derbarê jina tekoşer a kurd Feryal Silêman Xalid peyamek şand. Latîfah Ahmedî di peyama xwe de wiha got: “Rejîmên dîktator ên weke Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê her roj şervanên kurd qetil dikin û wan bi kiryarên xwe yên terorê asteng dikin.”

Latîfah Ahmedî bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û wiha berdewam kir: “Tevî cînayet û suîqestên bi hedef û zincîr jî gelê Kurdistanê dev ji têkoşînê berneda, her roj bi hêztir dibe û têkoşîna xwe ya li dijî zilm û zordariyê didomîne. Çaryek sedsal e gelê wêrek ê Kurdistanê têdikoşe û tên çewisandin. Lê tu zextan jî nekarin meşaleya azadiya wan vemirînin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Latîfah Ahmedî li ser navê jinên Afganistanê diyar kir ku bi jinên kurd re di nava hevgirtinê de ne û wiha pêde çû: “Em jinên Afganistanê heman çarenûsê dijîn û heyranê têkoşîna jinên kurd in. Li dijî jinên kurd zilm û zordestî heye. Em hevgirtinê radigihînin û diyar dikin li kêlaka wan in. Ez bawer dikim ku wê rojek Kurdistan azad be û yekitî çêbibe, pergalên zilmê hilweşin. Bila tevgera rizgariya Kurdistanê bi ser bikeve! Bila rejîm û serwerên li Afganistan, Îran, Tirkiye, Sûriye û deverên din ên cîhanê tune bibin!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar