Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Hatîp Dîcle: Azadiya Rêber Apo rojeveke stratejîk e

Yuksel Genç: Gelê kurd qeyûman red dikin û şaredariyên xwe dixwazin Yuksel Genç diyar kir ku sedemên dayîna dengan ên ji bo DEM Partî û partiyên din cudan e û wiha axivî: “Hilbijêrên DEM Partiyê hinceta dengdayîna xwe ewil bi mijara kurd re girê didin. Ya duyemîn jî DEM Partî li gorî partiyên siyasî yên din hîn demokratiktir û piraniyan temsîl dike.” Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ji ber ku nikare şaedariyên Kurdistanê di hilbijartinan de bi dest bixin, bi destên qeyûman şaredariyan xesp dike. Desthilata faşîst di 2016-2019’an de 2 deman qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin û îradeya gel hat xespkirin. Ev 8 sal in vîna gel xesp dikin û şaredariyên gel ji aliyê qeyûmên hatine tayînkirin ve tên birêvebirin. Li Kurdistanê gel niha xwe amade dike ku biçe ser sindoqan. Kordînatora Giştî ya Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk Civakî Yuksel Genç, beriya hilbijartinan, der barê tayînkirina qeyûman ku wê bandoreke çawa li ser tercîha hilbijêran bike de nirxandin kir. Yuksel daxuyakirin ku li Kurdistanê li gorî demên berê gel ketiye atmosfera hilbijartinê û wiha axivî: “Gelê herêmê di hilbijartinên 2019’an de gelek bi coş û kelecan bû. Bi taybet piştî qeyûmên di 2016’an de hatibûn tayînkirin şûnde, hilbijêran bi motîvasyonek xurt îsrara xwe ya di şaredariyan de îlan kiribûn. Piştî 2015-2016’an şûnde bi xerabûna pêvajoya aştiyê şûnde şikestinên derketin holê bandora wê di hilbijartinên 2019’an de hatibû dîtin. Hilbijartineke herêmî ya ku hinek peyamên der barê desthilatdarî û HDP’ê de dihewandin, pêk hatibûn. Niha hesta gelê herêmê wek sala 2019’an ‘em qeyûman naxwazin, em red dikin, em rêveberên xwe dixwazin xwedî lê derdikevin’ tenê bi bandor nîne. Motîvasyona niha ‘Hûn çi dikin bikin ez tercîha xwe naguherim’ serdeste û xwe wisa amade dikin.” Yuksel der barê xebatên hilbijartinê de yên pêk anîne de wiha vegot: “Em derbarê hilbijartinan li herêmê xebatan dimeşînin. Di hilbijartinên 2019’an de çi dibe bila bibe hewcedarî hebû ku bersiv ji bo dewletê bê dayîn. Niha em dibînin ku ligel bersivdayîna ji bo qeyûman, xizmet û kesên ku dixwazin wan temsîl bikin, zêde bûye. Sedemên dayîna dengan ên ji bo DEM Partî û partiyên din cudan e. Hilbijêrên DEM Partiyê hinceta dengdayîna xwe ewil bi mijara kurd re girê didin. Ya duyemîn jî DEM Partî li gorî partiyên siyasî yên din hîn demokratiktir û piraniyan temsîl dike.” Hilbijêr li dijî zextan xwedî li partiya xwe derdikeve Di berdewamiyê de Yiksel diyar kir ku herêm xwedî tabaneke rêxistinkirî, polîtîk a ku daxwaza nasnameya xwe dike ye û wiha domand: “Neçareseriya pirsgirêkê bandor li jiyana siyasî û jiyana civakî dike. Bi kurtasî atmosfera siyasî ya li herêmê analîza pêvajoya sindoqan jî pêkan dike. DEM Partî û kevneşopiya siyasî ya jê tê her tim bi zextan re hatiye rû hev. Lê hilbijêr her tim li dijî zextan ligel partiya xwe cih girtin. Hilbijêrên DEM Partiyê ji partiya xwe di bendewariya gotinên şênber û hilberînadina polîtîkayên xurt de ne. Hilbijêr êdî nabêjin ‘Di her rewşê de partiya min e, ez denga xwe didimê’. Heman demê de dibêjin ‘bila kesên ku min temsîl dikin derxin, bila daxwazên me bibînin, bila polîtîkayên der barê hewcedariyên me de aşkera bikin.” Yukselê destnîşan kir ku jin di hilbijartinên herêmî de têkiliya partiyan a bi herêmê re hatiye avakirin li ber çavan digirin û dengên xwe bi kar tînin û got: “Jin di jiyana rojane de hîna newekheviya zayendî ya civakî bi awayekî giran hîs dikin. Jin dixwazin ji xizmetên lênerînê fêdeyê bigirin. Xebatên hişmendiyan girîng dibînin. Hewce bi perwerdehiyên hişmendiya zayenda civakî dibînin. Jin li hemû qadan şertên wekhev û rehet, bi ewle dixwazin.

Berdevkê pêngava azadiyê Hatîp Dîcle diyar kir ku pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin stratejîk e û wiha got: “Ji niha û pê ve jî di bingeha hemû çalakiyan de wê ev pêngav hebe. Azadiya Rêber Apo wê weke stratejîk her tim di rojeva me de be û heta encam neyê wergirtin wê pêngav bi dawî nebe. Ev pêngav heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê bidome. ”

Rêberê Gelan Adullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî ji paytexta Kenya Naîrobiyê hat revandin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêber Apo 25 sal in di êşkencexaneya girva Îmraliyê de tê ragirtin û 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Dostên kurdan di 10’ê cotmehê de li 74 navendên cihanê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin û roj bi roj di asta navneteweyî de mezin dibe. Berdevkê pêngava azadiyê û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle li ser mijarê axivî.

Hatîp Dîcle anî ziman ku pêngava azadiyê bi pêşniyar û pêşengiya dostên wan destpê kir û wiha got: “Ji dostên me gelek kesayetên wekî akademîsyen, sendîkavan, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, hunermend ên li nava raya giştî ya navneteweyî tên nasîn dpêngav dan destpêkirin. Du pênaseyên girîng ‘Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ hatin destnîşankirin ku ev yek armanca vê înîsiyatîfê nîşan dide. Xalên din ên girîng ew e ku rêveberên vê pêngavê ji wan hêz û kesan pêk tên ku ji bo azadiya Nelson Mandela jî xebitîn. Tevgera Azadiyê û gelê Kurdistanê yê li çar parçeyan bi temamî xwedî li vê kampanyayê derketin û heta niha veguherî pêvajoyeke pêngavên siyasî û dîplomatîk ku hîn jî dewam dike.”

Pêngav wê heta misogerkirina azadiya fîzîkî bidome

Hatîp Dîcle bi bîr xist ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta niha gelek kampanya hatin meşandin û wiha domand: “Ew kampanya ji bo demekê bûn, yanî hewldanên taktîkî bûn. Gelek kampanya hatin meşandin lê têra azadkirina Rêbertî nekirin. Ez vê pêngavê weke hewldaneke derengmayî nabînim. Lê belê pêngava ku di 10’ê Cotmehê de destpê kir, pêngaveke stratejîk e. Yanî ev pêngav heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan wê bi pêngavên dîplomatîk û siyasî dewam bike. Di navenda vê kampanyayê de gel heye û li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku dostên me lê çalak in, dewam dike. Ji niha û pê ve jî di bingeha hemû çalakiyan de wê ev pêngav hebe. Azadiya Rêber Apo wê weke stratejîk her tim di rojeva me de be û heta encam neyê wergirtin wê pêngav bi dawî nebe.”

Hatîp Dîcle destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tu carî ji rojeva gelê kurd û dostan neket û wiha: “Lê belê wateyeke bi vî rengî ya sala 25’an heye; Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) destnîşan dike ku mirovek zêdeyî 25 salan nikare li girtîgehê bê hiştin. Yanî rewşa mafê hêviyê. Ji 15’ê Sibata 2024’an û pê ve dîlgirtina Rêber Ocalan 25 salan dadigire. Her roja piştî wê tê wê wateyê ku Tirkiye biryarên DMME’yê binpê dike. Em di demeke bi vî rengî ya girîng de ne.

Sala 2024’an bikin sala çarenûsê

Di berdewamiya axaftina xwe de Hatîp Dîcle anî ziman ku Tirkiye ya wê azadiya Rêber Ocalan qebûl bike ya jî wê bi tenê bimîne. Dema ku ji Serokwezîrê demê yê Afrîkaya Başûr Frederîk de Klerk pirsa ‘Mandela yê ku hûn demeke dirêj li ber radibûn, çima niha berdidin?’ dihate pirsîn, bersiveke bi vî rengî dida: ‘Em ketin rewşeke welê ku li cîhanê kes bi me re nedixebitî. Ji ber ku em bi tenê man, neçar man ku guhertineke bingehîn di polîtîkayê de bikin’. Her ku pêngava azadiyê mezin dibe, Tirkiye jî wê mîna Afrîkaya Başûr bi tenê bimîne, di asta navneteweyî de bi tenê bimîne. Gel û dostên kurdan wê rewşa ‘mafê hêviyê’ timî di rojevê de bihêlin, xwedî li Rêber Ocalan derkevin û sala 2024’an bikin sala çarenûsê.”

Hatîp Dîcle bal kişand ser krîzên pir alî yên Tirkiye ketiye nav û got, “Ji krîza aboriyê heta gelek krîzên din ên siyasî, di bin krîzeke giran de ye. Îmaja Tirkiyeyê ketiye. Sedema herî mezin a van krîzan jî neçareserkirina pirsgirêka kurd, şer, tecrîd û dîlgirtina bi neheqî ya Rêber Ocalan e. Mînakeke vê tecrîdê li cîhanê nîne. Entelektuelên cîhanê li pêşberî vê tecrîda li ser Rêber Ocalan matmayî mane. Rewşa ku Tirkiye ketiye nav mîna rewşa Efrîkaya Başûr e ku li pêşberî daxwaza azadiyê ya Mandela li cîhanê bi tenê ma.”

Hatîp Dîcle di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku di 17’ê Sibatê de li Kolnê beşdarî meşê bibin û got, “Helwesta ku gelê Kurd wê rojê li wê derê nîşan bide, wê biryardariya ji bo azadiya Rêber Ocalan jî destnîşan bike. Lewma 17’ê Sibatê roja xwedîderketina li Abdullah Ocalan û tezên wî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar