Girtiyên PKK-PAJK’ê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 27’ê Mijdarê roja damezrandina PKK’ê de li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 74’an de berdewam dike. Berxwedêrên zindanan diyar kirin ku heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe wê berxwedana wan bidome û banga xwedîderketinê li her kesî kirin.